KCDK-E'yê ji bo Şengalê banga tevlêbûna li çalakiyan kir

KCDK-E'yê bang kir ku 5'ê Kanûnê ji bo xwedîderketina li Şengalê wê çalakî werin kirin û banga tevlêbûna li çalakiyan kir.

KCDK-E'yê peymana dijî Şengalê ya di navbeyna PDK-Bexdayê de bi bîr xist û got li dijî peymanê di serî de gelê Şengalê, li hemû parçeyên Kurdistanê û cîhanê helwest hene.

Di daxuyaniyê de hate gotin bi berxwedana biryardar a gel her çendî hikûmeta Iraqê bêgav mane ku vekişe jî, li gel hêzên PDK'ê hê jî hêzên xwe ji herêmê nekişandine, heta ku xwerêveberiya Êzîdiyan nebe xwedî statû wê talokeya li ser hebûna Êzîdiyan domdar be.

Di daxuyaniyê de hate gotin peymana PDK-Bexdayê ya li ser Şengalê nayê qebûlkirin, çareseriya mayinde ew e ku vîna gelê Şengalê û rêveberiya Şengalê were naskirin û xwedîderketina li berxwedana gelê Şengalê peywira her Kurdsitanî û mirovê xwedî rûmet e.

KCDK-E'yê got, ''Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku 5'ê Kanûnê li Ewropa, Kanada, Ewûstralya û hemû deverên cîhanê tevlî çalakiya, ''Her der Şengal e, her der berxwedan e'' bibin û li dijî dagirkerî û qirkirinê çalakiyan bikin, li Şengalê xwedî derkevin.''