KNK'ê têkildarî 'şerê navxweyî' hişyarî da û banga diyalogê kir

Konseya Rêveber a KNK'ê diyar kir ku bi veguhastina hêzên çekdar ên PDK'ê re li herêma Garê rewş gihîştiye radeyeke metirsîdar û banga diyalogê li her aliyên Kurdî kir.

Konseya Rêveber a KNK'ê li ser aloziyên li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek weşand û bang kir.

'DEWLETA TIRK NE TENÊ ÊRIŞ DIKE, HER WIHA HEWL DIDE ŞEREKÎ NAVXWEYÎ DERXÎNE'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ev demeke dirêje dewleta Tirk bi hemû hêza xwe êrişî Başûrê Kurdistanê dike. Hinek deverên Başûr dagir kiriye, li gelek cihan bingeh û baregehên xwe çêkirine. Dewleta Tirk ne tenê ji aliyê leşkerî ve êriş dike, heman demê destê dixe nava Başûr û bi rêya hevkar û sîxurên xwe, nûçeyên derew bilav dike, bingeha provokasyonan amade dike û aloziyan derdixe. Dixwaze hêzên Kurdî bîne berbihev û şerekî navxweyî derbixe."

Konseya Rêveber a KNK'ê bi bîr xist ku di demeke welê hesas de hêzên çekdar ên PDK'ê li herêma Garê ketin nava liv û tevgerê û ber bi nuqteyên gerîla ve çûn.

'ALOZIYA LI GARÊ GIHÎŞTIYE RADEYEKE METIRSÎDAR'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li gelek cihan nuqteyên kontrolê ava kirin û li hinek cihan jî li nêzî nuqteyên gerîla xwe bi cih kirin. Ev rewş jî bû sedema aloziyan. Ev alozî di demeke wiha de rû dide ku li herêmê û li her çar parçeyên Kurdistanê, rewşeke gelekî metirsidar li hember destkeftiyên gelê kurd bi xwe re tîne. Ev aloziya ku li devera Garê, van çend rojên dawî gihîştiye radeyeke gelekî metirsîdar û di her kêliyê de dikare bibe sedema şerekî nava hêzên Kurdî. Şerekî bi vî rengî karesateke mezin û malwêraniyê bi xwe re tîne. Sereke bi vî rengî di nava hêzên Kurdî de, çi şik û guman nîne ku wê bibe sedemê têkçûna qezenc û destketiyên gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê. Ev alozî tenê dilê dijminan xweş dike û dilê dostan dişkîne."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Banga rayedarên KCK'ê, bi taybetî bang û hişyariyên Birêz Mûrat Karayilan, di cihê xwe de bûn ku banga diyalogê hate kirin. Kongeya Neteweyî ya Kurdistanê, nirxekî mezin dide vê helwesta diyalogê. Em heman helwestê ji rayedarên PDK'ê jî hêvî dikin û li benda helwestekî erênî ne.

BANGA DIYALOGÊ

KNK bi mesûliyeteke neteweyî, dixwaze bala raya giştî ya gelên Kurdistanê bikşîne li ser rûdanên bi vî rengî û encamên ku bi xwe re bîne. KNK, bi çi rengî  berjewendiyên gelê Kurd di alozyek bi vî rengî de nabîne û li hember radiweste. Ji ber van sedeman, KNK bangewaziyê li PDK û PKK'ê dike ku bi çi rengî rê nedin rewşeke wiha rû bide û zûtirîn demê de, bi rêya dialogê çareseryekê ji vê alozyê re peyda bikin!

Her weha bangawaziya KNK'ê di serî de ji gelê Kurd, Partî, rêxistin û saziyên Kurdistanî re heye ku bi hestiyariyeke bilind û bi mesûliyeteke neteweyî, bi erka xwe rabin û pêşî li vê  malwêraniyê bigrin.

Em weke KNK, ji niha ve amadekariya şandeyeke ji rêveberiya KNK'ê, ji nûnerên partî, rêxistinên siyasî û civakî û kesayetiyên welatparêz pêk tê dikin ku ji bo çareseriya zemîna dialogê ava bikin û aloziyê çareser bikin. Em bi hêvî ne û hewl didin ku zûtirîn wext de, ev kar bigihê encameke pozîtîf."