HPG: Sara û Rûken xwedawendên me yên azadiyê ne

HPG: Hevrêyên me Sara û Rûken bi gotina 'Jin, Jiyan, Azadî' ji mirinê jiyan afirandin, bûn sembola avakirina jiyana azad, bûn şopdarê rêbaza nemiriyê û bûn xwedawendên me yên azadiyê.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî 2 gerîlayên jinên li hemberî navedan polîsan a li Mezîtlî ya Mersînê çalakî kirin, daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"Hevrêyên me Sara Goyî û Rûken Zelal, bi rê û rêbazeke ku hikumeta AKP-MHP'ê ya faşîst bi ti awayî pê nehesiya û jê fêhm nekir, şeva 26'ê Îlonê li ser navenda polîsan a li Mezîtlî ya Mersînê çalakî kirin û dewleta mêtinger şoq kirin. Bi debanceyê xwe gihandin ber dijmin, nehiştin ku polîsên li kulûbeya nîzamiyeyê tiştekî bikin, yekser lê dan û piştre jî bi lez bi tivingê li dijî hêzên dijmin şer kirin. Hevrêyên me ku bi rengekî serketî xwe gihandin hedefa dijmin, teqemeniyên ku derba herî giran a plansaziya çalakiyê bû bi xwe û dijmin ve teqandin û çalakiya fedaî gihandin asta herî bilind.

Fedaiyên me, ji destpêkê heta dawiyê çalakiya xwe bi rengê ku plankirî, bêkêmasî û bi afirîneriyeke bilind, bi rengekî bêhempa pêk anîn. Weke tîmeke gerîla ya xweser, bi plansaziya xwe re dilsoz man, di heman demê de şert û mercên lê rast hatin bi rengekî rast analîz kirin û çalakî bi ser xistin.

Hedefa xwe bi baldarî tespît kriin û bi zanebûn lê dan. Li wan polîsan xistin ku ji bo ewlehiya burokrasiya dewletê bi erka taybet radibûn. Ne ku li hêzên dijmin ên destpêkê li wan rast hatin xistin, li wan polîsan xistin ku xwe li ser baca gel xwedî dikin. Vê çalakiya fedaî derba giran li dijmin xist, ku ji gotinên şahidan jî ev yek eşkere dibe. Lê belê Wezîrê Karên Sûc ê hikumeta şerê taybet mîna her carê hejmara kuştiyên xwe veşart. Bi bayê bezê hate cihê çalakiyê û hewl da encamên çalakiya fedaî veşêre. Lê belê tevî vê yekê jî hate fêhmkirin ku kuştiyên dijmin gelekî zêde ye. Çalakiyê encameke welê bi xwe re anî ku ji aliyê îdeolojîk, leşkerî û siyasî ve dijmin hejand.

Bûn ew fermandarên me yên fedaî ku rêbaza gerîlayên Apoyî yên jinûve avabûyî li bajaran xistin meriyetê. Rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst qaşo xwe dispêre 'îstîxbarata milî û teknolojiya mîlî' û îdîa dike ku berxwedana gerîla qedandiye. Welê lê hatiye ku ji derewên xwe bawer dike û bi rêya medya xwe ya şerê taybet propaganda 'Em nahêlin ku fîşekek jî bikeve nava bajaran, me PKK qedand' dike. Li çiyayên Kurdistanê her roj bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî êrîşî ewladên leheng ên gelê Kurd û şoreşgerên enternasyonal dike û bi bikaranîna hêzên noker-xayin ên xwecihî dixwaze konsepta tunekirinê bi ser bixîne. Di demekê de ku qalê dike kilîd xistiye destê xwe, herdu hevrêyên me bi çekan û wesayitên bi teqemeniyan ketin qadeke ku dijmin bi teknîka modern dişopand; careke din nîşan dan ku PKK têk naçe, ti agahiyan nas nake, ev rêbaz nîşanî dost û dijmin dan, hêz, wêrekî, biryardarî û baweriya bi xwe û serketinê ya PKK'ê, bi sekna xwe, bi çalakiya xwe raxistin pêş çavan, bi ser xistin.

