Ji HSK'ê kampanya 'bibe endam, bike endam'

Heyva Sor a Kurdistanê (HSK) dest bi kampanya "Bibe endam, bike endam" kir.

Heyva Sor a Kurdistanê ya Elmanya 22’ê Tîrmehê li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê konferansa xwe ya 6 mehan lidar xist.

Gelek saziyên alîkariyê yên projeyên hevpar bi rê ve dibin, beşdarî konferansê bûn.

Pêkhateyên konferansê xebatên alîkariyê yên 6 mehên derbasbûyî nirxandin û ji bo pêvajoya pêş plansaziyek berfireh amade kirin.

Di konferansê de bal hat kişandin ser karê 25 salan ê HSK'ê û hat bibîrxistin, ku çavkaniya alîkariyê ya heta niha hatiye kirin Kurdistanî û dostên wan ên Ewropî ne.

Delegeyan destnîşan kirin, ku ji bo bersiv ji mirovên hewcedar re bê dayin, endametiya Heyva Sor a Kurdistanê xwedî girîngiyeke mezin e û sedemên vê yekê jî wiha rêz kirin:

GIRÎNGIYA ENDAMAN JI BO SAZIYÊN ALÎKARIYÊ

"-Li gorî qanûnên saziyan ên li Ewropayê, saziyeke alîkariyê çiqas endamên wê zêde bin, ewqas dikare ji projeyên mirovahî sûdê webigire.

-Zêdebûna endamên saziyê di heman demê de tê wateya rewabûna wê di asta navneteweyî de. Wek mînak, eger îro Xaça Sor û saziyên mîna wê xwedî bandor in, ev yek ji ber zêdebûna endamên wan e.

-Endametî ji bo her saziyê, di bin her şert û mercî de berhevkirina alîkariya madî ya sîstematîk e. Ev yek jî ji bo bicihanîna daxwazên gelê hewcedar gelekî girîng e. Di rewşên lezgîn û karesatan de, bi mehaneyên endaman, mirov dikare heta astekê daxwazên gel bicih bîne û li hemberî her rewşê dikare bibe xwedî proje."

Di dewama konferansê de hate bibîrxistin, ku ji ber zext û êrîşên dewam dawî rojane bi sedan mirov mexdûr dibin û ji ber vê yekê jî erk û pêwîstiya bi Heyva Sor a Kurdistanê û saziyên alîkariyê bi qeh qatan zêde bûye.

BANGA JI BO ENDAMBÛNÊ

Li ser vê bingehê, di konferansê de hat ragihandin ku zêdekirina hejmara endaman berpirsyarî û erkeke sereke ye û hat gotin, "Bi vê zanebûnê û bi baweriya ku Kurdistaniyên li dîasporayê mîna salên bihûrî, di pêvajoya pêş de jî wê erkên xwe yên mirovahî di asteke bilind de bicih bînin û ji bo bibin endamên Heyva Sor û her wiha endaman çêbikin, ya ji dest wan were bikin.

Ji bo endambûnê, pêwîste forma li jê were dagirtin û ji bo navnîşana Heyva Sor a Kurdistanê re were şandin.

Ji bo kesên li Elmanya dijîn: http://www.heyvasor.com/ku/endamti/

Ji bo kesên li welatên din dijîn: http://www.heyvasor.com/ku/alikari/"

SAZIYÊN BEŞDARÎ KONFERANSÊ BÛN

-Heyva Sor a Kurdistanê -Elmanya
-Heyva Sor a Kurdistanê -Fransa
-Stichting Koerdische Rode Halve Maan (Heyva Sor a Kurdistanê )  – Holanda
-Kurdistan Rote Halbmond Schweiz (Heyva Sor a Kurdistanê ) – Siwîsre
-Koerdische Rode Halve Mann VZW (Heyva Sor a Kurdistanê ) – Belçîka
-Kurdish Red Moon (Heyva Sor a Kurdistanê ) – Inglîstan
-Mezzaluna Rossa Kurdistan Italia Onlus (Heyva Sor a Kurdistanê) – Îtalya
-Kurdiske Røde Halvmåne Norge (Heyva Sor a Kurdistanê) – Norwêç
-Kurdistan Red Moon (Heyva Sor a Kurdistanê) – Japan
-Roja Sor a Kurdistanê – Awusturya
-Kurdiska Röda Solen  (Roja Sor a Kurdistanê )– Siwêd
-Stötteforeningen Mesopotamians Sol  (Roja Mezopotamya) -  Danîmark
-Anatolia Cultural Foundation – Kanada