HPG: Nêzîkatiya rayedarên Başûr a li dijî şehîdan nayê qebûlkirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bal kişand ser êrîşa Asayîşa Dihokê ya li dijî sersaxiya Demhat Zindan (Demhat Ehmed) û diyar kir ku ev nêzîkatiya rayedarên Başûr a li hemberî şehîdan ne ya qebûlkirinê ye.

Ji bo gerîlayê HPG'ê Demhat Ehmed (Demhat Zindan) ku 23'ê Adarê ji ber bomberdûmana balafirên şer ên dewleta Tirk şehîd bû, roja 11'ê Nîsanê li mala malbata wî ya li bajarê Dihokê sersaxî hatin qebûlkirin.

Lê belê asayîşa Dihokê xwe li serdanê û wêneyên şehîd ranegirt û hejmarek zêde ya endamên asayîşê ku hatin mala malbata Şehîd Demhat, êrîşî endamên malbatê û welatiyên ku hatibûn sersaxiyê kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê destnîşan kir ku ev nêzîkatiya rayedarên Başûr a li hemberî şehîdan nayê qebûlkirin û ev daxuyanî da:

BERXWEDANA GERÎLA BERXWEDANA ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ YE

"Weke ku tevahiya raya giştî dişopîne li Kurdistanê pêvajoyeke giran a şer heye. Di serî de Bakurê Kurdistan, li Rojava û Başûrê Kurdistanê her roj agahiyên şer tên. Armanca êrîşên ku bi serkêşiya dewleta Tirk a dagirker tên kirin, ji nû ve dagirkirina Kurdistanê û pêkanîna polîtîkayên qirkirina li ser gelê me ye. Dewleta dagirker a Tirk ku li Bakurê Kurdistanê di şerê dijî gerîla de nikare encama dixwaze bi dest bixe, niha jî Rojava û Başûrê Kurdistanê dike hedef. Li hemberî van hewldanên dagirkeriyê hêzên me yên gerîla û gelê me berxwedaneke dîrokî dikin. Bêguman di vê berxwedanê de şehadet jî dibin.

Berxwedana di nav refên gerîla de pêk tê, berxwedana hevpar a çar parçeyên Kurdistanê ye. Hestên her ciwanên Kurd û yên Kurdîtiya azad ku li her bajar û navçeyeke Kurdistanê di nav refên PKK’ê de berhev bûne. Her ciwaneke/î Kurd ên hatî nav refên PKK’ê ji bo parastina gelê me yê her çar parçeyan derketine li ser rêya çiyayên Kurdistanê. Her hevala/ê me ya/ê di vê oxirê de şehîd dikeve dibe nirxê gelê me yê pîroz. Li ku derê be bila bibe, ji bo azadiya gelê me her mirovê me yê ji bo azadiya gelê me têkoşîn dide û digihije şahadetê dibe nirxê me yê pîroz. 

NÊZÎKATIYA HÊZÊN ASAYÎŞA RÊVEBERYA BAŞÛR A LI HEMBERÎ ŞEHÎDAN NAYÊ QEBÛLKIRIN

Lê belê rojên dawî nêzikatiya hêzên asayîşa girêdayê rêveberiya Başûrê Kurdistanê ya li hemberî şehîdên me û malbatên wan, nayê pejiandin. Nêzikatiya ku destûr ji bo sersaxiya hevalê me Demhat Zindan(Demhat Ehmed) ê di êrîşa li dijî qada Werxelê ya Şeladizê ku 22’ê Adarê pêk hatî de şehîd ketibû nayê dayîn, nayê pejirandin. Di her civakê de kî dibe bila be li hemberî mirovên jiyana xwe ji dest didin rêz tê girtin. Lê belê li gel ku li beranberî kesekî hê di temenê ciwan de ji bo gelê xwe feda kirî, ku divê di asteke bilindtir de rêz bê girtin, êrîşkirin watedar e. Li bajarên di kontrola rêveberiya Başûrê Kurdistanê de êrîşa li hemberî sersaxiya hevrêyekî me mirovan dixe nava fikaran.

HÊZÊN ME YÊN GERÎLA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DIPARÊZIN

Nexasim di heyamên wiha ku li hemberî nirxên gelê Kurd ewqas êrîş tê kirin û pêdivî bi yekîtiya kurdî heyî de, zextên li hemberî şehîdên me yên ji bo gelê xwe, xwe feda kirî û malbatên wan, ji aliyê hemû gelê me ve bi fikar tê şopandin. Yên li hemberî dewleta faşîst a Tirk ku dixwaze Kurdistana Başûr dagir bike dengê xwe dernaxin, di kesayetiya malbata şehîdên me de êrîşkiriNa ser gelê me û nirxên me yên pîroz gelek bi fikar e. Dema çeteyên DAÎŞ’ê ji eniyên Kerkuk-Şengal-Mexmûrê re êrîşî Başûrê Kurdistanê kirî, yê ku bêfikar destwerdan kirî û çeteyên hov rawestandî gerîlayên me bûn.  Dîsali hemberî dewleta faşîst a Tirkiyê ku di her fersendê de ji bo Başûrê Kurdistanê dagir bike êrîş û operasyonan dike, dîsa yê ku parastina Başûrê Kurdistanê dike hêzên me yên gerîla ne. Çawa ku heta niha hatiye kirin ji niha û pê de jî li hemberî êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê bên kirin, em ê di eniyên pêş de şer bikin. 

XWEDÎDERKETINA LI GERÎLA WEZÎFEYA SEREKE YA WELATPARÊZÊN KURD E

Roja îro xwedîderketina li gerîla ku bûye hêza sereke ya parastina gelê Kurd, peywira sereke ya her Kurdê ku ji xwe re dibêje ez welatparêz im. Xwedîlêderketina gerîla û şehîdên me, xwedîlêderketina Têkoşîna Azadiyê ye. Em ji bîr nekin ku, her hevala/ê me ya/ê di nav refên gerîla de şehîd ketî ji me re mîraseke mezin a azadiyê dihêle. Xwedîlêderketina li vê mîrasê û pêkanîna azadiya gelê me erka me ya sereke ye."