Ev rêbaz, hunera lêdanê, zîrekiya rêbazê, bi kurtasî rêbaza serketinê ya ku dijmin şoq kir, çawa derkete holê?

SARA TOLHILDAN

Hevrêya me Sara li navçeya Qilebanê ya Şirnexê, li nava malbateke ji eşîra Goyî ay welatparêz ji dayik bû. Li xaka Botanê ya pîroz bi hişmendî û çanda Kurdîtiyê mezin bû, lê belê neçar ma ku di zarokatiyê de koçî metropolên Tirkiyeyê bike, li wir xebitî. Di temenê xwe yê ciwantiyê de ked nas kir, kedkarî û xebatkarî taybetmendiyên herî eşkere yê karaktera wê bûn. Tevî ku çûbû metropolan jî aqlê wê timî li welêt, çiyê û hevalên li çiyê bû. Hîn di zarokatiyê de dixwest bibe gerîla, timî bi xeyalên gerîla mezin bû. Tevî ku timî jê re dihate gotin 'tu biçûk e, nabe' û tevlîbûna wê dihate astengkirin, gava ku dema wê hat bi însiyatîfa xwe berê xwe da çiyê û bû gerîla. Ji bo armanca xwe gava destpêkê avêt; bêhesab, bêfikar û ji dil tevlî nava jiyana gerîla ya pîroz bû. Bi eşq, kêfxweşî, kelecanî û coş tevlî nava jiyanê bû. Hevrê Sara êdî li wî cihî ye, ku her tişt ji dil pêşwazî dikir.

Sala 2009'an tevlî nava refên gerîla bû, di sala 2010'an de cihê xwe di nava Hêzên Taybet de girt. Di pêvajoya perwerdeya Hêzên Taybet de ji pêşeng û damezrînerên Partiya me PKK'ê hevrê Sara (Sakîne Cansiz) çand û rêbaza jiyana PKK'î hîn bû ku pê re ma, hevrêtî pê re kir û manewiyata herî bi wate pê re parve kir. Rastiya jin a azad a di kesayetiya hevrêya me Sakîne Cansiz de şênber bû, ji xwe re kir rêgeha meşa şoreşgerî.

Bi kesayetiya xwe bi manewiyatê dagirtî ku taybetmendiya diyarker a karaktera wê bû, li her derê cih û dem rakir, timî bi hestên fedaîtiyê jiya. Piştî ku hevrêya me Jinda Ozgur (Nûrcan Ekîncî) nas kir ku sala 2017'an dema Fermandara YJA Starê ya Eyaleta Garzanê bû şehîd ket, her timî bi heyranî da ser şopa wê. Bi baldarî bi ked, sebir, dilnizimî û dilsoziya bi Rêbertî ya wê re daket, bi baldarî ew şopand û weke pêşengekê ji xwe re kir esas.

Dewreya xwe ya bingehîn, perwerdeya xwe ya branşê bi daxwaz, cidiyet û hesasiyeteke mezin bi cih anî, bi ser xist. Yekser diyar kir ku ew amade ye çalakiya fedaî bike û pêşniyar kir, lê belê rêxistinê pêşniyara wê zû dît. Ji bo wezîfeyên cuda hate erkdarkirin. Ev wezîfe jî ji bo xwe amadekirina li çalakiya fedaî weke gavên destpêkê nirxand û heta ku armanca xwe pêk bîne, bi rengê herî çalak û baş tevlî her wezîfeyê bû.

Her tim bi rengê herî pak, herî encamgir û teqez serketinê nêzî wezîfeyên xwe bû, bi rengekî serketî pêk anî. Û dawiya dawî serlêdana wê ya ji bo tevlîbûna li Tabûra Nemiran hate qebûlkirin, tevlî perwerdeya tabûrê bû. Li hemberî rastiya xwe; li hemberî taybetmendî û aliyên dijmin ê mêtinger ê li ser kesayetiya xwe kete nava têkoşîneke mezin. Ji bo di dil û ruhê xwe de xwe paqij bike, gavên herî girîng avêt. Têgihişt ku kesayetiya serketinê bi pêkanîna şoreşa wijdan û mejî pêk tê. Sekna exlaqî ji bo wê pîvan e. Di têkiliyên hevrêtiyê de ku ji bo wê nîşaneya herî şênber a xwegihandina rastiyê ye, têkiliya herî xurt e. Bi saya hevrêyên xwe para xwe ji wê heqîqeta nemiran wergirt. Xwîna esîl di rehên wê de êdî diherikî, diherikî nava dilê wê. Li warê Ekîn, Andok, Şervan û Sema Aceman ma, li gel hev şer kirin, ji bo hev ked dan, hev ji nû ve afirandin, di guherîn û veguherîna hev de rol lîstin, di nava vê civakê de li derveyî sîstemê civakeke nû nas kirin, tovên jiyana azad çandin û dilê xwe de kom kirin.

