Kerîmî: Bûyerên diqewimin, encama qirêjiya 26 salan e

Nivîskarê ji Başûrê Kurdistanê Alî Kerîmî got, jidestçûna Kerkûkê ne ji ber referandûmê ye û destnîşan kir, ku ev yek encama qirêjbûna hikumetê ya 26 salan e.

Nivîskarê Alî Kerîmî li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û got, "Li Başûrê Kurdistanê ev 26 sal in hikumetek heye. Ji aliyê her kesî ve tê zanîn, ku di vê dema hikumetê de karên ne li rê, dizî, talan hatin kirin, sivîl hatin kuştin, mirov hatin revandin û bi rêbaza mafya rêxistinbûn hatin çêkirin."

Kerîmî destnîşan kir, ku gemarîbûn, dizî û birçîhiştina gel herî zêde di vê demê de rû da û wiha dewam kir: "Bi taybetî, gotinên aboriya lîberal û serbixwe yên ku Nêçirvan Barzanî û Aştî Hewramî piştî sala 2003'an anîn ziman, bi her awayî eşkere bûn. Gel bi xwe jî dît, ku ev sîstem ne ji bo wan e, lê ji bo berjewendiyên rêveberan e. Nifşekî welê rû da, ku bi têgihiştina 'em neviyên Barzanî û Talabanî ne. Em gelekî xebitîn, me şer kir, em têkoşiyan, gelekî westiyan, me ked da, lewma em çi bikin mafê me ye' tevgeriya."

Alî Kerîmî diyar kir, ku ji ber vê yekê gel û desthilatdarî û ev partiyên li desthilatdariyê ji hev qut bûn û ev qutbûn jî gav bi gav kûr bû.

Nivîskar Kerîmî anî ziman, ku vê rewşê zemîneke mezin afirand ji bo tiştekî bi vî rengî derkeve holê û got, "Ji ber vê yekê gel zêde nerazîbûnê nîşan nade. Mîna ku bêje 'ya ku we li me dikir, niha li we tê kirin'. Rewşa ku derketiye holê ev e.

Gel dibêje, çima Germiyan, Kerkûk, Şarezor, Kelar xizan e û we zarokên xwediyên rasteqîn ên van nirxan ji bîr kirin. Yên niha winda dikin, dîsa zarokên xizan in. Binerin li eniya Kerkûkê yên mirin dîsa zarokên malbatên xizan in."

'SERFERMANDAR BERPIRSYARÊ REWŞA LI KERKÛKÊ YE'

Kerîmî bi bîr xist, ku niha ji ber bûyeran hin alî hevdu sûcdar dikin û got, "Ya rast ev e, ku heta niha derew li gel kirin. Civîna Dûkanê jî asta herî bilind a van derewan e. Piştî ku ji civînê derketin gotin, ku wan tifaqek kirine. Derew e, ti tifaq nekirin. Eger bi rastî jî tifaqek kiribin, ew tifaqa wan di şeva êrîş li Kerkûkê hate kirin de têk çû.

Ev derew bû sedem ku li Kerkûki navçe û gundên wê têkçûneke mezin rû bide. Yekane sûcdarê vê, mezinê wê malê ye. Eger li malekê şikestinek çêbû be, berpirsyarê wê malê berpirsyarê wê şikestinê ye. Dê, bav, kur û keç piştre tên.

Mesûd Barzanî ev çend sal in li kursiya serokatiyê zeliqî ye û ji ser ranabe. Di heman demê de wî serfermandarî ji hemû pêşmergeyan re kiriye. Berpirsyarê bûyerên li Kerkûkê qewimî, ev serfermandar e. Ev serfermandar jî bi erdê re bû yek.

Ev şikest xiyanet jî be, taktîk jî be, berpirsyarê sereke Barzanî ye. Ji ber vê berpirsyariya xwe, gelê Kurd wê beriya her kesî hesab ji wî bipirse."

'EGER ARMANCA WAN SERXWEBÛN BÛYA, WÊ SALA 2005'AN REFERANDÛM BIKIRA'

Di dewama axaftina xwe de nivîkar Alî Kerîmî diyar kir, ku eger armanc serxwebûn bûya, şert û mercên herî guncaw ê referandûmê di sala 2005'an de hebû, lê belê wê wextê li tiştekî bi vî rengî nefikirîn û dan pey hesabên cuda.

Kerîmî got, "Îro rabûn gotin, em ê referandûmê bikin. Referandûma ku kirin, bû sedem ku rûmeta pêşmerge û gelê Kurd bişikê û dagirkerî bê kirin. Di asta sereke de Barzanî berpirsyarê vê ye.

Sala 2005'an Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) li ser sekinî bê çawa dikare Kurdan qanih bike. Şert û mercên navneteweyî alîgirê me bûn. Ji ber ku Helebçe, Enfal û gelek komkujiyên din bi serê me ve hatibûn. Van komkujiyan bala raya giştî kişandibûn û ji her alî ve em mafdar didîtin û destek didan. Wê wextê dikarîbû serxwebûn, an jî rêveberiyeke hê berfireh bihata xwestin. DYA ji vê re amade bû. Lê belê, rêveberên me li şûna vê, pere xwestin. Ev yek ji bo DYA bû tiştekî surprîz.

Ji bûyerên ku ji 2005'an an jî 16'ê Cotmehê û vir ve diqewimin, nûnerên siyasî yên Kurdan e. Serekê van jî Barzanî ye."

'DIVIYABÛ ME KONGREYA YEKÎTIYA NETEWEYÎ PÊK BIANIYA'

Nivîskar Kerîmî da zanîn, ku weke karê destpêkê diviyabû wan zûdeyî kongreya xwe ya yekîtiya neteweyî pêk bianiya û wiha dewam kir: "Ji bo Kurdistana ji Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava pêk tê, diviyabû em bixebitiya. Lazim e em hişmendiyeke neteweyî ava bikin. Binerin, li Rojava Kurd Reqayê rizgar dikin lê belê ji ber nêrîna me ya parçetiyê, em li Başûr Kerkûkê winda dikin.

Li Rojava ku bi fikrê neteweyî û demokratîk têdikoşe û sîstema xwe ava dike. B. MCGûrk bi zarokên Rojavayî, bi şervanên Rojavayî re wêneyan dikişîne û xwe bi vî rengî nîşanî raya giştî ya cîhanê dide. Lê belê heman kes li Barzanî digere, Barzanî telefona wî jî venake. Xwewindakirin ev e."

'BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DI NAVA PÊVAJOYEKE XETERE DE YE'

Kerîmî bal kişand ser bandora Tirkiyeyê ya li ser PDK'ê û got, "Tê gotin ku PDK planan dike ku artêşa Tirk bixe nava Başûr. Eger tiştekî bi vî rengî bike, rewşa Başûrê Kurdistanê wê hê nebaş bibe. Eger PDK û Barzanî vê bike, wê Kurdistan bi temamî veguhere qada şer. Bi yekîtî, siyaseta hevpar, dîplomasî û avakirina hêza leşkerî ev pêvajo dikare ji holê bê rakirin. Ji bilî vê yekê, Kurd nikare xwe ji komkujî û dagirkeriyên bi vî rengî rizgar bikin."