Jinên Rojava xebatên xwe berfireh dikin

Jinên Rojava xebatên xwe berfireh dikin

Li bajarê Mincibê di encama xebatên Yekîtiya Star de Navenda Perwerde û Zanistê ya Jinê, bi tevlîbûna sedan jinan hate vekirin. Li bajarê Reqa ku di navbera hêzên rejîmê û Artêşa Azad de pevçûn didomin jî, bi dehan jinên kurd 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kirin.

Tevgera jinên Rojavayê Kurdistanê Yekîtiya Star, di çarçoveya birêxistinkirina jinan de xebatên xwe berfireh dike. Di çarçoveya van xebatan de li bajarê Minbicê bi beşdariya sedan jinên Kurd û Ereb Navenda Perwerde û Zanistê ya Jinê hate vekirin. Di merasîmê de endama Yekîtiya Star Roja Tolhildan axivî û 8’ê Adarê û vekirina navendê li hemû jinan pîroz kir.

Seroka Meclîsa Gel a Bajêr Eyşe Efendî jî, li ser têkoşîna hevbeş a jinên Kurd û Ereb rawestiya.

Piştî axaftinan kurdeleya navenda jinê bi tîlîlî û muzîkê hate birîn. Bername bi govendên Koma Folklorê ya Minbicê û muzîkê bidawî bû.

Lİ REQA PÎROZBAHİYA 8’Ê ADARÊ  

Li bajarê Reqa ku di navbera hêzên rejîmê û Artêşa Azad de pevçûn didomin jî, bi dehan jinên Kurd 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kirin. Pîrozbahî li Mala Gel a Taxa Methelê hate lidarxistin. Di pîrozbahiyê wêneyên kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin daliqandin.

Di pîrozbahiyê de Endama Yekîtiya Star Şervîn Delîl axivî û bal kişand ser girîngiya 8’ê Adarê. Delîl her wiha li ser rola jinê ya pêşxistina civakê rawestiya û got ku, li gel şertên zehmet ên Reqayê jî divê jin cihê xwe terk nekin.

Pîrozbahî bi starên koma Mezopotamya ya muzîkê  bidawî bû.