HPG’ê têkildarî çalakiya Êlihê agahî da: Yên hatin kuştin sîxur in

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, diyar kir ku yên di encama çalakiya li Êlihê de hatin kuştin hemû jî sîxûr in.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, destnîşan kir ku çalakî roja Înê li navçeya Hezo pêk hatiye.

Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “26’ê Gulanê saet 18:00’an de li dijî wesayîta bi armanca komkirina agahiyan çûbû Qereqola Timok a girêdayî navçeya Hezo ya Êlihê çalakiya sabotajê hate lidarxistin. “

HPG’ê wiha got: “Di vê çalakiyê de 2 endamên sîxuriyê hatin kuştin û yek jî birîndar bûye.”