Van leheng û bedewan piştre her yekî berê xwe dan qadeke serketinê. Têkiliya wê ya bi van lehengan re êdî ew gihand asteke nû.

Hîn bi kûrahî bi heqîqeta Rêbertî daket. Dilsoziya wê ya bi rizgarî û azadiyê zêde bû, hêrsa li dijî dijmin mezin bû. Ziman û axaftina hevrêya me Sara mîna Zîlan (Zeynep Kinaci) bû ku şopdara hevrêtiya heqîqetê bû. Ew mîna Zîlaneke sax bû. Yek ji fedaiyên Apoyî bû ku biryardariya xwe ya xurt nîşanî mirovan dida, xwedî sekneke bi vî rengî bû û li her cihî radixist pêş çavan.

Bûyera ku bandora herî mezin li hevrêya me Sara kir û ti carî ji bîr nekir, êrîşa dagirkeriyê ya li ser Siyanê ya Garê bû. Berxwedana hevalên li Siyanê ya bi fermandariya Şehîd Şoreş Beytuşşebap bandoreke mezin lê kir, hêrsa ku nekarî bi têrkerî bibe piştgirî ji vê berxwedanê re, ji xwe re kir hêza tolhildanê. Timî rexnedayina xwe dikir, rexnedayina rast ew bêhtir nêzî jiyana rast û rêbaza serketinê kir. Hevrêyê me Şehîd Şoreş Beytuşşebap li gel ewqas bêderfetiyan jî kêliyên serketinê afirand, sedsalên pêş ên Kurdistanê di kêliyê de ava kir û hevrêya me Sara jî şahidî ji vê yekê re kir.

Ji bo tevlî berxwedana wan bibe, bênavber, bêrawestan ber bi qada operasyonê ve beziya û hewl da xwe bigihîne wan, lê belê nekarî bigihêjê. Tevî ku hevala me ya destpêkê bû ya xwe gihand kampa Siyanê, nekarî xwe bigihîne Şoreşan, vê yekê ew gelekî êşan û ji bo xwe kir mijareke rexnedayinê. Dema ku hewl da bikeve kampa Siyanê kete bin bandora gaza kîmyewî ya li hemberî kampê hatibû bikaranîn û vê yekê hêrsa wê mezintir kir. Sond xwar ku teqez tola hevrêyên xwe hilîne. Li ser vê yekê pêşniyara çalakiya fedaî careke din kir ku bi salan li ser disekinî.

Ji bo vê jî bi sebir, xwe ji kêliya tolhildanê re amade kir. Bi taybetî weke yekîneyên jinê yên azad ên li dijî faşîzmê, sond xwar ku bi çalakiyê tolê hilîne. Şerê bi lehengî yê komek ji hevrêyan a bi fermandariya Şehîd Şoreş, tatkî û serweriya moralê ji bo wê bû rêber. Pêvajoya operasyonê ya li Siyanê û tevlîbûna xwe li rojnivîska xwe wiha vegot: 'Niha difikirim, gelo hevrêyên min ên li hundirê şikeftê rewşa wan çawa bû? 4 rojan li hemberî ewqas gaz, bombeyên giran, C-4 û her cûre êrîşan çawa li ber xwe dan? Gelo çi ruhekî mezin û esîl e! Em, tevî ku karîbûn xwe bigihanda wan me nekarî xwe bigihînê, gunehê vê rewşê gelekî giran e, gelo ez ê çawa karibim ji binê vî gunehî rabim? Bêguman heman piştî vê operasyonê min ji heval re jî got. Divê ez yekser tiştekî bikim. Û ez ê bikim! Ez soz didim ku ez ê rexnedayina xwe ya ji bo we ji dil bidim. Xwe berdim qada pratîkê ew bes e. Bi sekna xwe ya herî pak û bêzarkirina dijmin, ez ê rexnedayina xwe bidim û kêm jî be hingî ez ê wijdanê xwe rehet bikim'.

