KCÊ-E'yê Mam Zekî, Seîd Hesen Seîd û şehîdên nexweşxaneya Sikêniyê bi bîr anî

KCÊ-E'yê Mam Zekî Şengalî, Seîd Hesen Seîd û şehîdên nexweşxaneya Sikêniyê bi bîr anî û diyar kir ku armanca pêşengên wan ên şehîd ketin, Şengaleke Xweser û Demokratîk bû û ew ê jî bi heman armancê têkoşîna xwe dewam bikin.

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) bi wesîleya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê û şehadeta pêşengên civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî, Seîd Hesen Seîd û şehîdên Nexweşxaneya Sikêniyê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Meha Tebaxê, mehek pîroz û giran e ji bo gelê Kurdistanê, bi taybetî jî ji bo civaka Êzidî.  Li milekî meha Tebaxê meha Komkujiyan e, li milê din meha Tebaxê bûye meha berxwedan û azadiyê.

Di serî de em wekî Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê (KCÊ-E) qurbanî û cangoriyên komkujiyên meha Tebaxa 2007'an li Sîba Şêx Xidir û Til Izêrê, cangorî û qurbaniyên Fermana 3'ê Tebaxa 2014'an ên Komkujiya 15'ê Tebaxa 2014'an a li gundê Koço û Mam Zekî, Seîd Hesen Seîd û hemû cangoriyên nexweşxaneya Sikêniyê bi bîr tînin û dibêjin girêdana bi doza wan û bicihanîna armancên wan, wê me ber bi azadiyê ve bibe û siberoja me misoger bike. 

Di dîroka welat, gel, civak, bawerî, netew, kom û kesan de; sal, meh û rojên xwedî wate yên taybet hene ku bi bandora xwe siberojê diyar dikin, ava an jî ji holê radikin. Ji bona civaka Êzdî û baweriya Êzdayetiyê, meha Tebaxê xwedî wateyek weha ye. Bi qasî ku di vê mehê de û di nav çend salan de, ewqasî bûyer qewimîn, dibe ku di nava sed salên dawî da ewqasî bûyer neqewîmî bin. 

Di meha Tebaxê de, li hemberî civaka Êzdî, Êzdayetî û Şengalê, bê rawestan; komkujî, ferman û êrîş pêk hatin. Di encama vê yekê de, bi hezaran cangorî û bi sed hezaran qurbanî çêbûn. Ji ber vê yekê jî ev meh di nava civaka me de wek meha fermana, komkujî û cangoriyan tê pênasekirin. Di vê mehê de lehengî, berxwedan, vîn, ruhê Êzdayetiya rast û hêvî jî derket asta herî jor. 

Bê çawa di dîroka me de her tim ferman û hêvî bi hevdu re rû dan û hêviyan ferman têk birin, dîsa di sedsala 21'emîn û di nava 8 salên dawî de, dilsozî û sekna li ser rêya heqîqetê û îrada xurt bi nasnamê û Ezdayetiyê ve pêşî li fermanê girt. 

Bi navkirina tenê çend komkujiyên di vê mehê de, tê xweya kirin bi giştî Komkujî û Ferman ji aliyê hişmendî û hêzên ku ev nêzî 1500 sal in bê navber xwestin vê baweriya bi hezarê salan ji hole rakin, hatine kirin.

Di serpêhatiya dîrokê de, dewletên desthilatdar û metinger ev 100 salên dawî, di serî de dewleta faşîst, qirker a Tirk, ku xwe li ser xwîna gelan û baweriyan ava kiriye, hewl dida 'Erka Xweparastinê' bi gelê me bi tevahî Kurdistaniyan bide ji bîr kirin. Bi komkujiyên hovane, talankirina cih û warên dirokî, qedexeyên li ser ziman û çandê, têgihştina civakê ewqasî ber bi têkbirinê birin, ku ji cewherê xwe dûr bikevin. Têgihîştina civakê ji bo mafê wan, xwebûna wan, bi sedemên siyaseta inkar û qetlîaman ser û binê hev ketibû.

Her çendî hêzên paşverû xwestin jiyana koletiyê bi gelek salan bi me bidin qebûlkirin, di nava taritiya ku dijmin li ser me ferz dikir, di dema xwe û li cihê, di mehek ku meha Tebaxê bû, beriya 38 salan çirûskek, wek tîrêjek rojê, destpêkê zirav, lê germ û tije hêvî şewq dida. Ev tîrêja rojê, di şexsiyeta Rêber Apo û hevrêyên wî de, bi Pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an bi yek fîşekê, bersiva tolhildana hemû Fermanan bû. Bi Pêngava 15'ê Tebaxê, êdî ji bo Netewa Kurd û Kurdistaniyan, bawermenden olên cuda li ser axa Kurdistanê, dirokek nû, jiyanek nû  dihat destpêkirin. 

