Kemalbay ji Erdogan re got: Nebe F-16, bibe mirov!

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay nerazîbûn nîşanî amadekariyên dagirkirina Efrînê û gefên Erdogan da û got, "Her roj radibe dibêje, 'Ez ê lê bidim, ez ê bişikînim, ez ê bibim F-16'. Hinekî bibe mirov!"

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay di civîna heftane ya koma partiya xwe de axivî û rojev nirxand.

Kemalbay diyar kir, rejîma AKP-Erdogan û Devlet Bahçelî ji têkoşîna demokratîk a li welêt tirsiya û xwe li hev girtin. Kemalbay destnîşan kir ku ev her du partî ji bo şer gur bikin, ji bo dijminatiyê li gelan bikin, hevkarî kirine.

AMADEKARIYA DAGIRKIRINA EFRÎNÊ

Kemalbay bal kişand ser amadekariyên ji bo dagirkirina Efrînê û got, "Em îro dibînin ku amadekarî tê kirin ji bo êrîş li dijî Efrînê were kirin... Bi gotinên şer timî gefê li Rojava dixwe. Bi vê yekê re dixwaze şer timî gur bike. Eger agirê şer û dijberî bê tefandin, wê hesabê gendeliyê, kuştina jinan û kuştina karkeran ji AKP'ê were pirsîn. Lewma ji bo parastina desthilatdariya xwe, dest bi hesabê Efrînê kirine. Şerê li Sûriyeyê li ber qedandinê ye, mase tên danîn. Di demekê de ku hewldanên çareseriyê dewam dike, ne ya qebûlkirinê ye ku Tirkiye şer ji nû ve sor bike."

'DESTPÊKÊ BIBE MIROV'

Kemalbay da xuyakirin ku di vê pêvajoya danûstandinan de ya divê Tirkiye bike, pêşîvekirin e û got, "Piştgirîdayina ji bo hêzên demokrasiyê yên li Sûriyeyê bi kêrî berjewendiya gelên Tirkiyeyê tê. Eger Tirkiye destê xwe dirêjî gelê Kurd ê li Efrînê bike sê qiyamet ranebe, berevajî wê qesr hilweşe. Wê li qesrê qiyamet rabe. Ji ber vê yekê dixwazin polîtîkayên xwe bidomînin. Eger ev atmosfera şer nedome, wê çawa Rewşa Awarte bidomînin? Wê sparteyeke çawa ji biryarnameyên xwe re bibînin? Li Efrînê Kurdan, Ereban, Ermeniyan, Asûriyan meclîsên xwe ava kirine û dixwazin xwe bi rê ve bibin. Tu çima ji vê aciz e? Her roj radibe dibêje, 'Ez ê lê bidim, ez ê bişikînim, ez ê bibim F-16'. Hinekî bibe mirov! Li pêşberî me desthilatdariyeke welê heye ku bi gotinên gelekî xerab nebaşiyê li vî welatî dike."

Di dawiya axaftina xwe de Kemalbay ji bo 3. Kongreya Asayî ya HDP'ê ya 11'ê Sibatê banga tevlîbûnê kir.