Ji ber êrişa dewleta Tirk pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da

Li gorî agahiyê ji çavkanyên herêmî hate bi destxistin şeva din di encama bombebarana balafrên şer ên artêşa dagirker a dewleta Tirk a li herêma Akrê ya ser bi Dihokê de pêşmergeyek jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, şevê din balafirên şer ên dewleta dagirker a Tirk çiyayên herêma Zêbar a Akrê ya ser bi Dihokê bombebaran kirine. Di bombebaranê de pêşmergeyê bi navê Seîd Hebîb Siranî yê ji gundê Dûdî ya ser bi bajarokê Dînartê ya Akrê şehîd bûye û pêşmergeyek yê bi navê Nizar Hecî Şeaban jî bi giranî birîndar bûye.

Li gorî heman çavkaniyê hate zanîn ku welatiyên herêmê heta saet 04.00’ê sibehê li cenazeyê pêşmergeyê şehîd bûyî geriyane. Welatiyan piştî demekî karîn cenazeyê pêşmergeyê şehîd peyda bikin û pêşmergeyê birîndar bûyî jî rakirin nexweşxeneyê. Her wiha cenazeyê pêşmergeyê şehîd bûyî di van saetan de tê defin kirin.

Çavkaniyên agahî dan ajansê ragihandin ku ji ber êrişa balafirên artêşa dagirker a Tirk 11 welatiyan xwe veşartibûn. Piştî lêkolînên destpêkê hate zanîn ku ji wan 11 welatiyan 9 kesan xwe di şikeftekê de veşartibûn û hatin dîtin. Lê pêşmergeyek di encama bombebarana balafirên şer ên artêşa dagirker ê dewleta Tirk de şehîd û yek jî bi giranî birîndar bûye.

Ew demeke ku rojane balafirên artêşa dagirker a Tirk êrişê herêmên sivîl yên Başûrê Kurdistanê dike. Di encama bombebaranan de heya niha bi dehan welatiyê sivîl jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne û gelek ziyanên madî gihiştiye welatiyan. Li dijî wan bombebaranên artêşa dagirker a Tirk heta niha Hikumeta Herêma Kurdistanê ti helwestek cidî nîşan nedaye.