Ji bo Dogan Torî li Mexmûrê merasîm hate lidarxistin

Ji bo têkoşerê tevgera azadiyê ya Kurdistanê Osman Kaplan (Dogan Torî) li wargehe penaberan a Şehîd Rustem Cûdî merasîmek hate lidarxistin.

Osman Kaplan (Dogan Torî) ku salên dûr û dirêj di nava Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de cih girt û kedeke mezin da, dema ku ji ber nexweşiyeke giran li Hewlêrê dihate dermankirin, 10'ê Sibata 2019'an şehîd bû.

Cenazeyê Dogan Torî bi konvoyekê anîn wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û ji aliyê bi sedan kesî ve hate pêşwazîkirin.

Ji bo Dogan Torî li Saziya Malbatên Şehîdan merasîmek girseyî hate lidarxistin. Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê dest pê kir.

Ezîz Hezex di dema merasîmê de axivî û jiyan û têkoşîna Dogan Torî kir.

Hezex sersaxî ji malbatê û gelê Kurd re xwest û got, "Şehîd Dogan kesayetekî wisa bû ku bi hemû taybetmediyên xwe li gel rêxistinê bû û jiyana xwe di oxira azadiya gelê xwe de feda kir."

Piştî axaftinê nasnameya Dogan Torî hate parvekirin:

Nasnav: Dogan Torî
Nav paşnav: Osman Kaplan
Navê dayikê: Behya
Navê bav: Ehmed
Cih û dema jidayikbûnê: Buzbur-Hezex 1956
Dem û cihê tevlîbûnê: 1992 Edene
Dem û cihê şehadetê: 10.02.2019 Hewlêr, Ji ber nexweşiyeke giran