Ji Strasboûrgê peyam: Berxwedan wê bidome

Li Strasboûrgê piştî ku 18 Kurdistaniyan greva birçîbûnê da destpêkirin li pêşiya Konseya Ewropa mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de peyama “Berxwedan heta ku encam bigre wê bidome” hate dayîn.

Ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê 18 Kurdistaniyan bi daxuyaniya çapemeniyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin. Piştî daxuyaniyê li pêşiya Konseya Ewropa mîtîngek hate lidarxistin.

Di mîtîngê de Hevserkê KONGRA-GEL Remzî Kartal axivî û berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven silav kir. Kartal got gelê Kurd bi daxwaza rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan liberxwe dide. Kartal bi domdarî got; “Greva birçîbûnê ya îro hatî destpêkirin parçeyek girîng ê berxwedanê ye. Li Kurdistan û Ewropa heta daxwazên çalakiyan pêk neyê wê çalakî bidomin.

‘DIVÊ EM DI NAVA HER ÇALAKIYÊ DE BIN’

Partiya Komunîsta a Fransayê jî di mîtîngê de peyamek pêşkêş kir. Piştî peyamê rojnameger-nivîskar Ahmet Nesîn axivî û wiha got; “Bi vê çalakiya re wê gelê Kurd saziyên Ewropa neçar bikin ku kar bikin. Divê em tu caran hêviyên xwe winda nekin, divê em di nava her çalakiyê de bin. Min hêviya xwe dîsan winda nekiriye, ji ber ku beriya 40 salan min bi rêxistinekê re destpê kir û piştî 40 salan bi rêxistinek din re heman têkoşînê didomin im.”

ERÎŞA LI SER OCALAN LI DIJÎ HEMÛ SOSYALÎSTAN E

Zeynep Dîren li ser navê Yekîtiya Jinên Sosyalîst û Federasyona Koçberên Bindest ên Ewropa axivî û wiha got; “Ev 40 sal in êşkece û tecrîd li dijî Ocalan tê kirin. Gelê Kurd serî ne tewandiye. Êrîşa li dijî Rêberê Gelê Kurd li dijî hemû sosyalîstan e. Em çalakiya greva birçîbûnê silav dikin. Berxwedan geş dibe, em li gel wene ji Abdullah Ocalan re azadî.”

Ji Partiya Çepgir Mehmet Cengîz jî wiha got; “Tecrîd leyîstoka gurkirina şer e. Li dijî bêheqîya tê kirin wê têkoşîn serbikeve.”

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) jî axaftin hate kirin, berxwedana Guven hate silavkirin û destek kirin. TJK-E wiha got; “Hemû çalakî heta ku encam negrin wê bidome.”

Mîtîng bi strana “Ozgurluk Mahkumlari” ya ku ji aliyê Ozan Emekçî ve hate xwendin re bi dawî bû.