HPG: Em şehîdên Xakurkê bi hurmet bi bîr tînin

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên eşkere kir ên ku di 11’ê Îlonê de li Xakurkê şehîd bûbûn. HPG’ê got ku, “Hevrêyên me wekî nûnerên helwesta milîtan a fedaî tevlî nav karwanên nemiran bûne.”

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wisa ye:

“Di 11’ê Îlonê de saet di 09.00’an de artêşa Tirk a dagirker li dijî qada Ermûş a Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşeke hewayî kiribû. Di vê êrîşê de hevrêyên me Amed, Berxwedan û Helgurd şehîd bûn.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ne:

 

Nasnav: Amed Pasûr

Nav û paşnav: Bariş Can

Cihê jidayikbûnê: Edene

Navê dê û bav: Mûkadder - Hesen

Dîrok û cihê şehadetê: 11’ê Îlona 2020’an/ Xakurkê

Nasnav: Berxwedan Şervan

Nav û paşnav: Nevzat Orhan

Cihê jidayikbûnê: Wan

Navê dê û bav: Zumrut-Hesen

Dîrok û cihê şehadetê: : 11’ê Îlona 2020’an/ Xakurkê

Nasnav: Helgurt Siyabend

Nav û paşnav: Fesîh Karakaya

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Navê dê û bav: Nebahat - Zekî

Dîrok û cihê şehadetê: : 11’ê Îlona 2020’an/ Xakurkê

Partiya me PKK bi saya keda bêdawî û qehremaniya şehîdên me, bi her şehadetê re xurt bûye û şehadet kiriye bingeha destpêkirina pêngavên mezin. Gerîlayên Kurdistanê yên ku li dijî dagirkeran ber bi serfiraziyê ve dimeşin, her dem bi ruhekî fedaî têkoşiyane. Wekî duh îro jî gerîlayên azadiyê yên ku hêza parastinê ya bingehîn a gelê me ye, şert û merc çi bin jî wê peywira xwe pêk bîne. Hevrêyên me Amed, Helgurd û Berxwedan ên ku li dijî êrîşên dagirker li eniyên pêş cih girtine, wekî nûnerên helwesta milîtanî tevlî nav karwanên nemiran bûne.

Hevrê Amed ê ku ji keleha berxwedanê Amedê ye û li Edeneyê ji dayik bûye, di temenekî ciwan de tevgera azadiyê nas kiriye. Hevrê Amed vê siyaseta qirêj a li ser gelê me dîtiye, li dijî faşîzmê tevlî nav refên gerîlayan bûye. Hevrêyê me ruhê milîtan ê PKK’ê her dem jiyaye, peywir û berpirsyariyên xwe her dem bi serketî bi cih aniye.

Hevrê Berxwedan jî li Wanê ji dayik bûye û di nav malbateke welatparêz de mezin bûye û li hemberî nirxên gelê me yên ku PKK’ê ew ji nû ve vejandiye, her dem sadiq bûye. Hevrê Berxwedan tevlî nav refên PKK’ê bû û têkoşîna xwe di nav refên gerîla de domand. Hevrêyê me bi kesayetiya xwe ya kedkar dihate nasîn û hemû peywir û berpirsyariyên xwe bê kêmasî bi cih anî.

Hevrêyê me Helgurd jî li Mûşê ji dayik bûye û tu carî zilm û zordariya dijmin a li ser gelê me qebûl nekiriye. Hevrê Helgurd di dema zanîngehê de bi awayekî çalak tevlî nav xebatên ciwanan bûye û di gerîlatiyê de jî her dem di nav lêhûrbûnan de bû. Hevrê Berxwedan bi kesayetiya xwe ya mutewazî û kedkar di nav hevalên xwe de hezkirin û hurmet ava dikir.

Malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin û em soza xwe dubare dikin ku em ê bi ruhê tolhildanê xwedî li bîranînên şehîdan derkevin û îdealên wan ên azadiyê pêk bînin.”