Karên îstîxbaratê yên dewleta Tirk ên li Bradostê

Dewleta Tirk li herêmên Başûrê Kurdistanê yên par dagir kir, di bin navê sermijartinê de dest bi karê îstîxbaratê kir.

Dewleta Tirk a dagirker qadên Geliyê Lata û Geliyê Jilya yên herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê par dagir kiribû ku bi dehan gund lê ne.

Dewleta Tirk a dagirker zextê li gundiyên li herêmê dike û gefan li wan dixwe.

Ji ber ku ti encam ji zext û gefên xwe negirt, meha dawî bi navê sermijartinê dest bi karê îstîxbaratê kir.

'SERJIMARTIN NÎNE, KARÊ ÎSTÎXBARATÊ YE'

Li gorî çavkaniyên xwecihî, sîxurên dewleta Tirk meha dawî bi wesayiteke bi plaqeya Hewlêrê ya bi hejmara 270013 li gundên li geliyên Jilya û Lata digerin û di bin navê sermijartinê de diçin malan.

Çavkaniyan gotin, di wesayitê de jinek û mêrek hene û tevî ku li Iraqê û Başûrê Kurdistanê sermijartin nîne bi navê serjimartinê karên îstîxbaratê dikin.

Çavkaniyên xwecihî dibêjin, divê gundî hay ji xwe hebin û deriyê xwe li kesên bi vê armancê tên malên wan venekin.