Hevala Sara bi çalakiyê dixwest ya ku nehatiye kirin bike, ya ku nehatiye ceribandin biceribîne. Ya girîng jî ew bû ku difikirî êdî dema wê hatiye. Baweriya xwe bi wê yekê anî ku bi mîrate û nirxên ji aliyê Delalan, Berçemen, Gulbaharan, Rojîn Gewdayan, Armancan û gelek fermandarên jin ên leheng hatine afirandin, weke tîmên jin ên xwedî hêz û hunera vekirina deriyê serketinê, dikare gerîlatiya bajêr bê kirin. Di gerîlatiya bajêr de ya xwe dispêre çiyê; ji bo tîmeke YJA Starê ya fedaî biafirîne û bi vê tîmê çalakiyeke giran li dijî dijmin pêk bîne, xwe bi dîsîplîneke xurt amade kir. Ji tespîtkirina hedefê heta bi pisporiya gerîlatiyê, ji teknîkê heta bi serweriya li qadê, ji perwerdeya qebîliyetê heta bi kirina karên ku qet nekiriye û guherîn veguherîneke bingehîn, çi pêwîstî bû bi her tiştî berê xwe da serketinê, kevirên rêya serketinê bi kedkarî, xebatkarî, hesasiyet û cidiyeteke mezin bi xwe bi cih kir.

Ji bo hevrêya xwe ya tîm, ti pêşniyar li rêxistinê nekir. Diyar kir ku amade ye bi her hevala/ê rêxistin guncaw bibîne amade ye pê re wezîfeyê bike û nîşan da ku ji bicihanîna rêbaza serketinê re teqez amade ye.

Di heman demê de bi sedan hevalan pêşniyara çalakiya fedaî kirin. Biryar hate dayin ku hevala Rûken Zelal û Sara Goyî bibin tîmeke çalakiya fedaî. Herdu hevrêyên ku qet bi hev re nema bû, hev nas nedikirin, li dora heman armancê û sonda tolhildanê li hev civiyan.

RÛKEN ZELAL

Hevrêya me Rûken jî li Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû, li Qamişloyê mezin bû. Li hemberî zexta rejîma Baas a li ser Kurdan û gelên herêmê, bi Şoreşa Azadiyê ya li Rojava re hîn bêhtir bala xwe çû ser gerîla. Bi rengekî çalak tevlî têkoşîna şoreşa li Rojava bû jî bala wê timî li çiyê, li jiyana azad a li çiyê bû. Zanî bû ku gefa herî mezin a li dijî hebûna Kurdan, netewe dewlet a Tirk a mêtinger qirker e û ji bo li dijî dewleta Tirk a faşîst li Bakurê Kurdistanê şer bike, sala 2014'an hate çiyayên azad. Heman piştî perwerdeya şervanên nû, li ser bingeha pêşniyara tevlîbûna li nava Hêzên Taybet dest bi perwerdeya dewreya bingehîn kir. Ji bo tevlîbûna li nava Hêzên Taybet wiha digot; "Ez dikarim bêjim ku min xwe di nav Hêzên Taybet de nas kir. Lêgerîna min a pêşniyara çalakiya fedayî bi çalakiyên Heval Doga û Heval Zinar destpê kir. Ji ber her du heval min di jiyanê de jî nas dikir. Me bi Heval Doga re heman perwerde dît û bi heval Zinar re jî li heman navendê man. Sekin û tevlîbûna van hevalan bandoreke mezin li min kir."

