Karayilan: Li Garê tarûmar bûn; reviyan

Karayilan: Artêşa Tirk a asê ma; gaz bikar anî, serî li rêyên qirêj dan, 4 rojan hewl dan bikevin kampê. Zanîn ku ketine dorpêçê û hêzên me yên ku ew dorpêç kiribûn, wê ew tarûmar bikira. Dema ev ferq kirin, gaz bikar anîn û lezûbez reviyan.

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Gel Mûrat Karayilan destnîşan kir ku desthilata AKP-MHP-Ergenekon a di nava krîz û kaosê de bi ‘şova serketinê û hilbijartina pêşwext’ xeterî da ber çavê xwe û xwest Garê dagir bike û got:

“Di asta herî jor de plana wê hate amadekirin, lê tevî ku dizanî derveyî aqil û xeter e jî lê ev yek da ber çavên xwe. Erdogan qumar kir, lê winda kir. Ji bo dagirkeriyê hatibû, nekarî dagir bike, li şûna êsîran rizgar bike, kuşt; tararûmar bû.”

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Gel Mûrat Karayilan di Bernameya Taybet a Stêrk Tv de axivî û bal kişand ser êrîşên dagirkeriya Tirk a li Garê û encamên wê.

Karayilan di serî de her 15 gerîlayên li Garê şehîd bûne bibîr anî û diyar kir ku wan destan nivîsand. Karayilan got: “Em deyndarên wan in. Wan bi federkarî ev destan nivîsandin. Em ê bîranînên wan bidin jiyîn.”

Karayilan da xuyakirin ku şer û berxwedana Garê, di dîroka Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de ji niha ve cihekî girîng girt û got: “Şehîdan bi ked, cesaret û fedekarî ev destan nivîsand.” Karayilan bal kişand ku di dema êrîşa dagirkeriyê ya li Garê de ti operasyonek pêk nehatiye, di asta herî jor de rêxistinkirine û biryar dane û wiha pêde çû: “Serokomar, wezîr û fermandarê giştî bi xwe li ser rawestiyane. Bi mehan li ser amadekarî û wisa êrîş kirine.”

‘HEMÛ DERFET BIKAR ANÎN LÊ SERNEKETIN’

Karayilan anî ziman ku 6 salên dawî bi dagirkeriya dewleta Tirk re şerê dijwar kiriye, tevî ku hemû derfet hatine seferberkirin jî dewleta Tirk bi serneketine û negihiştine armancên xwe. Karayilan got: “Ji ber vê jî krîzeke sîstematîk pêk hatiye. Ev rejîma ji desthilata AKP-MHP-Ergenekonê pêk hatî, di nava kaosekî aborî, siyasî, civakî û leşkerî de ye. Siberoja wan xeter e. Di vê mercên zivistanê de xwestin sûdê jê bigirin û li dijî me dest bi pêngavekê bikin ku rejîma xwe bidomînin.”

Bi ser biketa wê hilbijartina pêşwext pêk bihata. Bi vê yekê ketin tevgerê. Di nava salek û nîvê de li Bakurê Kurdistanê ji Serhedê bigire heta Mêrdîn û Dersimê li dijî hêzên me 10 operasyon lidar xistin. Ji van jî ti encamek bi dest nexistin. Me li ti deverê şehîd nedan. Tenê li Mêrdînê 3 hevrêyên me şehîd ketin. Êrîşa li ser Garê jî weke rêxistinkirina gihiştina lûtkeyê amadekiribûn. Dixwestin Garê dagir bikin. Dixwestin li cihê herî stratejîk bicih bibin. Bi vî rengî dixwestin hem ji bo me hem jî hêzên derdor bidin nîşandan ku di pozîsyoneke bi hêz de ne.”

WÊ BI ÊSÎRAN ŞOV BIKIRA

Li heman herêmê êsîr jî hebûn. Di vê mijarê de xwedî agahî bûn, me jî dizanî ku ew xwedî vê agahiyê ne. Dixwestin biçin ser, yan kuştî yan jî bi sax bigirin dest û şovê pê bikin. Ji bo desthilata xwe bidomînin, xwestin şovekî wiha siyasî bikin.

JI BO DAGIRKERIYÊ HATIBÛN, NEKARÎN, GOTIN EM Ê; ÊSÎRAN RIZGAR BIKIN, TARÛMAR BÛN

Her çendî di asta herî roj de jî amadekarî kiribin jî, lê ne operasyoneke bi aqil bû. Ti mantiqekî vê nebû, lê xeterî dan ber çavê xwe. Erdogan qumar kir, lê winda kir. Bi temamî winda kir. Ji bo dagirkeriyê hatibûn, lê nekarîn. Digotin ji bo rizgariya êsîran hatibûn, lê nekarî wan jî rizgar bike; tarûmar bûn.

Xwestin ji fersendan sûdê bigirin. Her kes jî dizane, di şertên zivistanê de bi keşfê encam baştir tên girtin. Hem zivisvtan e, hem ewir û hewa jî vekiriye; di van mercan de termal zêdetir bikêr e. Hewa sar û pel tine, di van şertan de dikare baştir keşfê bike.

