HPG: Li Heftanînê dagirkerek hate cezakirin

HPG'ê ragihand ku li herêma Heftanînê di 21'ê Mijdarê de hêzên gerîla li yekîneyeke veşartî ya dagirkeran xistine û di encamê de herî kêm dagirkerek hatiye kuştin, gelek dagirker jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çalakiyên gerîla de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê de hêzên me 21'ê Mijdarê saet di 12:15'an li qada Xantûrê ya herêma Heftanînê, bi yekîneyeke dagirkeran e veşartî hesiyan ku li Girê Sûîqestê tevdigeriya. Hêzên me piştî ku demekê ev yekîneya veşartî şopand, derbên giran lê dan. Dagirkerek hate cezakirin, gelek dagirker jî birîndar bûn.

Operasyona ku artêşa Tirk a dagirker 14'ê Mijdarê li qadên Qela Bêdewê, Kinyaniş, Girê Şehîd Mûnzûr, Dola Bîra û derdora gundê Nêrwe yên herêma Zapê dabû destpêkirin, 20'ê Mijdarê bi dawî bû.

19'ê Mijdarê saet di 13:50 û 18:00 de balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li qada Sêdarê yê herêma Garê barandin."