Hevala Rûken di dewreyên perwerdeyê hemûyan de bi ser ket û tiştên hîn dibû hînî hevalên xwe kir. Rêxistinê perwerdeyeke çawa da wê, wê hîn bêhtir hewl da hevrêyên xwe perwerde bike. Li qadên cuda yên têkoşînê kar kir. Her wezîfeya ku rêxistinê da wê, ji bo xwe weke şens û firsendekê dît û timî dixwest çalakiya fedaî bike.

Pêvajoya Siyanê ji bo hevrêya me Rûken jî demeke diyarker bû. Piştî Siyanê careke din û gelekî zêde israr kir û bi biryar pêşniyar kir ku çalakiya fedaî bike. Kurdistan ku welatê me yê bihuşt e, di demekê de ku herî zêde nêzî azadiYê ye, tê xwestin ku bi destê xiyanet, nokerî, zext, zordarî û tirsê careke din bi windakirinê bê mehkûmkirin. Haya hevrêya me Rûken ji vê hebû. Bi vê gotinê pêşniyara ji bo çalakiya fedaî kir; 'Her roj di pêşengtiya şehîdên qehreman de destan tên nivîsandin. Dewletên ku ji xwe re dibêjin em endamên NATO’yê ne, îro li beranberî rêbazên me yên nû û ruhê fedaî ketiye nava pêxirtengiyeke pir mezin. Ji ber vê ye ku bi sedan caran gazên jehrî bi kar tîne, serî li her cûre rê û rêbazên bê exlaq dide. Wexta mirov li kûraniya vê rastiya şer binêre, mirovê bibîne ku dewleta Tirk a dagirker, çiqas ji hêz ketiye. Lê ya girîng ewe ku mirov van rastiyan baş bibîne û li hemberî vê, sekna pêwîst raber bike. Di vê pêvajoyê de hevalên me yên ku bi rihekî fedaî şer kirin, li ber xwe dan û bi vê sekna xwe ya pîroz bûn rêhevalê Egîd û Zîlanan wê ji bo min bibe nexşeya rêya ku ez li ser bimeşim. Ez di wê baweriyê de me ku emê tola wan hevalan rakin. Bi taybet hevalên me yên ku bi destê PDK’ê bi şêwazekî namerdane hatine şehîdxistin, wê ti carî neyên jibîrkirin. Bi rastî pêvajoya ku em tê de derbas dibin û bi taybet di destpêka salê de, li hember êrişên dewleta dagirker, di pêşengtiya hevrê Şoreş Beytuşşebab de sekin û berxwedaniya hatiye raberkirin, rê û rêbazên ku emê dijmin çawa hilweşînin û emê çawa bikarin bibin bersiv ji hemleya 'Dem Dema Azadiya Rêber Apo Ye!' nişanî me kir. Li ser vî bingehî bi rastî jî hevrê Şoreş bi sekna xwe ruh û coşek pir mezin da avakirin ku aniha wekî berdewamiya vî rihî, şer û berxwedaniya di gelenperiya Herêmên Parastinê yên Medyayê de tê meşandin hêvî û coşek pir mezin di dilê gelê Kurd û dostên wê de dide çandin. Ji bo vê ez dikarim bêjim ku; wê berê min her tim li van nirxan be!' Hingî li hevrê Sara rast aht. Herdu hevrêyên ku berê hev nas nedikirin, weke tîmeke çalakiyê ya îdeal hate dîtin û bi demê re hate fêhmkirin ku ev têgihiştin ne şaş e.