Diyar e ku li başûrê Garê hevrêyên me di mijara tedbîran de ne tam amade bûn, tedbîr kêm in. Wana wisa tesbît kirine. Hevrêyên me her demê li gorî Bakur tedbîr digirin. Wana ev jî tesbît kiribûn. Wan jî ev lewazî dîtine û bi tektîkekê êrîşî wê herêmê kirin. Xwestin ji vê sûdê bigirin û wisa encameke sûprîz bigirin.

ASÊ MAN, BI NEMERDÎ ŞER KIRIN, GAZ BIKAR ANÎN Û REVIYAN

Bi pêşengtiya Şoreş, Rojhat û Seyfiyan berxwedanekî pir girîng hate kirin; hevrêyên me hê di gava yekem de bi dijwarî li wan dan. Artêşa Tirk a asê ma. Jixwe zanîn ku asê man, ji bo wê serî li rêyên ne mirovî û ne jî merdaneyî dan. Gaz bikar anîn û bi tirsonekî şer kirin. Serî li rêyên qirêj dan, 4 rojan hewl dan bikevin kampê..

Zanîn ku ketine dorpêçê û hêzên me yên ku ew dorpêç kiribûn, wê ew tarûmar bikira. Dema ev ferq kirin, gaz bikar anîn û lezûbez reviyan.

QAŞO OPERASYONÊ BERFIREH DIKIN, LÊ REVIYAN

Belkî gotina Yaşar Buyukanit a ‘Mîna mûyê ji nava yag derxînî, derketin’ bikar neanî, lê wisa bû. Wisa kirin qîr û hewar, gelek êrîşên esmanî pêk anîn ku ji bo di çapemeniyê de bêjin; ‘Operasyonê berfireh dikin’ û wisa di wê navberê de reviyan. Ev rewş ji bo wan windahî û şikestinekî pir mezin bû. Erdogan cara yekê neçar ma ku bêje; ‘Mixabin em bi ser neketin’. Lehengên me ev yek bi Erdogan dan gotin.

Ez vekirî bêjim, eger di mercên havînê de ba û çend saetan hewa ewrî ba, yek ji wan sax ne difilitî. Wê hemû tine bibana. Niha jî dîsa bi lehengiya hevrêyên me darbeyek xwarin, lê wê darbeyek hê xurtir bixwariba.”

GERÎLAYÊ SERDEMÊ

Karayilan anî ziman ku wan dîtin bê ka tîmên profesyonel ên li ser kar dikin çawa encam digirin û diyar kir ku gerîlayan li Heftanînê ezmûna vê yekê girtin, bi rê û rêbazan li Garê jî ev yek piştrast bû û ev nirxandin kir: “Li gorî agahiyên ku hevrêyên me dan, 20 dron, balafirên keşfê û 41 balafirên şer li ser Garê digerin. Helîkopterên Kobra, Atak û Skorsky hene. Di nava van 4 rojan de bi dehan tîmên me di nava tevgerê de bûn. Dibêjin 50 cih bombe kirine, hejmarê baş nizanim, lê di encama van hemû cihê hatinî bombekirin de tenê hevrêyek me şehîd bû. Hevrêyên me yên şehîd bûne hemû di şer de şehîd bûne. 3 hevrêyên me jî dema diçûn cihê şer şehîd bûne. Gerîlatiyeke rast û di asta ku bê erêkirin de, bi tûnel û şerê gerîlatî, bi berxwedana Garê carekî din hate tesbîtkirin. Bi vê berxwedanê re demekî nû destpê kir; terzekî serketî yê mezin hate zelalkirin. Di wê baweriyê de me ku wê ev yek di nava salê de bibe rêbaz û ruhekî nû.”

BILA HEYETÊN SERBIXWE BÊN LÊKOLÎN BIKIN

Karayilan bal kişand li ser terz, şêwazê êrîşê û rêbazên hatine bikaranîn, ne mimkûn e ku êsîr bi saxî bên rizgarkirin û got: “Piştî bi dehan car bombekirinê, şer hate kirin û hatin têkşikandin. Herî dawî gaz bikar anîn. Ji bo ev mirov bi saxî bimînin, ti hewldan nehatekirin; berovajî her cûre çek bikar anîn. Ji bo ku wana bi sax li gel xwe bibin, nehatibûn. Ji bo desthilata xwe kirin qurban.

Heta roja îro me bi sedan leşkerên dewleta Tirk êsîr girtin, ti demê me êsîr nekuştine; her carê jî bi rêbazekê me radestî malbatên wan kirin. Di demê xwe de navbeynkar hatin û çûn, lê ji bo êsîran tu kes nehatin. Ji ber ku rejîma AKP-MHP’ê rê nedida kesekî. ÎHD’ê û saziyên civaka sivîl serlêdan kirin, lê rê nehate dayîn.

Em girêdayî hiqûqa şer a navneteweyî ne. ji bo parastina van jî fedakariyên mezin hatin kirin, em vekirî ne, heyetên navnetweyî/serbixwe dikarin bên qadên me. Cenazeyê hevrêyên me yên şehîd bûne hene, dikarin nimûneyan ji ser wan bigirin. Dikarin li kampê lêkolînan bikin. Em wan vedixwînin, bila bên, lêkolîn bikin û bila faşîzma dewleta Tirk bibînin.”