Siyasetmedarê Kurd Mesût Ûysal wefat kir

Siyasetmedarê Kurd Mesût Ûysal, ku yek ji damezrînerên KNK'ê ye, duh li Belçîkayê wefat kir.

Yek ji endamê damezirîner ê Kongreya Neteweyî a Kurdistanê Mesût Ûysal duh şev li Belçîkayê jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku Ûysal ê ku li Belçîkayê wefat kiriye, ew ê li Şirnexê were veşartin.

Konseya Rêvebir ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) jî ji ber wefata endamê xwe yê damezirîner Mesût Ûysal peyameke sersaxiyê weşand.

Di peyama KNK’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Xebera xembar û dilsoj ya wefata endamê me yê damezirîner ê KNK ê rêzdar Mesût Ûysal gihişte me û em bi vê yêkê gelekî xemgîn in. Rêzdar Mesût Ûysal, li bakurê Kurdistanê li Şirnexê, di nava xebat û siyaseta welatparêz de bû. Di nava partî û siyaseta Kurdistanî de xwedî cihekî diyar bû. Rêzdar Ûysal ji damezirandinê, endamê KNK’ê bû. Pêşiya wê jî, ji bo avakirina Parlamentoya Neteweyî ya Kurdistanê kar kir, li ser navê endamekî damezirîner çû çiyayên Kurdistanê. Ji ber êrîş û zextên dewleta Tirk, bi awayekî mecbûrî berê xwe da Ewrûpayê. Li Ewrûpayê jî cihê xwe di nava xebata azadiyê de girt û bû endamê Parlamenta Kurdistanê li Derveyî Welat (PKDW).

Em ji ber wefata rêzdar Mesût Ûysal gelek xemgîn in û em xemgînîya malbat û dostên wî par ve dikin. Bi vê munasebetê em sersaxiyê ji hemî gelê Kurdistanê, xebatkarên şoreşê û malbata wî re dixwazin.”