HPG: Yekîneya 2 kesî ya Skenderûnê çalakî kir

HPG'ê ragihand tîmeke ji 2 gerîlayan pêk hatî 26'ê Cotmehê çalakiya ku armanc kiribûn pêk anîne û got têkilî çalakiyê tiştên ku çapemeniya mêtinger gotiye bi temamî bi armanca dezanformasyonê ye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkilî rûdana li navçeya Skenderûnê ya Hatayê wiha got: ''26'ê Cotmehê tîmeke me ya gerîla a profesyonel ku ji 2 kesan pêk hatî li Skenderûnê ya Hatayê çalakiya ku armanc kiribûn pêk anîne. Têkilî vê çalakiyê tiştên ku di çapemeniya mêtinger de hatine diyarkirin bi temamî bi armanca dezenformasyonê ye. Têkilî vê çalakiyê agahiyên berfireh ku hatin standin bi berfirehî wê bi raya giştî re werin parvekirin.

Hebûna li her deverê ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku li ser xeta gerîlayên serdema nû şer dikin û têkoşîna wan tirseke mezin dike dilê dewleta Tirk a faşîst û qirker. Weke ku hatiya diyarkirin gerîla li Amanosan tasfiye nebûne. Ev, xeyaleke mêtinger e. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê heta ku meşa ''Rêbertiya Azad Kurdistana Azad'' bi serfiraziyê tacîdar nekin  li her devera hewce wê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomîne.''