HPG: Li Başûrê Kurdistanê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê encamên çalakiyên gerîla yên li Barzan û Mêrdînê eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser operasyon û şerê rojên dawî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ 2 LEŞKERÊN TIRK HATIN KUŞTIN

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin: "Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de roja 19'ê Tebaxê saet 06:20'î li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker a li dora Girê Bayrakê çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de ku derbên giran li yekîneya dijmin hate xistin, 2 leşker hatin kuştin 2 leşker jî birîndar bûn. Arêşa dagirker piştî çalakiyê bi obus û hawanan bombe li herêmê barand.

HÊZÊN GERÎLA LI MIDÛRIYETA EMNIYETÊ YA LI MEHSERTÊ DAN

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de hêzên me roja 18'ê Tebaxê saet 7'ê sibehê li dijî midûriyeta emniyetê ya navçeya Mehsertê ya Mêrdînê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de ku derb li avahiya emniyetê ket, hejmara mirî û birîndarên dijmin nehate zelalkirin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê li herêmê dest bi operasyonê kirin. Operasyon êvara heman rojê bê encam ma û hêzên operasyonê xwe ji herêmê vekişandin.

JI BER BOMBERDÛMANÊ LI BEJAHIYA GEVERÊ 2 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Artêşa TC a dagirker roja 17'ê Tebaxê li derdora gundê Muşanê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov dest bi operasyonê kir. Artêşa TC a dagirker heman rojê bomberdûmaneke giran li derdora gundê Muşanê barand. Ji ber bomberdûmanê 2 hevalên me şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevalên me yên şehîd bûne wê piştre bi raya giştî re werin parvekirin.

LI SÊRTÊ 3 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Şeva 17'ê Tebaxê li herêma Herekolê ya Sêrtê yekîneyeke me ya ku bi erka xwe radibû û leşkerên artêşa TC a dagirker li hev rast hatin. Hêzên dagirker ku nekarîn li dijî hêzên me şer bikin, bi helîkopteran, obus û hawanan bombe li herêmê barandin. Piştî bomberdûmanê bi helîkopterên bi tîpa Skorsky xwe li herêmê danîn. Şerê li vê derê di navbera hêzên me û yekîneyên dijmin de derket heta sibeha 18'ê Tebaxê dewam kir. Di şer de gelek leşkerên dijmin hatin kuştin. Hevrêyên me Bawer û Hakî yên bi lehengî li dijî yekîneyên dijmin şer kirin û hevalê me Aras ê bi giranî birîndar bû, ji bo dîl nekeve destê dijmin, bombeya xwe bi xwe ve teqand û şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya her sê hevalên me yên şehîd bûne wê piştre bi raya giştî re werin parvekirin."