Ji çend tifingan ber bi artêşê: Çîroka YPG'ê

Şervanên ku xwe gihandine Reqayê, destnîşan kirin ku şerê wan bi tifindan li Dirbêsiyê dest pê kir, li Serêkaniyê dewam kir û îro jî ew bûne artêşeke ku tevahiya Bakurê Sûriyeyê diparêzin.

Şervanên YPG'ê yên di Pêngava Xezeba Firatê de cih digirin, bi wesîleya 5. salvegera Şoreşa Rojava û ragihandina YPG'ê, ji ANF'ê re axivîn.

Şervanê YPG'ê Orkeş Serdem ku ji destpêka şoreşê û vir ve cihê xwe di nava YPG'ê de digire li ser wê pêvajoyê wiha axivî:

'HÊZÊN KU WÊ DEMÊ LI REJÎMÊ RABÛN, LI ŞÛNA AZADIYA GELAN, JI BO BERJEWENDIYÊN XWE TEVGERIYAN'

"2012'an li dijî rejîma Esad, Şoreşa Sûriyeyê dest pê kir. Ewilî li Derayê dest pê kir. Piştre şoreşa Sûrî berfireh bû û li Hims, Îdlib û gelek bajarên din der bû. Hêzên ku wê demê li hember rejîmê rabûn, bi navê Ceyş Hur dest pê kir. Her wiha hin hêzên din jî derketin bi navê Îslamî, lê ev hêzên ku derketin ne ji bo rizgarkirina gel bûn. Bi giranî ji bo berjewendiyên xwe bûn. Mînak, dema ku li Derayê dest pê kir azadiya gel dixwast, lê dema ku li Hemayê dest pê kir ne ji bo azadiya gel bû. Cemaeta Exwan dema li Hemayê derkete holê, dixwest tola komkujiyên ku Hafiz Esed kiriye, hilîne. Li aliyê Îblîdê, li bakûrê Sûrî wan jî hêzeke li ser navê Îslamî, lê îslamiyek girêdayî dixwastin bafirînin. Her ku şoreş berfireh bû, rejîmê jî dest bi komkujiyan kir. Gel avêt zindanan. Li bakurê Sûrî ango em bêjin tam di nava rojava de, ji Qamişlo heya Dêrikê, Efrînê dixwastin hêzekê ava bikin û ev hêzana jî ne ji bo parastina gelê xwe bikin. Ji van hêzan hinek dewa Îslamiyetê dikirin, hinek wan dixwastin li ser kursiya komarê ji bo xwe par bigire. Ne ji bo ku biratiya gelan di nav sûrî de ava bikin bû.

AVABÛNA YXK'Ê

Hêza bi navê YXK'ê ku di nava civakê de hat ava kirin, hêzeke civakî bû. Yanî di nav civakê de hat ava kirin. Hê gel jî nizanibû şoreş jî çiye? Digotin azadî lê wan jî baş fêhm nekiribûn. Ev hêz piraniyan wan ji ciwanên Kurd hate avakirin. Ev ciwan hatin perwerdekirin ji bo ku parastina gundên xwe û bajarên xwe bikin. Ji bo ku dema pêş bikaribin civaka xwe biparêzin. Ji ber ku ew hêzên ku di bin navê Îslamî ango demokratîkbûnê de hatibûn ava kirin, armancek wan ya em rejîmê derbixînin ango rizgariya gel bînin tine bû. Her yek wan ji bo berjewendiyên xwe bûn. Ji bo çiqas bikaribin bajaran bigirin, yan bikaribin petrola li Sûrî bikin destê xwe bû. Dixwestin li ser vê hêza xwe mezin bikin.

YPG JI BO PARASTINA HEMÛ GELÊN LI ROJAVA Û SÛRIYEYÊ AVA BÛ

2012'an dema ku Ceyş Hur derbasî Serêkaniyê bû, wê demê YPG jî hat ava kirin. Dema ku YPG hat ava kirin, ango dema ku ji YXK'ê derbasî YPG'ê bû, armanca wê ne tenê gelê kurd parastin bû, YPG ji bo parastina hemû gelê rojava û gelên Sûrî hat avakirin. Wek hêza parastina gelan YPG hate avakirin û di nava wê de jî ciwanên Kurd, Ereb, Xirîstiyan û Çerkez hebûn. Hemû pêkhateyên li Rojava û Sûrî dijîn, dixwestin bi fikrek demokratîk û azad vê şoreşê bi ser bixin. 

