Karasû û Karayilan di kêliya dawî de ji sûîqestê rizgar bûn

Dema ku balafirên F-16 bombe li cihê civîn bi navbeynkaran re dihate kirin barandin, rayedarên PKK'yî jî li herêmê bûn. Bombe li cihekî ku bi 200 metreyan dûrî Karayilan bûn, hatin barandin. Cihê ku Karasû lê bû, armanca hedefan bû.

Beriya niha bi neh salan bû. Demsala payizê bû. Aliyan hevdîtinên veşartî dikirin. Di dema hevdîtinan de qala niyeta xwe ya baş dikirin û li ser mutabaqatan daxivîn. Lê belê yek ji aliyan, di her firsendê de ji bo hewldanên çareseriyê têk bibe û derbê lê bixe, plan dikir û ev planên xwe jî bi cih danî.

Roja 3'ê Îlona 2008'an, heyet li bajarê Oslo yê Norwêcê li hev civiyan. Hevdîtinê du rojan dewam kir. Li aliyekî heyeta PKK'ê, li aliyê din jî heyeta dewleta Tirk hebû. Gelek welat û rêxistinên civakî yên sivîl di van hevdîtinan de navbeynkar bûn yan jî destek didan. Norwêc jî yek ji van welatan bû.

Desthilatdariya AKP'ê pevajo ya weke amûrekê bi kar danî ji bo planên xwe yên siyasî bi cih bîne, ya jî dixwest bi vê firsendê derbê li PKK'ê bixe.

Ev pêvajoya ku wê piştre weke hevdîtinên Osloyê bihatina binavkirin, ewilî 3-4'ê Îlona 2008'an dest pê kir. Di pirtûka Amed Dîcle ya bi navê "Hevdîtinên Tirkiye-PKK'ê yên 2005-2015: 'operasyona pêvajoya çareseriyê' ya li dijî çareseriya pirsgirêka Kurd" de, bi berfirehî qala vê pêvajoyê tê kirin.

Di hevdîtinên 10 salan ên navbera 2005-2015'an de li ser çi hate axaftin, kî tevlî bûn, kê destek dan, kîjan lihevikirin hatin kirin, gavên pratîkî kîjan in û dewletê di vê pêvajoyê de êrîşên bi çi rengî kirin, hemû tên vegotin.

Dewleta Tirk di dema hevdîtinan de xwe ji kirina êrîşan venegirt. Yek ji van êrîşan jî li Qendîlê hate kirin. Armanca êrîşê rêveberên payebilind ên PKK'ê bûn. Êrîşa li Qendîlê piştî hevdîtina destpêkê ya bi navê Oslo-1 hate kirin.

Li gorî pirtûkê, heyeta navbeynkar piştî nirxandina rewşê li Enqereyê, berê xwe da Qendîlê. Di nava vê trafîka hevdîtinan de peyamek ji Qendîlê re diçe. Heyet dixwaze biçe navenda PKK'ê. Di pirtûkê de bi berfirehî qala daxwaz û sedemên vê hevdîtinê tê kirin. Heyeta ku 4'ê Mijdara 2008'an diçe Qendîlê, ji aliyê PKK'yiyan ve tê pêşwazîkirin. Heyeta ji Enqereyê hat, beriya hilbijartinên herêmî yên Adara 2009'an daxwaza agirbestê dike.

Di nava heyeta PKK'ê de Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan, Alîkarê wî Bozan Tekîn û endamên Heyeta Osloyê Mûstafa Karasû û Sozdar Avesta cih digirin. Ji saziya navbeynkar jî çar welatiyên Îngilîz tevlî hevdîtinê dibin. Heyeta dewletê jî bi rêya saziya navbeynkar radigihîne ku eger agirbestek bê ragihandin ew ê di pratîkê de li gorî wê tevbigere.

Dema ku ev hevdîtin tê kirin, li Enqereyê jî liv û tevgere çêdibe. Êrîşe li dijî PKK'ê hatiye plankirin. Piştî ku rayedarên saziya navbeynkar ji cihê hevdîtinê diçe, rêveberiya PKK'ê li herêmê dimîne û rewşê dinirxîne. Sibeha roja din, ji rayedarên PKK'ê diçin nuqteyeke din a nêzî vê derê.

Gelek balafirên şer ên bi tîpa F-16 bombeyan li cihê civîn lê hate lidarxistin dibarînin. Wê çaxê rayedarên PKK'ê jî li herêmê ne. Bombeyên kazanê li cihê ku tenê 200 metreyan dûrî Karayilan e, dikevin. Cihê ku Karasû lê ye, yekser dibe armanca bombeyan. Karayilan tenê nîv saet berî bomberdûmanê ji vê cihê bû hedef derdikeve.

Bi bombeyên bi tonan giran, herêm tê bombekirin. Nuqteya binê erdê ku Karasû lê ye, bi fuzeyan tê bombekirin. Bombe ewqasî bi giranî dibarin, bêhn li mirovan diçike. Hin parêzvanên Karasû û Karayilan di êrîşê de jiyana xwe ji dest didin. Rayedarên PKK'ê di êrîşê de bi saxî rizgar dibin, birîndar jî nabin. Di pirtûkê de tê vegotin, ku di wê demê de kîjan rayedarê PKK'ê çawa bi cih bûye, bi çi rengî tevgeriyane û kîjan gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.

Di pirtûkê de bal tê kişandin ser rola fermandarê gerîla Gelhat, ku wê çaxê berpirsyarê ewlekariya Karayilan e û piştre li Kobanê li dijî DAIŞ'ê şer dike.

Roja ku ev êrîş bê kirin, Serokkomarê wê demê Abdullah Gul jî serdana xwe ya li Amedê betal dike.

Heyeta navbeynkar a hevdîtinên Osloyê, ku piştî rojekê diçe cihê bûyerê, careke din dibe hedefa êrîşê. Êrîş vê carê jî ji Îranê tê kirin.

Û ev êrîş di hevdîtineke din a Osloyê de dibe mijar. Aliyê Tirk bersivên balkêş dide.

Dewleta Tirk, hewldanên ji bo aştiyê ji xwe re weke firsendekê dît û ji bo beşeke girîng a rêveberiya PKK'ê tasfiye bike, bi balafiran êrîş kir. Ev êrîş bi tena serê xwe radixe pêş çavan bê dewleta Tirk ji pêvajoya çareseriyê çi fêhm dike. Di pirtûkê de tê vegotin, bê rejîma AKP'ê çawa hewl daye pêvajoya çareseriyê têk bibe, bi kîjan armancan nêzî pêvajoyê dibe û çima ji vê pêvajoyê re 'operasyona' li dijî çareseriyê tê gotin. Pirtûk wê ji weşanên Mezopotamyayê derkeve.

Weşanên Mezopotamya:
Tel: 0049 2131/4069093
E-mail: [email protected]
www.pirtuk.eu