Ji ber AKP'ê nan bi destê mirovan nakeve

Li Tirkiyeyê ku ji ber polîtîkayên şer ên Erdogan krîza aboriyê giran bûye, ji ber zemê ard bi destê nanpêjan nakeve.

Krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê ku ji ber polîtîkayên şer ên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan rû da, roj bi roj giran dibe. Herî zêde gel û esnaf tengav bûne. Hema bêjin her roj zem tê kirin. Buhayê madeyên sereke yên xwarinê ji 50 heta 100 ji sedî zêde bûye. Esnaf ji ber zemê nikare tiştekî bikire û bifiroşe.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê bi taybetî li Colemêrgê kîsekî ard berê bi 50 lîreyî bû, lê niha bû 120 lîre. Ji ber zêdebûna buhayê ard, nanpêj nikarin bi têrkerî nan lêxin. Gelek firin ji ber buhayê ard rojê tenê carekê nan lêdixin. Tê gotin, eger buhayê ard bi vî rengî zêde bibe wê gelek firin ji neçarî bên girtin. Ji ber buhayê ard, buhayê nan û simîdê jî bi rêjeya 20 ji sedî zêde bû.

'AKP'Ê WELAT DESTPÊKÊ XIST ŞER, NIHA JÎ XIST NAVA KRÎZA ABORIYÊ'

Li Colemêrgê ku rêjeya bêkariyê lê zêde ye, zemên ku ji aliyê AKP'ê ve hatine kirin dibin sedema nerazîbûnan. Li Colemêrgê bazirganî nîne, lewma çavkaniya bingehîn a debarê sewalkarî û çandiniye. Lê belê çêrger û zozan li gelê Colemêrgê hatine qedexekirin. AKP'ê ku qîma xwe bi vê yekê nîne, bazirganiya li ser sînor jî qedexe kir û ambargoya aboriyê danî ser gel.

Welatiyekî ji Colemêrgê ku nexwest navê xwe eşkere bike, destnîşan kir ku AKP'ê welat destpêkê xist nava şer û piştre jî avêt nava krîza aboriyê. Welatî got, "Li Colemêrgê êdî li dikan û firinê nan bi destê me nakeve. Nanê ku li firinê tê lêxistin di nava saetekê de diqede. Eger em şeveqê nan nekire, wê rojê nan bi destê me nakeve. Ji ber sewdaya Osmanî ya AKP'ê, welat di nava çend salan de hate ber radeya parçebûnê. Eger rewş bi vî rengî dewam bike, çawa ku Osmanî ji hev ket, wê Tirkiye jî parçe bibe. Osmanî ji ber şer û îsrafê hilweşya. Tirkiye jî ji ber şer û îsrafê li ber hilweşînê ye."

BI KRÎZA ABORIYÊ RE BUHAYÊ HER TIŞTÎ ZÊDE BÛ

Esnafekî kolana Merzan a Colemêrgê jî diyar kir ku van rojên dawî ew êdî nikarin nan jî bifiroşin. Esnaf da xuyakirin ku nanpêj gelekî kêm nan tînin û got, "ji ber krîza aboriyê buhayê her tiştî zêde bû. Bi taybetî buhayê ard gelekî zêde bû. Ji ber vê yekê jî nanpêj nikarin nan lêxin. Nanê ku tên diknan jî kêm bûne. Ji ber ku nanê ji me re tê kêm e, serê sibehê di nava saetekê de diqede. Welatiyên ku nikaribin şeveqê nan bikirin, wê rojê nan bi destê wan nakeve. Bi krîza aboriyê re wê di demeke nêz de nan bi destê mirovan nekeve."