PIŞTÎ ŞERÊ LI SERÊKANIYÊ RASTIYA YPG'Ê HATE FÊHMKIRIN

Dema ku ev hêz hate avakirin gelek hêzên di nava Sûrî de jî li hember wê rabûn. Ji bo ku navê vê hêzê xira bikin gelek propagandayên cuda jî hat kirin. Ji bo ku bi ser nekeve. Piştî şerê Serêkaniyê êdî rastiya hêza YPG'ê hate fêhmkirin. Êdî gel dizanibû ku rastî û felsefeya vê hêzê çiye? Ya ku hat xwestin bê kirin, pêkanîna biratiya gelan a li Sûriyeyê bû. Bakurê Sûriyeyê ne weke gelemperiya Sûriyeyê ye. Gelek pêkhate hene; Ereb, Tirkmen, Çerkez, Asûrî, Kurd û hwd. Gelek pêkhate cihê xwe tê de digirin. Wan jî dixwestin di nava van gelan de komkujiyekê bikin. Ji bo hêzên me bi navê YPG'ê têk biçe. Lê ev armanca wan pêk hat. YPG'ê bi şer û berxwedana xwe ev hemû vala derxistin. Gelek caran ji nav hêzên din dema yên direvîn dihatin nava YPG'ê ev rastiya YPG bi çavên xwe didîtin. Dema ku pêkhateyên din jî cihê xwe di nav me de girtin dîtin ku ev hêz, armanca wan çiye? Her wiha dîtin ku ev hêz xwedî îradeyekê ye. Lê hêzên din her dem gel qetil dikirin, malên wan talan dikirin, koçber dikirin. YPG'ê jî li hember van şer dikir. YPG ji bo parastina gelan bû. Dîsa di nav YPG'ê de civak jî dihat ava kirin. Bi dîrokê ve jî girêdayî ye. 

Di nav Sûrî de biratiyek gelan tine bû. Her kes neçar bû ku li gorî rejîma Baas bimeşe. Ev gelên vir bi hezaran salan di nav hev de jiyane. Ya ku YPG'ê dixwest li Rojava bike ew bû ku her kes bi çand û dîroka xwe bijî.

JI BER DEWLEMENDIYA AXA ROJAVA, ÊRÎŞÊN GELEKÎ GIRAN HATIN KIRIN

Di dema Şoreşa Sûriyeyê de êrîşên mezin li hemberî Rojava hatin kirin. Ji ber ku Rojava ji her alî ve dewlemend e. Ji petrolê heya ava xwe, aboriya xwe de dewlemend bû. Ev hêzan ne ji bo ku rejîmê bin bixin. Wan dixwast dest bidin ser van dewlemendiyên Rojava. YPG nehişt ku ev hêzana bikevin rojava û axa Rojava bi fikir û ramanên xwe qirêj bikin. 

BI HEMÛ HÊZA XWE ÊRÎŞÎ KOBANÊ KIRIN, LÊ ŞIKESTIN

Sozek din a ku YPG'ê da, parastina hemû gelên Sûrî û parastina axa Sûrî bû. Şoreş her ku çû mezin bû. Ji Serêkaniyê heta Şedê hate rizgarkirin. Bêguman ne ku wan êrîşî Kantona Cizîrê kirin. Êrîşî Kobanê kirin. Bi hemû hêza xwe êrîşên Kobanê kirin lê şikestin. Li bin guhê berxwedaneke dîrokî ketin.

YPG'Ê HEMÛ DERFETÊN XWE BI XWE AFIRAND Û GIHÎŞT ASTA HEYÎ

Îro me dest Pêngava Rizgarkirina Reqayê kirine. YPG'ê hemû derfetên xwe bi xwe afirand û bi keda xwe hat vê astê. Bi wê serketina xwe îro derbasbûye Reqa. 

HÊZ Û ÎRADEYA DAIŞ'Ê NEMA YE

Şervanên me hemûyan dixwestin derbasî Reqa bibin. Çavên hemû cîhanê li ser Reqa yê ye, planên wan hemû ser reqa ye. Piştî ku Reqa rizgar bibe, wê li gorî daxwaza gel pergala Reqayê ava bibe. Lê îro armanca herî mezin ew e ku gelên Reqa rizgar bibe. Di bin zilma van çeteyan derbikeve. Em dema ku derbasî Reqayê bûn, me ji Mişlibê dest pê kir, êrîşên wisa mezin ji aliyê wan de nehat kirin. Moral û hêza wan nemaye. DAIŞ giştî hatiye şikestin. Hêza wan nemaye û îradeya wan nemaye. Em niha ji bo ku sivîl zirar nebînin, em hêdî dimeşin. Eceleya me nîne. Ji ber ku çeteyan ew ji xwe re kiribûn mertal. Em jî ji bo ku zirar nebînin hewldan didin. Wan pir zêde windahî dan. Cenazeyên wan destê me de mane.