Dirokek nû, jiyanek nû, gelek pirs û lêgerînek di nava rûpelên dîroka Kurdistanê de dabû destpêkirin û pêwîst bûn. 

Bi lêkolîna van pirsan Rêberê gelan, Rêber Apo ji bo ku fermanan baş fahm bike, bersiva ji bo dagirkeriya dijmin û siyaseta înkarkirina Netewa Kurd û Kurdistaniyan bibîne, dest bi meşa ber bi heqîqetê kir.

Di nava rêxistinkirina Tevgera Azadiyê de, baldariyek taybet ji bo Êzdayetiyê vediqand. Ev rastiya Tevgera Azadiyê hişt ku bi sedan keç û xortên Êzdî tevlî meşa azadiyê bibin. Ev jî bû zemînek ji bo jinûve rêxistinbûyîna civaka Êzidiyan. Yek ji wan jî Zekî Şengalî bû, li çiyayên azad Fermandar, di nava civaka xwe de pêşengê serdemê. Di 15'ê Tebaxa 2018'an de, careke din, di rojek ji yên Tebaxê de, di roja salvegera komkujiya gundê Koço de, Mamê Êzîdxanê -Mam Zekî- bû armanca hêzên dagirker û qirker ku Fermana 14'ê Tebaxa 2007'an û ya 3'ê Tebaxa 2014'an anî serê civaka me, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û serkêşê DAÎŞ'ê Erdogan ve hedef hat girtin. 

Mamê Êzîdxanê -Mam Zekî- li ser biryara destwerdana Tevgera Azadiyê ya ji bo pêşîgirtina Fermana 74'an, xwe ji çiyayên azad ber bi Şengala birîndar ve berda. Mam Zekî, bi lehengên wek Fermandar Egîd Civyan û bi sedan gerîlayên azadiyê, di Tebaxa 2014'an de, bû jiyan, tifaq, berxwedan, parastin, rêxistin û hêviya siberojek azad ji civaka Êzdî re. Di kêliyên herî teng û zehmet de; bûbûn ronahî, hêz û bendek bilind ku wan hemûyan diparêzin.

Di pêşengiya Mam Zekî û gerîlayên azadiyê de di Tebaxa 2014'an de, li Şengalê rê li pêşiya qirkirinek bi giştî ya civaka Êzdî, rûxandina perestgeh û parezgeha civaka me hat girtin. Bi têkoşîn û berxwedana bi pêşengiya Mam Zekî da Êzdî, ji axa xwe ya pîroz qut nebûn û Şengal ji çeteyên Erdogan hat paqijkirin û rizgarkirin. 

Sekna şervanên azadiyê yên HPG,YPJ û YPG, têkoşîn û egîdiya Mam Zekî ya li hemberî êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê, di asteke herî bi nirx de bû. Mam Zekî, pêşengê avakirina jiyana azad û Demokratîk a Xweser ku Şengal û Êzîdxana ku xwe ji xweliyên xwe ji nû ve afirandibû. Mamê Êzîdxanê -Mam Zekî- xerca yekitiya li Êzîdxanê bû. Lewra civaka Êzdî digotin; "Mam Zekî stûna tifaqa me bû." Ewî di dilê hevalrêyên vê dozê de textê xwe danîbû. Di çavê gelê me de ew, abîdeyek aramî û baweriyê bû. Bi pêşengiya Mam Zekî, Fermana 74'an vala hat derxistin. 

Ji ber vê yekê Mam Zekî, bûbû hedef û armanca kes û komên ji aliyê hêzên ku biryara fermanê dabûn, ferman pêk anîbûn û bûbûn hevkarê fermanê. Roja ku wê bibe hedef hilbijartî bû, armanc 15'ê Tebaxê di 2018'an de bû, xwestin bi vê rojê dubarê meha Tebaxê li me reş bikin. 

Hêzên qirker û dagirker ku ferman anîn serê Şengalê, ji bona ku vê fermana nîvcomayî bibin serî, biryar dabûn ku pêşengên civakê, pêşengên pêşîgirtina li fermanê, ji holê rakin. Bi vê armancê di 16'ê Tebaxa 2021'ê de Fermandar û pêşengê civakê, Seîd Hesen Seîd û biraziyê wî şervanê YBŞ'ê Îsa Xwedêda, rastî êrîşeke komployî û bêbext hatin. Bi hevkariya Kazimî û PDK'ê, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin kuştin û bûn cangorî. 

