Jinên HDP'yî: Çareserî bi vekirina deriyên Îmraliyê dibe

Meclîsa Jinan a HDP'ê nerazîbûn nîşanî destgîrkirina jinên di greva birçîbûnê de da û got, "Çareserî bi bêhiqûqî, zext û zilmê nabe, çareserî bi vekirina deriyên Îmraliyê dibe."

Meclîsa Jinan a HDP'ê, li ser destgîrkirina jinan ku Dayikên Aştiyê jî di nav de ne daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ji bo piştgiriya bi Leyla Guven re li avahiyên wan ên li Amed, Wan, Êlihê bi pêşengiya TJA'yê grevên birçîbûnê hatine destpêkirin, lê bi dehan jin ku Dayikên Aştiyê jî di nav de ne, bi rengekî nehiqûqî hatine destgîrkirin.

Meclîsa Jinan a HDP'ê işaret bi tecrîda girankirî ya li Îmraliyê kir û diyar kir, ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin, hevdîtina bi parêzer û malbatê re bi rengekî kêfî tê astengkirin.

'HETA KU TECRÎD BI DAWÎ NEBE, DEMOKRATÎKBÛN PÊK NAYÊ'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Astengiya herî mezin a li pêşiya demokratîkbûn û çareseriyê, tecrîd bi xwe ye. Heta ku tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî nebe û ev bêhiqûqî ji hemû aliyan ve neyê teşhîrkirin, gavek ber bi aştî, azadî û wekheviyê ve nayê avêtin û kes nikare qala demokratîkbûnê bike. Jin wê li dijî tecrîdê ti carî ji têkoşîn û berxwedana xwe venegerin."

'ÇARESERÎ BI VEKIRINA DERIYÊN ÎMRALIYÊ DIBE'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, çareserî bi bêhiqûqî, zext û zilmê nabe û hate gotin, "Çareserî bi vekirina deriyên Îmraliyê bi bidawîkirina tecrîdkirina Birêz Ocalan dibe."

Di dawiya daxuyaniya Meclîsa Jinan a HDP'ê de hate gotin, divê kesên hatine destgîrkirin tavilê werin berdan.