Ji Strasboûrgê bang li CPT hat kirin: Tavilê biçin Îmraliyê

Çalakiya rûniştinê ya bê dem a li Strasboûrgê bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest pê kir. Kurdistanî ji CPT dixwazin ku ji bo lêkolînkirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tavilê heyetekê bişîne Îmraliyê.

Ji ber fikarên li ser ewlekariya Ocalan û nûçeyên di dema dawî de li medya Tirk li ser tenduristiya Ocalan hatin weşandin, gelê Kurd li ser piyan e. Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê jî bi vê armancê çalakiya rûniştinê dest pê kir.

Li hemberî xemsariya Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT), bi sedan kesî li ser banga bi dehan saziyên Kurd, kesayet û dostên Kurdan dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Kurdistaniyan tevî dostên xwe danê sibehê berê xwe dan herêma ku avahiyên Konseya Ewropa û CPT lê ne û bi qîrîna dirûşman xwestin ku Rêberê Gelê Kurd azad bibe. Girseya gel ji CPT û Konseya Ewropayê xwest, tavilê bikevin nava liv û tevgerê.

Çalakiya rûniştinê wê piştî demeke kin bi daxuyaniya çapemeniyê dest pê bike. Bi dehan nûnerên saziyan û kesayet wê li vir biaxivin.

KOÇ: DIVÊ CPT TEQEZ HEYETÊ BIŞÎNE

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç li qada çalakiyê axivî û bal kişand ser fikarên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd.

Koç destnîşan kir, ku heta agahiyeke zelal ji rewşa ewlekarî û tenduristiya Ocalan bigirin wê çalakiya xwe neqedînin û bang li CPT kir ku tavilê bi erk û berpirsyariya xwe rabe.

Parlamenterê Şirnexê yê HDP'ê Faysal Sariyildiz jî destnîşan kir, ku wê li hemberî tecrîd û polîtîkayên qirêj ên li ser Ocalan li ber xwe bidin. Sariyildiz bang li CPT jî, ku tavilê bi berpirsyariya xwe rabe.

HEZER: TECRÎDA LI SER OCALAN TECRÎDA LI SER GELÊ KURD

Parlamentera Wanê Tûgba Hezer jî bi taybetî bang li jinan kir ku li hemberî tecrîda li ser Ocalan derkevin û ji CPT jî xwest, ku nebe amûrek ji polîtîkayên qirêj ên AKP'ê. Hezer destnîşan kir, ku rakirina tecrîda li ser Ocalan wê were wateya rakirina tecrîda li ser gelê Kurd.

DÎCLE: TÊKOŞÎNA JI BO TENDURISTÎ Û EWLEKARIYA OCALAN, RÛMET E

Endamê Heyeta Îmraliyê Hatîp Dîcle jî anî ziman, ku Ocalan ligel êşkenca 19 salan lê tê kirin jî, rêbertiya stratejîk a gelê Kurd bi rê ve dibe.

Dîcle bi zimanekî tund CPT, Konseya Ewropa û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ku bi bêdengî li tecrîdê temaşe dikin şermezar kir û got, ev yek dibe sedema nerazîbûna Kurdan.

Dîcle da zanîn, Ocalan di heman demê de lîderê şoreşa jinê ya li Reqayê ye, ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn rê nîşan dide û destnîşan kir, ku tezên Ocalan êdî li nava derdora entellektuel û akademîk a li cîhanê tên nîqaşkirin.

Dîcle diyar kir, têkoşîna ji bo pêkanîna ewlekarî û tenduristiya Ocalan cihê rûmetê ye û bang li CPT kir ku tevî malbatê biçe Îmraliyê. Dîcle got wê heta dawiyê têbikoşin.

KARTAL BANG LI CPT KIR KU BI ERKA XWE RABE

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal jî işaret bi fikarên li ser rewşa Ocalan kir û destnîşan kir, ku gelê Kurd wê ti carî ji daxwaza xwe ya azadiyê venegere. Kartal bang li CPT jî kir ku bi erka xwe rabe.

Remzî Kartal anî ziman, ku heta agahiyê ji Ocalan bigirin wê çalakiyên xwe bidomînin û bang li gelê Kurd kir, ji bo tevlî çalakiyan bibe.

Bi navê Tevgera Goran parlamenter Dr. Serga Mehemed Emîn li çalakiyê peyivî û tecrîd û sîstema êşkenceyê şermezar kir.

Emîn bal kişand ser girîngiya Ocalan ji bo Kurdan û gelên herêmê û got, pêwîstiya gelên Rojhilata Navîn û tevahiya Kurdistanê bi Ocalan heye. Dr. Serga Mehemed Emîn xwest, ji ber vê yekê tecrîda li ser Ocalan tavilê bê rakirin.

Hevserokê Partiya Îslamî ya Kurdistanê Hîkmet Serbilind jî got, divê her kes li ber tecrîd û êşkenceya li Ocalan tê kirin rabe. Serbilind banga yekîtiyê li gelê Kurd kir û ji bo azadiya Ocalan banga têkoşînê kir.

Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret jî bal kişand ser komkujiyên li Kurdistanê hatin kirin û bi bîr xist, ku faşîzma AKP'ê rûyê xwe yê herî gemarî nîşan da. Îmret ji CPT xwest ku der barê tenduristiya Ocalan de tavilê bikeve nava liv û tevgerê û banga geşkirina têkoşînê li gelê Kurd kir.

ŞAKAR: DI 19 SALAN DE CPT, KE Û DMME TU CARÎ EVQASÎ NE XEMSAR BÛN

Parêzerê Rêberê Gelê Kurd, Mahmût Şakar jî diyar kir ku tecrîda vê dawiyê li gorî yên salên berê girantir e û got “CPT, KE û DMME tu carî evqasî ne xemsar bûn.”

Şakar diyar kir ku CPT’ê berê gelek rapor amade kiriye û neweşandina rapora serdana dawiyê rexne kir. Şakar bang li saziyên navneteweyî kir ku divê heyetekê bişînin Îmraliyê.
Li ser navê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Tûrhalli diyar kir ku, kesên li hemberî tecrîda

Ocalan bêdeng in, munafiq in. Tûrhalli diyar kir ku ji kîjan baweriyê dibe bila bibe divê her kes li dijî tecrîdê be.

Li ser navê Malbatên Şehîdan Şengê Kahraman diyar kir ku divê dewleta Tirk ji ber polîtîkayên xwe yên qirêj hesab bide.

Piştî axaftinan girse wê heta ber avahiya CPT’ê bimeşe.