Seîd Hesen Seîd, yek ji wan kesên ku hîna di destpêka salên 2000'î de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kiribû û wê demê tevî hemû astengî û zextên PDKê jî, bi komek hevalên xwe TEVDA ava kiribûn. Bi avakirina TEVDA'yê re, li ser paradîgma, hişmendî, felsefe, bîr û baweriya Tevgera Azadiyê û Rêber Apo, li Şengalê bûbûn rêxistin. 

Di encama rexistinbûn û hewldanên Seîd Hesen Seîd û hevalên wî de, piştî ku Mûsil di Hezîrana 2014'an da radestî DAÎŞ'ê hate kirin, Tevgera Azadiya Kurdistanê, 12 Siwarî şandibûn Şengalê. Bi pêşengiya Seîd Hesen Seîd û 12 siwariyan, di 3'ê Tebaxa 2014'an DAÎŞ hatibû rawestandin û zêdetirî sed hazar Êzdî ji fermanê hatibûn rizgarkirin. 

Di nava fermanê de bi pêşengiya Seîd Hesen Seîd, ciwanên Êzdî xwe kom kirin û di 8'ê Tebaxa 2014'an de Yekîneyên Berxwedana Şengalê -YBŞ- hat avakirin. YBŞ, bi avakirina xwe ya di nava Fermanê de bû hêza pêşîgirtina fermana dawî.

Her wiha Seîd Hesen Seîd, bi hemû malbat û eşîra xwe li kêleka gerîla bi erka parastina Êzdiyan rabûn, tevî dorpêça çeteyan jî heta kêliya dawiyê jî qet dest ji Şengalê bernedan. Bi pêşengiya Seîd Hesen Seîd, Êzdî bûn xwedî hêz, YBŞ di parastina Êzdiyan û rizgarkirina herêmê de rolekî sereke lîst û dibe hêza mayînde ya parastina Êzdî û Êzîdxanê. 

Seîd Hesen Seîd, bi Mam Zekî re di hemû milan de pêşengtî, fermandarî ji bo civaka Êzdî kir. Li kêleka hêzên leşkerî, di avakirin û rêxistinkirina civaka Êzdî de bûn xwedî kedeke mezin. Piştî rizgarkirina Şengalê, ji bo ku Rêveberiya Xweser a Şengalê tevî hêzên wê yên parastinê bibe xwedî statu; siyaset, dîplomasî û têkoşîn kirin. 

Bi taybetî jî li dijî Peymana 9'ê Cotmehê ya ku li ser daxwazên Tirkiyeyê, di navbera PDK û hikûmeta Iraqê da hatî îmzekirin, Seîd Hesen Seîd, bi saet û rojan, bê rawestandin xebat meşand. Ji bo betalkirina vê peymanê ku civaka Êzdî wekî fermaneke nû li hemberî hebûna xwe pênase dike, her di nav liv û tevgerê de bû. 

Piştî êrîşa di 16'ê Tebaxa 2021'ê ya li hemberî Seîd Hesen Seîd û biraziyê wî Îsa Xwedêda, bi rojekê, di 17'ê Tebaxê de, dewleta Tirk a dagirker êrîşî nexweşxaneya Sikêniyê kir. Dewleta Tirk bi vê êrîşa xwe careke din sûc li dijî mirovahiyê kir. Di encama vê êrîş û sûcê li hemberî mirovahiyê de, gelek xebatkarên nexweşxanayê û nexweşên ku dihatin dermankirin gihaştin şehadetê û gelek ji wan birîndarkirin.

Dewleta Tirk, hevkarên wê, desthilatdarên li herêmê û cîhanê û dijminên Êzdiyatiyê bi taybetî jî meha Tebaxê li me kirine meha ferman, komkujî û mirinê. Meha Tebaxê dixwazin li me reş bikin, Li dijî vê yekê divê em meha Tebaxê di kesayetiya Mamê Êzîdxanê -Mam Zekî- û Fermandar Seîd Hesen Seîd, veguherînin, meha vejîn û bîranîna cangoriyan.

Ji bo siberojek azad û ewle, li hemberî her êrîş û pêkanînên îmha û tunekirinê, em ê her xwe ji nûve hilberînin. Tovên jiyanê li Şengalê reşandîne, em nayên tunekirin. 

Bi 4'emîn salvegera şahdeta Mam Zekî û 1'emîn salvegera şahdeta Fermandar Seîd Hesen Seîd, li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin, tevahî cangoriyên meha Tebaxê, cangoriyên şoreşa Azadiyê bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Şengalek Xweser û Demokratîk armanca herî mezin ya Mam Zekî û Fermandar Seîd Hesen Seîd bû.

Êrîşên li ser pêşeng û fermandaran nîşan didin ku dijmin çiqasî nêzî têkçûnê ye. Li ser vî esasî, em wek Koordînasyona Civaka Êzdî ya Ewropayê soza domandina doza cangoriyan û bicihanîna armancên wan dubare bikin."