KNK’ê ji bo yekîtiya netewî serdana KODAR’ê kir

Heyeta KNK’e ji projeya yekîtiya newetî serdana KODAR’ê kir. Piştî hevdîtinê Hevserokê PJAK’ê Siyamend Maûnî, got : “Em amade ne hem di warê siyasî hem jî di warê pratîkî piştgiriya vê xebatê bikin.”

Kongreya Netewî a Kurdistan (KNK) di çarçoveya hevdîtinên ji bo plotformek hevbeş ya yekîtiya netewî serdanê xwe yên ligel partiyên Rojhilatê Kurdistanê berdewam dike. KNK’ê îro jî serdana Komelgeha Demokratik û Azad a Rojhilat (KODAR) kir. Di hevdîtana ku hevserok û endamê Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) û Kongreya Jinên Azad a Rojhilat (KJAR) jî amade bûn.

Heyeta KNK’ê ya ji alîkarê hevserokatiya KNK’ê Tahir Kemalîzade, Endamê Konseya KNK’e Dr. Kamûran Berwarî û Perwîn Ezîz û endamên KNK’ê Seyîd Ekrem, Zekeriya Helepçe û Ferhat Dostkî pêk dihat, nivîskar û rewşenbîrê Rojhilatî Elî Kerîmî jî amade bû. Heyeta KNK’e ji hêla Endamê Konseya Rêvêber a KODAR’ê Mazlûm Heften, Hevserokê PJAK’ê Siyamend Moûnî, Endamê Konseya Rêveber a KJAR’ê Gulan Fehim, Endamên Konseya PJAK’ê Şerwîn Mazlûm û Evîn Necdet û Endamên Têkiliyên Derve yê PJAK’ê Amed Şaho hatin pêşvazîkirin.

Piştî hevdîtinê endamên KNK û KODAR’e daxuyaniya çapemeniyê ya hevbeş lidarxistin. Hevserokê PJAK’ê Siyamend Moûnî, spasiya KNK’ê kir û ev tişt anîn ziman: “Heyeta KNK’ê li hember aloziyên Rojhilata Naverast tê jiyan kirin, karê yekîtiya netewî daye pêşiya xwe. Piştî ku hêzên Başûrê Kurdistan ziyaret kirin, îro jî serdana me kirin. Em vê serdanê û vê xebatê pir giranbuha dibînin. Em hêvî dikin ku dê encamek baş were girtin. Divê partiyên her çar parçê Kurdistanê jî beriya berjewendiyê xwe yên şexsî, berjewendiyên Kurdistanê derxin pêş.”

Maûnî, diyar kir ku KNK’ê peywirek dîrokî girtiye ser xwe û wiha pêde çû: “Ji ku Kurd bi siyasetek hevbeş gotina xwe bejin û encam bigirin, xebatekê politik û dîplomatîk dimeşînin. Em jî weke KODAR, PJAK û KJAR amade ne ku hem warê siyasî, hem jî warê pratîk de piştgiriya wan bikin.”

Piştî Maûnî, Kemalîzade dest bi axiftinê kir, ji bo piştgiriyê spasiya KODAR’ê kir. Kemalîzade ev tişt anîn ziman: “Gelê me îro yekîtiya netewî ji me dixwaze, polîtîkayek hevbeş dixwaze. Em jî hevîdarin ku em dê vê carê ve daxwaza gelê xwe bînin cih.”

KNK’ê ji bo yekîtiya netewî, stratejiya netewî û kongra netewî were nîqaş herîn rêvebirin 12’ê Hezîranê banga platformek hevbeş kiribû. KNK’e piştî vê bangê ligel partiyên Başûrê Kurdistan û KCK’ê hevdîtin pêk anîn. KNK’e duh jî ligel 3 partiyên Komala pêk anîbû.