KNK'ê kuştina Mûradî şermezar kir

KNK'ê kuştina parêzvanê mafên mirovan Îqbal Mûradî bi tundî şermezar kir û bang li rêveberiya herêma Kurdistanê û hikumeta navendî ya Iraqê kir ku kiryaran tavilê bibînin û ceza bikin.

Komîteya Mafê Mirovan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser kuştina parêzvanê mafên mirovan Îqbal Mûradî ku 17'ê Tîrmehê li navçeya Pênciwên a Silêmaniyê hate kuştin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ne cara yekê ye li herêma Başûrê Kurdistanê çalakvan û welatparêzên parçeyên din ên Kurdistanê tên kuştin û hate gotin, "Bêguman bûyerên bi vî rengî ji ber berbelavbûna dezgehên sîxuriyê yên dewletên dagirker ên li Başûrê Kurdistanê ne. Sedemeke din jî kêmxemiya dezgehên ewlehiyê yên hikumeta herêmê ne ku welatiyên parçeyên din naparêzin. Lewma divê dezgehên ewlehiyê rê li ber van kiryaran bigirin û tometbaran eşkere û dadgeh bikin."

KNK'ê bi bîr xist ku Mûradî di temenê ciwaniyê de weke pêşmergeyekî beşdarî şoreşa gelên Îranê bû û got, "Piştî komara Îslamî bû desthilatdar, sala 1982'an tê girtin û di zindana Merîwan de 2 salan dimîne. Piştî azadbûnê karê xwe yê sivîl û azadîxwaziyê didomîne û di çalakiyên mafên mirovan de têdikoşe."

KNK'ê da xuyakirin ku ji ber şopandina hêzên Îtilaata Komara Îslamî ya Îranê û gefên lê tê xwarin, sala 2005'an neçar dimîne ji Rojhilatê Kurdistanê derkeve û li herêma Pênciwênê ya Başûrê Kurdistanê bi cih dibe.

Di dewama daxuyaniya KNK'ê de hate gotin, "Îqbal Mûradî endamê Desteya Rêveber a Komeleya Mafên Mirovî ya Kurdistanê bû. Binpêkirin, sûc û tawanên dewletên dagirkerên Kurdistanê ên li dijî gelê Kurd û Kurdistanê ji raya giştî re belav dikir. Sala 2008'an êrîşek li dijî wî hate kirin û birîndar bû. Îqbal Mûradî, bavê Zanyar Mûradî û apê Luqman Mûradî ye. Zanyar û Luqman ji sala 2009'an ve di zîndanên zilm û terora dewletê de girtiyên siyasî ne û cezayê darvekirinê li wan hatye birîn."

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê di dawiya daxuyaniyê de kuştina Mûradî bi tundî şermezar kir û bang li rêveberiya herêma Kurdistanê û hikumeta navendî ya Iraqê kir ku kiryaran tavilê bibînin û ceza bikin.