Koma Jinê ya HDP'ê: Li dijî tecrîdê em ê berxwedana xwe geş bikin

Koma Jinê ya HDP'ê ya Parlamentê daxuyaniyek da û diyar kir, ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê wê bi rengekî rengekî yekwicûd li ber xwe bidin û têkoşîna xwe geş bikin.

Koma Jinê ya HDP'ê ya Parlamentê, li ser êrîşa polîsan a li dijî çalakiyên destekkirina Leyla Guven civîneke çapemeniyê li dar xist.

Civîna çapemeniyê li avahiya Navenda Giştî ya HDP'ê pêk hat û destgîrkirina jinên li avahiyên HDP'ê yên Amed, Êlih û Wanê ketibûn greva birçîbûnê hate şermezarkirin.

Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran daxuyanî da û diyar kir, Guven ji bo daxwazên xwe yên şexsî neketiye greva birçîbûnê. Başaran got, "Leyla Guven, tevî ku dîl girtiye, ji bo vê yekê neketiye greva birçîbûnê. Ji bo Tirkiye ji nava şer û rewşa xitimandî dernekeve, bi armanca rakirinat ecrîda li Îmraliyê ketiye greva birçîbûnê ya bê dorveger û bê dawî."

Başaran bi bîr xist, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 2011'an û vir ve nikare parêzerên xwe bibîne û ji sala 2016'an û vir ve jî nikare bi malbata xwe re hevdîtinê bike. Başaran got, "Eger Tirkiye niha di nava rewşeke xitimandî ya polîtîk û aboriyê de ye, sedema bingehîn a vê yekê tecrîda şidandî ye. Leyla Guven bedena xwe daye ber birçîbûnê û bi vî rengî dixwaze qîrîna xwe bigihîne dinyayê."

'XAVIKÊN WAN BI ERDÊ RE KIŞANDIN'

Başaran bi dewamî got, "Bi barbarî avêtin ser avahiyên me yên bajaran û xavikên ku nîşaneya aştiyê ya dayikan de bi erdê re kişandin. Ev çalakî qîrîneke aştiyê ye, ji bilî bedena xwe zerarê nade tiştekî. Mîna ku di vî wêneyî de tê dîtin, dest li vê çalakiya aştiyane werdane."

'ME DI HER SERDEMÊ DE FAŞÎZMA ZINDANAN TÊK BIRINE'

Ayşe Acar Baraşan anî ziman, desthilatdariya heyî bi girankirina polîtîkayên şer dixwaze dest bi hilbijartinê bike û got, "Şer ji xwe re kirine ranteke polîtîk û yên li ber vê radibin jî destgîr dikin. Em dixwazin careke din bêjin ku hûn ê nikaribin bi alîgirên aştî û çareseriyê paşve gavê bidin avêtin. Ne cara yekê ye ku êrîşên wiha li jinan tên kirin. Jinan di salên 80'î de li zindanê rêveberiya faşîst têk birin. Di salên 90'î de dema ku bi hezaran mirov bi 'kuştinên kiryar nediyar' hatin kuştin, jinên rêxistinbûyî bi têkoşîna xwe parastina aştiyê kirin. Jinan li her devera cîhanê li dijî desthilatdariyên faşîst qîrîn û tilîliyên xwe geş kirin."

Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran herî dawî got, "Daxwaza Leyla Guven daxwaza gelê Kurd, jinan û gelên Tirkiyeyê ye. Ji bo bilêvkirina vê daxwazê, ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê em bi rengekî yekwicûd li dijî êrîşan li ber xwe bidin û têkoşîna xwe her geş bikin. Ev rêya hûn li ser in, ne ti rê ye. Me demeke ji 2,5 salan dît ku wê çaxê deriyên Îmraliyê vekirî bû. 3 salên piştî vê pêvajoyê jî me dît. Ji vê rêyê vegerin. Em ê daxwaza Leyla Guven li her derê bînin ziman. Yên ku ji wan heye ku me bi vî rengî dikarin têk bibin, bila li dîroka têkoşînê binerin."