HPG: Sûcên şer ên dewleta Tirk dewam dikin

Dewleta Tirk a dagirker sûcên şer didomîne. Dagirkeran 4 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî êrîş kirin. Li ber çeperên şer madeyên plastîk şewitandin û berê dûyê bi jehr dan çeperên şer.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, der barê hûrgiliyên şer de daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:

"Di encama çalakiyên hêzên me de;

1 drone hat rûxandin û leşkerek jî birîndar bû. Li aliyê din Artêşa Tirk a dagirker li Qadên Berxwedanê; 4 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 15 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi tank, çekên giran û obusan bombe kiriye. Her wiha dagirkeran li ber çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê yên Şikefta Birîndara madeyên plastîk şewitandin û berê dûya jehrî dan çeperên şer.

Agahiyên li ser çalakiyên ku hatine kirin û êrîşên hatine kirin wiha ne;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê;

Di 18’ê Tebaxê saet 07:30’an de li dijî dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên Şehîd Aryen ên li Qada Berxwedanê ya Saca ve bi pêş ve biçin, bi çekên ferdî û bombeyên çalakî hate lidarxistin. Piştî destwerdana hêzên me, dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin.

Di 18’ê Tebaxê saet 17:15’an de droneya keşfê ya ku li ser Qada Berxwedanê ya Çemço geriyabû ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hate xistin û îmha kirin.

Di 18’ê Tebaxê saet 17:30’an de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê bi çekên giran li dagirkeran hatiye xistin.

18'ê Tebaxê saet di 20:30'î de dagirkeran xwestin bi helîkopterên êrîşê bombeyan li Qada Berxwedanê ya Çemço bibarînin. Bi destwerdana tîmên me yên bi tevger de helîkopterên êrîşê neçar man ji qadê vekişin.

19'ê Tebaxê saet di 07:00 de li Qada Berxwedanê ya Çemço bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û dagirkerek birîndar bû.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

18'ê Tebaxê saet di 18:15'an li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dijî dagirkerên ku berê xwe dan çeperên şer, bi sabotajê çalakî hate lidarxistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî;

18'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara çeperên şer 4 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

18'ê Tebaxê dagirkeran li pêşiya çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker madeyên plastîk şewitandin û gaza bi jehr berdan nava çeperên şer.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi obus, tank, çekên giran, helîkopter û balafirên şer;

18'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Çemço drone geriyan.

18'ê Tebaxê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê Amediyê û Girê Cûdî 15 caran bi helîkopteran hatin bombekirin.

18'ê Tebaxê Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Girê Hakkarî û Şikefta Birîndara bi tank, çekên giran û obusan bi dehan caran hatin bombekirin."