KODAR'ê nasnameya şehîdekê ragihand

Komîteya Şehîdan a KODAR'ê ragihand ku gerîlaya YRK'ê Cîhan Azad, 9'ê Hezîranê li bajarê Merîwanê ji ber kemîna pasdarên Îranê şehîd bûye.

Komîteya şehîdan a KODAR'ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şehîdekê ragihand.

Komîteyê diyar kir ku 9'ê Hezîrana 2018'an roja Şemiyê, yekîneyeke gerîlayên YRK'ê li Merîwanê dema bi erka xwe radibûn, ketin kemîna pasdarên Îranê.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di vî şerî de gerîla Cîhan Azad (Xedîce Hecîzade) ya ji navçeya Kotol a bajarê Xoyê şehîd bûye.

Komîteya Şehîdan a KODAR'ê diyar kir ku şehîd Cîhan Azad salên dûr û dirêj li herêma Hewremanê û derdora wê bi awayekî fedayî di nava şoreşê de cih girtiye û li dijî zext û zilma rejîma Îranê li ber xwe daye.

KODAR'ê destnîşan kir ku şehîd cîhan mînaka azadîxwazî, cesaret û fedakariya Apoyî ye ku ji bo pêkanîna jiyana azad canê xwe feda kir û tevlî nava rêberên rastî yê şoreşê Kurdistanê bû.

Di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji malbata şehîd Cîhan Azad û gelê welatparêz hate xwestin û hate gotin ku wê têkoşîna xwe ya li ser şopa şehîdan heta misogerkirina jiyana azad bidomînin.