HPG: Li Amed û Colemêrgê derbên giran li dagirkeran hate xistin

HPG’ê diyar kir ku li Şemzînan û Çelê 16, li Amedê jî 4 leşker hatine kuştin û li Sêrtê jî gerîlayekî jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê tekildarî şerê li Amed, Colemêg û Sêrtê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“LI ŞEMZÎNANÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN’

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de hêzên me di 16’ê Hezîranê de li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine.

Saet di 02.00’an de hêzên me li dijî yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker a li Tepê Xîreta ya Şemzînana Colemêrgê çalakiyeke sabotajê li dar xistiye. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 2 leşkerên dijmin hatine kuştin. Piştî çalakiyê hêzên dagirker ji gir derketine û leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopterê ji qadê derxistine.

LI ÇELÊ 14 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Hêzên me saet di 15.00’an de li dijî leşkerên dagirker ên li Xirê Xeregolê yê Çelêya Colemêrgê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hêzên me li çeper û stargehên dijmin dane û bi qasî ku hatiye tespîtkirin 14 leşkerên dijmin hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa dagirker helîkopterên Kobra qad bomberdûman kirine û bi helîkopterên skorsky leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxistine.

Hêzên me yên YJA-Starê nîvro li dijî leşkerên dijmin ên li Girê Koordîne yê Çelêya Colemêrgê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

LI AMEDÊ 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di 11’ê Hezîranê de saet di 17.30’an de artêşa Tirk a dagirker li qada Dêrxustê ya Licêya Amedê operasyonek daye destpêkirin. Hêzên me li dijî yekîneyek veşartî  çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 4 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi helîkopteran qad bomberdûman kirine û gelek gundiyên Derxustê bi êşkenceyê destgîr kirine. Artêşa Tirk a dagirker di heman rojê de bêyî ku encamê werbigire, bi paş ve vekişiyaye.

LI SÊRTÊ GERÎLAYEKÎ JIYANA XWE JI DEST DA

Di 7’ê Hezîranê de li qada Memira ya Dihê ya Sêrtê hêzên me rastî yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk a dagirker hatiye û li vê derê şerek çêbûye. Di vî şerî de hevalê me Çekdar bi qehremanî şer kiriye û hevalê me Herekol Çirav (Haci Goktaş) jî bi birîndarî dîl ketiye destê dijmin.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Çekdar Amed
Nav û Paşnav: Emrah Polat
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik - Bav: Esma – Mehmet Selîm
Cih û Dema Şehadetê: Sêrt / 7’ê Hezîrana 2018’an

Çekdar – Emrah Polat