Sara weke fermandara yekîneyê zêdetir erk girt ser milên xwe. Ji ber di kesayeta wê de li hember her tiştî xwe berpirsyar dibîne, hevrêyên xwe zêdetir difikire û di pêvajoya amadekariya yekîneyê de xwe nîşan dide û di şêwaza fermandariyê de dibe rengekî cihê. Hemû zanîn û ezmûna xwe bi hevrê Rûken re parve dike û dide hînkirin. Rûken jî hemû tecrûbe û zanîna xwe ligel hevrêya xwe Sara parve kiriye. Rûken temenê wê li gorî Sara biçûk bû. Ew wekî mamosteya xwe li Sara dinêre û Sara bi rastî bi coş û kelecan hewl dide ku hevrêya xwe pêşde bibe, ew lênêrîna wê dike. Ew timî mijûl dibû. Heya ku diwestiyan, bi şev dimeşîn. Sara, Rûken di şert û mercên herî giran de bi barê xwe yê giran berê xwe didin armancên xwe yên serketinê. Di van rêyên zehmet de dikevin, radibin, hêrs dibin, dikenin, diwestin, kêfxweş dibin, her tiştek di nava hev de dijîn. Bi hev re dinyaya xwe ya wateyan dihûnin û kûr dikin. Ew her roj tiştekî kifş dikin. Her roj ew ji bo fêrbûna tiştekî nû hewl didin. Her roj ew dest bi ramanekê dikin. Ew fêrî zimanê çiyayan dibin. Ew têdigihin ku Xweza, çiya, DAYIK E. Ew dest pê dikin ku xwe di zikê Dayikê de, ango di xwezayê de bibînin. Her çiqas nas dikin, ewqas pêwendiyek giyanî bi wan re çêdibe. Niha êdî ew bi enerjiyek din dagirtî ne.

Ew Rêbertî di xwezayê de, di çiyê bi xwe de, di bedewiya hevrêtiyê de dibînin. Ew lihevkirina Rêbertî û jinê ya bi jiyanê re nas kirine. Hevrêtiya wan li ser têgihiştina van xalan bi hêztir bûye. 

Di heman demê de dijminê qetlîamker bênavber xwîna hevrêyên wan dirijîne. Zilm li hemû welatê me belav bûye. Faşîzm mirinê tîne û dixwaze her tiştî tine bike. Ew wateya vê yekê fêm dikin, faşîzm ne asayî ye, bi êrîşa li dijî van nirxên ku li Kurdistanê ji nû ve hatine avakirin, êrîşî jiyana azad dike, mirovahî, çand, ziman, reng û olan dike hedef. Ew biryar didin ku divê li dijî dijminê hov ên ku bê navber êrîşî hemû nirxên civakî dikin û her tiştî talan dike rawestin.

Li dû berxwedêrên Girê Sor û berxwedêrên Werxelê nefesa xwe digirin. Ew bi kesayetên şoreşger ên wek Kemal, Xeyrî, Bêrîtan û Zîlan bandor dibin û ji wan hêza têkoşînê digirin. 

Baş têgihiştine ku heta li dijî faşîzmê şer nekin, nikarin weke jin cihek ji bo jiyanê peyda bikin û hebûna xwe ya Kurd berdewam bikin.

Du jinên bedew û leheng, careke din ji bo tola hevrêyên xwe yên ku ji bo azadî û parastina Kurdistanê şer dikin û li dijî wan bombe û çekên kîmyawî tên bikar anîn hilînin; ya herî girîng jî, ji bo dawî li zilm, dîlgirtin û êşkenceyên giran ên li zindanan bînin, bi şêwazekî profesyonelî, bi taktik û teknîkekî jêhatî di cihek ku dijmin qet çaverê nedikir çalakiya fedaî pêk anîn. Bi şêwaza ku dijmin mat bike, şevekê ji nişka ve li dijmin xistin.

Bi keda Rêber Apo û bi sedan şehîdên hêja û xweşik ên Kurdistanê, ji xwedawenda Evîn û Serketinê Îştarê gihiştin Zîlan. Zîlan çanda xwedawend derxist holê. Ew xwedawenda têkoşîna me ya azadiyê ne. Kurdistan carek din cewhera xwe wekî welatê Xwedawendên ku wê serketinê biafirîne dît. Zîlan çanda xwedawendan bilind kir, Sara û Rûken wek şopdarên vê çandê; Helwesta xwe ya bi biryar girtin ku xwedawend ji bilî jiyana azad ti carî ji jiyaneke din razî nebe, kevneşopî hîn zêdetir zindî kirin û berdewam kirin.

Bûn milîtanên pêk anîna dirûşma 'DI ŞER DE SERKETIN, DI JIYANÊ DE AZADÎ'. Bi dirûşmeya 'JIN, JIYAN, AZADÎ' bûn sembola jiyana azad, pêşengên şêwazê nemiriyê û bûn XWEDAWENDÊN ME YÊN AZADIYÊ.

Bîranîna wan wê her tim bibe gotina me ya serketinê."