'Ji bo serketina pêngavê em ê bi her awayî hewl bidin'

DÎK, Însiyatîfa Kurecîkiyan, MARDEF, PKAN diyar kirin ku wê bi her awayî beşdarî pêngavê bibin.

Kongreya Avakirina Dersimê (DÎK), Însiyatîfa Kurecîkiyan, Federasyona Komeleyên Demokratîk a Mereşê (MARDEF), Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN) diyar kirin ku ji bo serxistina pêngava KCK'ê ya bi dirûşma 'Bes e ji tecrîd, dagirkerî, faşîzmê re; dem dema azadiyê ye' wê bi her awayî bixebitin.

Di daxuyaniya Platforma Komeleyên Xwecihî de hate bibîrxistin ku zextên salên dawî li Kurdistan û Tirkiyeyê hatin kirin, bûn sedem ku her beşa civakê gelekî biêşîne û hate gotin, "Li dijî Kurdan li her parçeyên Kurdistanê şerekî pir alî û qirkirinê tê meşandin. Li metropolên rojavayî karkerên înşaetê, karkerên çandiniyê dibin hedefa êrişên nijadperestiyê û tenê ji ber Kurdbûna xwe tên kuştin. Şêweyê herî bêhiqûqî, bêpîvan û hov ên van polîtîkayan; tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan e ku ev tecrîd bi rengê herî giran didome.

Şer, tecrîd, polîtîkayên asîmîlasyonê û qirkirinê ku li nava welêt û her parçeyên Kurdistanê bi her cûre tundiyê tên meşandin, veguheriye rewşeke welê ku gefê li tevahiya herêmê dixwin. Piştî Kurdistan û Sûriye, ji bo dewleta Tirk Lîbya, Misir û Yewnanîstan jî bûne qada şer.

Li dijî her beşa civakê ya Elewî û ne Misilmanê Sûnî zexteke tunekirinê tê kirin. Hem şensê jiyanê nadin Elewiyan û baweriyên cuda hem jî atmosfereke welê hatiye afirandin ku nikarin xwe li hebûna wan jî rabigirin.

Her roj destavêtin û destdirêjî li jinan tê kirin, tên kuştin. Hewl tê dayin ku destketiyên jinan ên bi berdêlên mezin bi dest xistin ji holê bên rakirin. Hewldana ji bo betalkirina Peyman Stenbolê nîşaneya vê êrişa li dijî mafên jinan e.

Li şûna başkirina şert û mercên jiyanê yên kedkaran, nifûsa bêkaran zêde kiriye û mafên kedkaran hemû tên binpêkirin. Ne sendîka, ne jî mafên sendîkayî û mafên kedê nehatine hiştin. Ev gotin jî bi kedkaran û civakê hatin jibîrkirin.

Di serî de HDP, hêzên demokratîk, pêşverû, saziyên welatparêz, siyasetmedar, rewşenbîr, rojnamevan û hunermendên ku vê zextê, vî şerî û polîtîkayên qirkirinê qebûl nakin, tên girtin û tecrîdeke giran li wan tê ferzkirin. Girtîgeh bûye qada jiyanê ya girtiyên siyasî û 'yên heqaret li Erdogan kirine'.

Li dijî vê sîstema faşîst a ku van hemûyan dike, pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' ku ji aliyê KCK'ê ve hate destpêkirin, her beşên civakê ji nêz ve eleqedar dike.

Bi navê van saziyên ku endamên Platforma Komeleyên Xwecihî ye, ji ber mexdûriyeta ji van zextan, em xwe weke beşeke eslî ya vê kampanyayê dibînin. Ji ber ku em Kurd in, Elewî ne, ji bawerî û nasnameyên cuda ne, ji ber ku em kedkar in, jin in ev zext, zordarî, neheqî, bêhiqûqî li me tê kirin.

Lewma em ê bi her awayî cihê xwe di nava kampanyayê de bigirin û ji bo serxistina vê kampanyayê bi her awayî kedê, enerjiyê û fedakariya xwe pêşkêş bikin. Em bang li endamên xwe hemûyan dikin ku bi vê têgihiştinê, li her cihê ku lê ne heta ji dest bê tevlî kampanyayê bibin."