Hevalan bi ruhekî şoreşgerî dest bi vê pêvajoyê kirin û Reqa hemû hatiye dorpeçkirin. Navend maye ew jî em hêdî hêdî digirin ji bo ku zirar negihêje sivîlan."

Şervanê YPG'ê Salar jî li ser derfet û zehmetiyên ku wê demê rû dane axivî. Salar wiha behsa wan dema dike;

'DEMA ME DEST PÊ KIR ÇEKÊN ME TINE BÛN, ME BI ÇIFTEYAN ŞER DIKIR'

"Dema ku şoreşa rojava dest pê kir me jî cihê xwe di vê şoreşê de girt. Ji bo min cihê di şoreşek wiha de girtin pir girîng bû. Heya niha jî ez tê de cih digirim. 

Dema ku me dest pê kir. Derfetê me pir kêm bûn. Çekên me tine bûn. Pir kêm bûn. Ji xwe me bi awayek veşartî kar dikir. Ji ber ku rejîma Baas hê hebû û ji ber wê jî me nikaribû eşkere em tevbigerin. Dema ku me dest pê kir û rejîm nav xwe derxist, me di Dirbêsiyê de dest pê kir. Piranî me bi çiftan şer dikir. Ewqas çekên me tine bûn. Yek du kleş hebûn, ew jî yên hin malbatan bû. Ji me re danin û me pê şer dikir. 

PIŞTÎ KU GEL EM NAS KIR, CIHÊ XWE DI NAVA ŞOREŞÊ DE GIRT

Piştre me dest bi şerê Serêkaniyê kir, ew jî Ceyş Hur tê de bû. Me ew ji Serêkaniyê derxistin. Êdî hêdî hêdî derfetên me çêbûn. Me çekên wan girtin, erebeyên wan girtin, doçka ji wan girtin. Me berê xwe da heya roja îro ku em gihiştin vê rojê. Piştî Serêkaniyê em gihiştin Til Xelef, Mamburka, Girê Spî, em gihiştin Til Ebyad, em gihiştin Minbicê û şerê Kobanê jî em tevlê bûn. Êdî derfetên me hebûn lê kêm bûn. Dîsa gel zêde em nas nedikirin, rastiya me nizanibûn. Ji ber ku piraniyên wan Ereb bûn. Lê dema ku em her pêş de çûn, wan em nas kirin, rejîma Baas mejiyê gel şûştibû. Gel ji me ditirsiya. Dîtin ku em vê zilmê li ser xwe qebûl nakin û hember wan şer dikin, heqîqet dema ku nas kirin êdî wan jî hêdî hêdî cihê xwe di nav vê şoreşê de girtin. Niha jî piranî jî ewin. 

Em hêdî hêdî ber bi azadiyê de diçûn. Lê zehmetî jî pir hebûn. Em hatibûn dorpeç kirin. Sêmelka hatibû girtin. Dema ku birîndarên me çêdibûn me nikaribû derbas bikin. 

Îro em di pêngava Reqayê de ne. Piranî jî hevalên me yên Ereb in îro bi me re li Reqayê şer dikin. Em êdî bi hev re şer dikin, bi hev re perwerde dibînin, piraniya wan jî tên perwerdeyên me dibînin.

HÊZA DAIŞ'Ê NEMA YE KU MÎNA BERÊ LI BER XWE BIDE

Êdî hêza DAIŞ ya berê nemaye. Bi erebeyên teqemeniyê tên, ji bo ku psîkolojiya gel xira bikin êrîş dikin. Wek berê DAIŞ êdî nikare ber xwe bide. Ji ber ku hêza wan şikestiye. 

Despêkê me bawer nedikir û em bigihêjin vê astê. Çima? Ji ber ku him derfet kêmbûn û him jî kesî bawerî nedida me. Dîsa em wek terorîst dihatin bi navkirin. Hê jî dewleta Tirkî jî û başûrê Kurdistanê jî me wek terorîst bi nav dikin.  

Lê me bi şer û berxwedana xwe ew hemû vala derxistin. Heya roja îro jî yê ku li hember DAIŞ li ber xwe dide û şer dike, dîsa hêza YPG û YPJ'ê ye.

HETA KU DAIŞ HEBE EM Ê ŞER BIKIN

Ez dixwazim di dawiyê de  vê bêjim ku çi dibe bila bibe em e li hember DAIŞ şer bikin. Ji ber ku ev îradeya me û DAIŞ heta hebe em ê şer bikin. Heya dawiyê di xeta felsefeya Rêber apo de bimeşin û em ê li ber xwe bidin. Ez di dawiyê de sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazim û soz didim wan ku em ê vê dozê bimeşînin."

