KCK: Gerîla dewleta Tirk xist nava krîzê

Hevserokatiyê Konseya Rêveber a KCK'ê bal kişand ser krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê û got, "Ya ku dewleta Tirk niha xistiye nava krîzeke kûr gerîla ye ku bi ruhê 15'ê Tebaxê li ber xwe dide."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û salvegera 34'an a Pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di salvegera 34'an a pêngava gerîla ya 15'ê TebaxAê de di şexsê fermandarê mezin Mahsûm Korkmaz de hemû şehîdên xwe bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînin. Cejna Vejînê li Rêber Apo ku bi hewldaneke mezin pêngava 15'ê Tebaxê afirand û li gelê me pîroz dikin."

KCK'ê destnîşan kir ku pêngava 15'ê Tebaxê raperîn û berxwedaneke li dijî qirkirina gelê Kurd û got, "15'ê Tebaxê ew roj e; gelekî ku li ber qirkirinê bû, ji bo vejînê rabû li ber xwe da. Ji ber vê yekê 15'ê Tebaxê weke Cejn û Roja Vejînê tê pîrozkirin."

15'Ê TEBAXÊ HESABÊN NEXÊR PÛÇ KIR

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bal kişand ser şert û mercên ku pêngava 15'ê Tebaxê lê dest pê kir, encamên ku rê li ber vekir û têkoşîna heyî ya gerîla û wiha dewam kir: "Di demekê de ku faşîzma 12'ê Îlonê tevgerên şoreşger ên li Tirkiye û Kurdistanê eciqand û dihate gotin ku kes nema dikare dengê xwe li dewletê bike, pêngava 15'ê Tebaxê pêk hat. Cûnta faşîst a leşkerî hesabê wê yekê dikir ku sîstema bi destûra bingehîn a faşîst ava kir wê bi dehan salan tişt pê neyê û di vê demê de wê Kurd bên qirkirin. 15'ê Tebaxê ev hesabên nexêr pûç kir û derbeke mezin li sîstema qirker xist. Bi pêngava gerîla re têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd derkete holê û rê li ber têkoşîna demokrasiyê ya gelên Tirkiyeyê vebû.

TÊKOŞÎNA 34 SALAN A BÊ NAVBER

Pêngava gerîla ya 15'ê Tebaxê, di nava şert û mercên herî giran de bi rêbaza serketinê hemû astengî ji holê rakir, êrîş şikand û 34 salan bi awayekî bê navber dewam kir. Hemû destketiyên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn derketin holê, bi saya vê têkoşînê afirîn. Gelê Kurd bi bandora têkoşîna gerîla li ser bingeha serhildanan li Kurdistanê şoreşa demokratîk, şoreşa civakî û şoreşa çandî pêk anî û hêza xwe ya têknaçe derxist holê. Ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li hemû parçeyên din ên Kurdistanê têkoşîna gelê Kurd xurt kir, li Başûr û Rojavayê Kurdistanê rê li ber destketiyên girîng vekir. Li gelemperiya Kurdistanê yekîtî û hesta neteweyî di asta civakî de afirand; hêza têkoşînê ya gelê Kurd derxist holê. Li ser xeta azadiya jinê, di nava civaka Kurd de rê li ber pêşketinên bêhempa vekir û gelê Kurd kir gelekî pêşengê şoreşa demokratîk a Rojhilata Navîn.

HIŞMENDÎ Û ÎRADEYA AZADIYÊ YA GELAN DERXIST HOLÊ

Pêngava 15'ê Tebaxê ne tenê têkoşîneke leşkerî bû. Herî zêde li qadên siyasî, civakî û çandî encamên xwe çêbûn. Weke hêza herî mezin a guhertinê cihê xwe di dîrokê de girtiye. Bûye çalakiyek ku ne tenê çarenûsa gelê Kurd, a hemû gelên Rojhilata Navîn guherand. Di demekê de ku faşîzma 12'ê Îlonê û rejîmên otorîter ên li Rojhilata Navîn gelên Rojhilata Navîn xistibûn nava rewşeke bê hêvî, 15'ê Tebaxê hêviya azadiyê da hemû gelan; rêya paşeroja azad danî ber gelan. Eger niha li Rojhilata Navîn di şerê sêyemîn ê cîhanê de gel daxwaza azadiyê dikin û li her derê gel radibin ser piyan, di vir de rola pêngava 15'ê Tebax3e mezin e. Ji ber ku pêngava 15'ê Tebaxê hişmendî, îrade û daxwaza têkoşînê ya demokrasî û azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn derxist holê.

GERÎLA TIRKIYE XIST KRÎZÊ

Di şertên Şerê Cîhanê yê 3’emîn de ya ku ew ê hevsengên nû were sazkirin, dijminên têkoşîna azadiyê ya Kurdan û dijminên jiyana demokratîk a gelan, ji bo ku têk neçin êrîşên xwe zêdetir kirine. Tarzê têkoşîna fedaî ya pêngava 15’ê Tebaxê di Şerê Cîhanê yê 3’emîn de dibe tarzê ku ew ê têkoşîna gelan bi ser bixe. Gerîla bi giyanê fedaî li hemberî van êrîşan li ber xwe dide û di warê siyasî, ekonomîk, civakî û çandî de êrîşkar xistiye nav krîzekê. Gerîlayên ku bi giyanê 15’ê Tebaxê li ber xwe didin dewleta Tirk xistine nav krîzê.

GELÊ KURD Û GELÊN DIN EW Ê BI SER BIKEVIN

Gerîla û gelê Kurd bi hêza ramanên Rêber Apo li Rojhilata Navîn di Şerê Cîhanê yê 3’emîn de bûye hêzeke ku geşedanên bi bandor diyar kir. Hemû hêzên di nav şerê Rojhilata Navîn ji ber ku di warê îdeolojîk û polîtîk de tengijîne, bi derfetên xwe yên leşkerî çiqasî hewl bidin jî, nikarin bi ser bikevin. Ji ber vê jî di şertên Şerê Cîhanê yê 3’emîn de ew ê gelê Kurd û gelên din ên ku bi giyanê 15’ê Tebaxê  li ber xwe didin ew ê bi ser bikevin.

Di salvegera 35’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê de gelên Kurd û gelên Rojhilata Navîn heke têkoşîna xwe geştir bikin ew ê dijminên azadî û demokrasiyê têk biçin û ew ê gel bi ser bikevin."