Hunermendên Kurd li pêşiya Parlementoya Elmanyayê çalakî kirin

Hunermendên wênekêş ên Rojavayî li pêşiya Parlementoya Elmanya ya Federal dagirkeriya Tirk bi portreyên xêz kirî protesto kirin.

Êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek deverên cîhanê bi rengên cuda tên protestokirin.

Li paytexta Elmanya Berlînê bu pêşangeheke ya wêneyan a li pêşiya Parlementoya Federal çalakiyek hate kirin.

Çalakî bi tevlîbûna 12 hunermendên wênekêş ên Rojavayî saet 11:00’an ya li pêşiya parlementoyê destpê kir. Turîst û Elmaniyan eleqeyek zêde nîşanî çalakiyê da.

Koma hunermendên Rojavayî yên ji Meryem Ayşo, Wehîd Tewfîq, Nesrîn Bayam, Xidir Evdilkerîm, Rodî Xelîl, Şîrîn Dawûd, Kewa Katsîkats, Taha Zalî, Arî Mîrza, Hesen Hûîssen, Hasan Mala û Keçî Xom pêk dihat li pêşiya parlementoyê bi giştî 9 tablo çêkirin û pêkanînên rejîma Erdogan a li ser gelan xêz kirin.

Hunermendan li dor pankarta ‘Dewleta Tirk û çeteyên wê bila ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cehenimin’ hunerên xwe pêşkêş kirin.

Hunermendan 9 tabloyên ku sûcên şer ên dewleta Tirk bi çekên kîmyewî bikar anî temam kirin.

PYD Berlîn û Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) jî piştgirî dan çalakiyê.

Hunermendan bi daxuyaniyek hevpar anî ziman ku nerazîbûnên xwe bi rêya hunerê vegotin û ji niha û şûnde jî wê çalakiyên xwe bidomînin.