Karasû: Tirkiye nikare bi me!

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû ji rojnameya Le Temps a Swîsreyî re axivî. Karasû di mijara operasyoneke gengaz a Tirkiyeyê de got, "Ne dikare me ji vir derxîne, ne jî dikare bi me."

Nûçegihanê rojnameyê Borî Mabîllard çavdêriyên xwe yên li Qendîlê ragihand û diyar kir, balafirên şer ên Tirk bomberdûmana xwe giran kiriye. Rojnamevan ragihand, rejîma Enqereyê nêta xwe ya ji bo qedandina PKK'ê bi operasyoneke dawî venaşêre û wiha qala Qendîlê kir: "Herêma Qendîlê weke destmaleke qermiçî ye. Dema ku bi temamî rast bibe, mezinahiya wê bi sê qatî zêde dibe. Rolyef, berf, geliyên berfireh PKK'ê li vir diparêzin."

Rojnameyê bal kişand ser bendên kontrolê yên gerîla û ragihand ku gerîlayê bi navê Zagros balafirên kefşê yên bê mirov nîşan dide û dibêje, "Ev predator in ku DYA'yê dane Tirkiyeyê. Liv û tevgerê tespît dikin. Ji bo em xwe biparêzin, tedbîra destpêkê ew e ku em xwe nelivînin. Tedbîreke hêsan e, lê gelekî bi bandor e."

Karasû ji rojnameya Le Temps re axivî û got, "Nêzî 20 baregehên artêşa Tirk li nava xaka Iraqê hene. Me dişopînin, lê nikarin kontrol bikin. Em gelekî bi tevger in û me li dijî vê yekê taktîk afirand."

Li gorî Karasû, pirs ne ew e ku 'Gelo Tirkiye wê êrîş bike yan na', pirs ew e ku Tirkiye wê kengî êrîş bike. Karasû dibêje, "Lê belê ne dikare me ji vir derxîne, ne jî dikarin bi me. Sih sal in bêyî serketineke leşkerî didome."

Karasû biryara Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) ya li dijî sê rêveberên PKK'ê nirxand û got, "Mesaja Washîngtonê du alî ye. Ji aliyekî ve temînatê dide Tirkiyeyê, hewl dide bêhnê bîne ber, li aliyê din jî ji bo karibe operasyoneke mezin a leşkerî pêk bîne, serbestiya operasyonê dide."

Karasû diyar kir, DYE di mijara hedefê de şaşitî kiriye û got, yê ku gefê li aramiya herêmê dixwe Tirkiye ye.

Karasû got, "Di çarçoveya têkoşîna dijî Dewleta Îslamê (DAÎŞ) de em bi DYE re di nava koordînasyoneke yekser de ne. Eger em nebûna, wê Erbîl (Hewlêr) biketibûya bin kontrola DAÎŞ'ê. Ne ji şervanên me be, dinya nikare ji cîhadîstan rizgar bibe."