Ji partî û saziyên Kurdistanî li dijî 'birakujiyê' daxuyaniya hevpar

Partî û saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê li dijî talokeya 'birakujiyê' ya li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar dan û bang li hemû sazî, rêxistin û dezgehên Kurdistanî kirin ku li dijî talokeya şerê navxwe dengê xwe bi rengekî xurt derxînin.

Partî û saziyên Kurdistanî bi daxuyaniyeke hevpar bal kişandin ser rewşa taloke ya li Başûrê Kurdistanê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Deme ke dirêj e ku li ser sînorê Bakur-Başûr û nexasim li Başûr rûdanên neçê di rojevê de ne. Li gorî nûçeyên rojên dawî Heftanîn, Garê, Metîna û hwd jî zemîna şer çêdibe'' û bang li hemû hêzên Kurdistanî hate kirin ku bilez li dijî talokeya şerekî navxwe dengê xwe bi rengekî bilind derxînin.

Daxuyaniya hevpar a partî û saziyên Kurdistanî wiha ye:

''Bêguman ev projeya kambax li gorî siyaseta dagirker û qirker a Tirk çêdibe. Fermandarê vê siyaseta êrîşkar R. T. Erdogan û Bahçelî ne, dijminatiya xwe ya li dijî Kurdan û Kurdistanê her roj gelek caran aşkere dikin.

Gazin ji dijmın nabe, ya hewceyî pê heye berxwedan e. Belê gazin û daxwaz ji tevger û rêberên Kurd û Kurdistanê ye. Jixwe cihê mixabiniyê ye ku neyarên me bêyî alîkariya niştecihyên Kurdistanê nikarin ev qas êrîşê bînin ser gelê me û xaka pîroz.

Lê heyf ku Erdogan û hinek rêveberên tevgerên me Kurdan bi eynî zimanê diaxivin, daxuyaniyên hevpar ên dijî berjewendiya gelê me didin. Heke wiha bidome rojên malwêranî, birakujiyê ne dûr in, li ber me û li ber deriyê me ne.

Em partî û saziyên Kurdistanê yên li Ewropayê vê talokeya mezin dibînin û ji bo ku em pêşî li vê bigirin, di serî de bang liş hêzên Kurdistanî yên Başûr dikin. Her wiha em bang li hemû sazî û rêxistiniyên Kurdistanî bi giştî dikin, da ku bi lezginî helwesta xwe li dijî şerê navxwe bi dengekî bilind ragihînin û ji dest wan tê niha b ikin, nehêlin sibe, dibe ku sibe dereng be.

Bêguman em rola hêzên sereke yên PKK, PDK, YNK, GORAN û hwd. zanin, helbet banga me ya bi dengê herî bilind ji wan re ye û divê ew bi vê rola xwe ya xêrê ya Kurdistanî rabin!

Her wiha li vir bangek me ya taybetî ji Kek Mesûd Barzanî re heye. Em û gelê me wê gotina wî ya gotibû “heta ez hebim, ez nahêlim şerê birakujî çêbibe” ji bîr nakin.

Vaye şer li ber derî û li ber çava ye, lê ev demek dirêje bêdeng e, gelo çima? Niha dengê xwe dernexe û rola xwe neleyize û pêşî li şerê xwekujî negire, em ê kengî dengê wî bibihîzin û wî bibînin?

Em, çav li rêya xebera xêrê û helwestên neteweperwerîyê ne! Em hêvîdar in ku şerekî birakûjî çênebe, berovajî helwesta Tifaqa Neteweyî derkeve pêş, lê belê ne li dijî hev, li dijî dewleta Tirka milên xwe bidin hev!''

Sazî û rêxistinên ku mohra xwe danîne binê daxuyaniyê:

 

YNK (Yektiya Niştimanî Kurdistan)

Tevgêra GORRAN

KCDK-E (Kongra Civaka Kurdistaniyan-Ewrupa)

TJK-E (Tevgêra Jinên Kurdistanê-Ewrupa)

Partiya ŞÛÎ Kurdistan Basur

Partiya Zahmetkêşan - Başûr

PADÊ (Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiya)

Tevgêrê Azadî

PYD (Partiya Yekîtiya Demokrat)

P.D.K.S (Partiya demoqtat a kurdi ya sûrî)

Partiya Çep a Kurd li Sûrî.

Tevgera Nûjen ya Kurdistanî-Sûrya.

PÇDKS ( Partiya çep a Demoqrat a Kurd li Sûriyê.)

Partiya Demokrata Kurd li Sûriya( El Partî).

Partiya Çep a Demokrat li Sûriya.

Partiya Rêkeftin a Kurd li Sûrya.

Partiya Çaksaziya Kurd li Sûriya.

Partiya Kesk a Kurdistanî li Sûriya.

Partiya Demokrata Kurdistanî li Sûrya.

Partiya Komanist a Kurdistanî li Sûriya.

PÎK (Partiya islamiya Kurdistan)

KKP ( Partiya Kominista Kurdistan)

Tevgera Kawa

PJAK(Partiya Jiyana Azada Kurdistan)

Yakyatî Şorşgêrî Kurdistan

KODAR (Civaka Demokratîk û Azada Rojhelatĕ Kurdistan)

KJAR (Civaka Jinên Rojhelatî Kurdistan)

Platforma Horam

Plattform Zagros

Plattform Yarsan

Yarî Kurd

Tevçand (Tevgera Çand û Hunera Kurd)

Kurdische Gemeinde Stuttgart e.V

FEDA ( Federesyona Elewîyên Kurdistan)

NAV – YEK (Federasyona Komelên Êzidiya)

Kurdische Zentrum Berlin

CIK ( Civaka Islamiya Kurdistan)

Enstituta Kurdî – Almanaya

Enstituta Kurdî – Bruksel

MŞD ( Meclîsa Şingal a Derveyî Welat)

YMK ( Yekîtîya Mamostayên Kurdistan)

YES (Yekitiya Êzdiyên Sûri)

Kurdisch Gemeinde Brandenburg - Berlîn

Dachverband der Êzidischen Frauenräte

DKF (Deutsch-kurdisches Forum) e.V Dresden

Mezopotamya Halk Kongresi.

Mezopotamya Özgurluk Partisi.

Kurdistan human rights Association