Şervana YPG Rûken Qamişlo ku ew jî 2011'an vir ve di nav YPG û YPJ'ê de cihê xwe digire wiha behsa wan dema dike; 

"Ew dem demek pir girîng bû. Ew dem zor zehmetî gelek bûn. Him di warê komkirina hevalan de, hem di warê cepxanê de me gelek zehmetî dikişan. 

TEVÎ HEMÛ ZOR Û ZEHMETIYAN, TEVLÎBÛN SERKETIN Û GERMBÛNEK E

Dema YXK de her tişt veşartîbû. Ji rêxistinkirinê heya civîn çê kirinê de me veşartî dikir.  Şerê YXK'ê şerê deştan bû. Tecrûbeyên me jî tunebû. Perwerdeya me tine bû. Me di nav şer de perwerde didît. Gelek caran em bê xwarin û cepxane jî diman. Lê tevî hemû zor û zehmetiyan serketin û germbûna wê, tevlîbûna wê demê pir xweş bû jî. 

DEMA KU ME FÎŞEKEK DITEQAND, WEKE KU ME KURDISTAN RIZGAR KIRIYE LI ME DIHAT

Em tevlî gelek pêngavan bûn. Tevlî pêngava Til Hemîsê bûn, tevlî pêngava Til Berek û gelek pêngavên din bûn. Bi rastî jî ruhê hevaltiyê wê demê pir cuda bû. Dema ku fîşekek me diqetand wek ku me Kurdistan rizgar kiriye dihat. Di nav şer de weke ku em li dawetekê bûn. Me wê demê pir tişt jiya. Hevalên me ruhekî wan ê ku nayê gotin hebû. Şerê ku em tevlî bûn, şerek bi ruh û can tevlîbûn hebû. Şerê me û yên DAIŞ jî li hember hev bû. Lê niha wisa hêza DAIŞ ya despêkê nemaye. Êdî dawiya wan hatiye. Bi giranî sekvanên wan kar dikin. Erebeyên teqemeniyê tînin û mayina datînin. Wisa şerekî dijwar nikarin bikin. Şerê Reqa  ez bawer dikim ku wê bê xuyakirin. Heya dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li hember wan şer bikin.

Em wek YPJ'ê di vê pêngavê de ji bo hemû jinên cîhanê û bi taybetî ji bo jinên Şengalê ku bi hezara hatin qetil kirin û hatin firotin tola wan rabikin û wek hêza parastina jin ku em ispat bikin ku em hene."

Şervanê YPG dijwar Qamişlo jî wiha behsa wê demê dike; 

"Dema ku me dest pê kir me bi veşartî dest pê kir. Civînên xwe, rêxistinkirina xwe giştî me veşartî dikir. Derfetên me pir kêm bûn, lê dîsa jî em bi pêş ve çûn. YPG dema ku hat avakirin me dest bi pêngavan kir. Zehmetî gelek hebûn, hem ji aliyê lojîstîkê ve zehmetî hebûn, hem jî di warê derfetan de zehmetî hebûn. Lê hejmarên me gelek bû. Sîlahên me kêm bûn, piranî yên malbatan bû. Lê her ku em pêşde çûn,  derfet jî ava bûn.  Me gelek çekên wan û doçkayên wan dest xistin. 

Di despêkê de Cephetul Nûsra bûn. Li aliyê Serêkaniyê Cephetul Nûsra hebû. Wê demê hevalan amadekariyên xwe kirin û em jî çûn Serêkaniyê. Ev hin caran dihatin tevlê me dibûn. Lê piştre îxanet me dikirin. Sibeha cejnê de îxanet me kirin. Me ti carî ji wan bawer nedikir.  Me dizanîn çete ne, ji ber wê jî me bawerî nedida wan. 

Me dest bi hemleyê kir heya ku me Serêkaniyê rizgar kir. Xeta cepheyê wê demê fireh bû. Me dest pê kir heya Til Hemîs, Til Temir, Til Berek em meşiyan. Çeteyan wê demê digotin ya herî mezin Til Temîsê kes nikare derbas bide. Lê me ew jî derbas kir û heya em gihiştin Şedadê. 

Piştî ku YPG ava bû em çûn tabûr me  perwerde dîtin. Her ku em pêşketin pê re YPG jî ava bû. 

Em tevlî gelek pêngavan bûn. Pêngava Şedadê, Kobanê, Şengalê hemû em tevlî bûn, tevlî pêngava Cezayê bûn. Piştî wê em tevlê hemleya Hesekê bûn. Piştî me sînor rast kir, em derbasî hemleya minbîcê bûn. 

Niha jî em bi moralek mezin derbasî bajarê Reqayê bûn. Herkesî digotin Reqa zehmete lê me wisa zehmetiyek wê nedît. Em niha derbasî Reqa yê bûne û em serketî dimeşin."