Jin sibê li Amedê dest bi greva birçîbûnê dikin

Çalakgerên KCD, HDP, DBP û Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo hevgirtina Leyla Guven û girtiyên di zindanan de bi şîara ‘Daxwazên wan, daxwazên me ne’ wê dest bi greva birçîbûnê ya ji bo 3 rojan bikin.

Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were di roja 32'yan de ye. Çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo piştevaniya çalakiya Guvenê her diçe berbelav dibin. Çalakgerên jin ên KCD, HDP, DBP û TJA'yî wê sibê li avahiya HDP'a Amedê ji bo 3 rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin. Jinan der barê çalakiyê de li avahiya KCD'ê daxuyanî dan.

Endama Dîwanê ya Hevserokatiya KCD'ê û aktivîsta TJA'yê Xecê Şen diyar kir ku di şexsê Ocalan de hemû gel tên tecrîdkirin û ev yek nayê qebûlkirin. Şen bal kişand ser çalakiya Guvenê ya li hemberî tecrîdê û got: "Ji ber Leyla Guven vê tecrîdê qebûl nake 32 roj in di greva birçîbûnê de ye. Piştî Leyla Guvenê li hemû zindanan çalakiyên greva birçîbûnê dest pê kirin. Kesên ji xwe re dibên 'em mirov in', 'em tecrîdê qebûl nakin', 'em şer qebûl nakin' divê xwedî li vê çalakiyê derkevin. Em KCD û TJA çalakiya Guvenê û ya li zinadanan silav dikin. Daxwazên wan daxwazên me ne."

Hevberdevka Delegeyên KCD'ê ya Amedê Zelal Bîlgîn jî diyar kir ku ji girtîgeha Leyla Guvenê tê de bû çend roj berê hat berdan û got: "Di 7'ê Mijdarê de Leyla Guvenê li eywana dadgehê dîrok nivîsand. Di vê serdemê de ya ku hiqûq û edalet nemaye, derseke hiqûq û edaletê da. Em niha di serdemeke bêhiqûqî ku de ne, kes nikare biaxive. Loma divê hemû rêxistinên demokratîk xwedî li vê berxwedanê derkevin. Ez li cem Leyla Guvenê mam. Wê bi bawerî û biryardariya xwe teqez tecrîdê bişîkîne. Ew parlementereke jin e û ji bo dawî li vê tecrîdkirina dixwaze nasnameya gelên Rojhilata Navîn tune bike bê hewl dide ev têkoşîn mezin bibe. Tenê daxwazek wê heye, ew jî bidawîkirina tecrîdê ye. Em ê jî vê têkoşînê xurt bikin."

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Makbûle Ozbek jî, diyar kir ku ew naxwazin cenaze ji girtîgehê derkevin û ji bo dawî li tecrîdkirina Ocalan wê ew ê dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin.