Kameramanê Rojnewsê li Silêmanî hate binçavkirin

Kameramanê Rojnewsê Mihemed Welî, ji aliyê Asayîşa Silêmanî ve di dema şopandina nûçeyê de hate binçavkirin.

Kameramanê ajansa nûçeyan Rojnewsê Mihemed Welî, çalakiya protestoyî ya beriya serdana Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî ya îro li Silêmanî bike, dişopand. Lê belê di dema şopandina nûçeyê de ji aliyê hêzên asayîşê ve hate binçavkirin.

Hêzên Asayîşê ku li kolana Salîm kameramanê Rojnewsê Mihemed Welî binçav kirin, dst danîn ser kamera û makîneya wî ya wêneyan.

Wekî din, çalakiyên ji bo şermezarkirina Barzanî li gelek cihên Silêmanî dewam dikin.