HPG'ê şehîdên Wanê bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê 4 gerîlayên sala 2019'an li Wanê şehîd bûn bi bîr anî. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li dijî her cûre êrişên dewleta Tirk a dagirker bi îradeyeke ji pola tevgeriyan, di bicihanîna rêbaz û taktîka gerîla serdemê de bi rola xwe rabûn."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên li Wanê şehîd bûn eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

Cotmeha 2019'an li navçeya Şaxê ya Wanê, di navbera artêşa Tirk a dagirker û hêzên me de şer kert û di encamê de hevrêyên me Deştan Mordem, Sarîna Agît, Zeynep Arîn Kop û Sarîna Têkoşîn ên bi lehengî li dijî dagirkeran şer kirin, şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Deştan Mordem
Nav paşnav: Alî Yenîce
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Seyran-Mûsa
Dem û cihê şehadetê: Cotmeha 2019 / Wan

Nasnav. Sarîna Agît
Nav paşnav: Raziye Sûnar
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Ayşete-Mehmet Salîh
Dem û cihê şehadetê: Cotmeha 2019 / Wan

Nasnav: Zeynep Arîn Kop
Nav paşnav: Alev Okûmûş
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Kiymet-Hasan
Dem û cihê şehadetê: Cotmeha 2019 / Wan

Nasnav: Sarîna Têkoşîn
Nav paşnav: Sozdar Aslan
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Gazel-Tahîr
Dem û cihê şehadetê: Cotmeha 2019 / Wan

Dewleta Tirk a mêtinger, pîvanên gerdûnî bi her awayî binpê dike û bi rê û rêbazên li derveyî mirovahiyê, bi xwînxwarî li dijî gelê me û gerîlayên azadiyê şerekî qirêj dimeşîne. Faşîzma dewleta Tirk her cûre rêbazên şer li dijî gelê me û gerîlayên azadiyê rewa dibîne û di bin navê 'têkoşîna li dijî terorîzmê' hewl dide têkoşîna azadiyê reş bike û komkujiyên xwe jî rewa bike. Her çend hin dewletên rojavayî piştgiriyê dide faşîzma dewleta Tirk jî raya giştî ya cîhanê vê dewleta ku terorîzma global fînanse dike û çeteyan li dijî her kesî bi kar tîne, baş nas dike. Raya giştî ya demokratîk a cîhanê û gelên azadîxwaz, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi baldarî dişopînin, piştgiriyê didin û xwedîl ê derdikevin. Xwedîderketina gelên cîhanê li têkoşîna me ya bi rûmet, bi saya paradîgmaya neteweya demokratîk û felsefeya Rêber Apo ye ku ji bo azadiya mirovahiyê afirandiye, bi saya berxwedana bêhempa ya li Îmraliyê ye, bi saya sekna leheng a gelê me ye, bi saya berxwedana leheng a şehîdên me ye.

Yek ji demên herî girîng ên têkoşîna me ya gerîla, sala 2019'an bû ku bû saleke ji lehengiyên mezin. Berxwedan û lehengiya li Bakurê Kurdistanê bûn kêliyên diyarker ên berxwedana me. Herêma Botanê jî yek ji eniyên herî girîng ên vê berxwedanê bû. Hevrêyên me Deştan (Alî Yenîce), Sarîna (Raziye Sûnar), Zeynep (Alev Okûmûş) û Sarîna (Sozdar Aslan) jî bûn ji pêşengên berxwedana me ya li Botanê û heta kêliya dawî bi ked û fedakariyeke mezin bi lehengî têkoşiyan.

Hevrêyên me ku her yek ji wan ji herêmeke cuda ya Kurdistanê bûn, li dora îdeolojiya Rêber APo bûn yek û têkoşîna li dijî qirkeriyê kirin armanca xwe. Li dijî zîhniyeta faşîst a ku hebûna gelê me qebûl nake û bi her cûre rêbazên li dijî mirovahiyê êrişî nirxên me dike, dixwaze koka me ji holê rake, tenê bi têkoşîneke xurt li ber karîbû rabûna. Hevrêyên me yên şehîd bi felsefeya jiyanê û rêbaza têkoşînê ya Rêber Apo ku jehrkuja rejîma faşîst nijadperest e, têkoşiyan, berdêlên giran dan, berxwedaneke dijwar meşandin û rejîma Tirk a faşîst anîn ber hilweşînê. Hevrêyên me Deştan, Mordem, Sarîna Agît, Zeynep Arîn Kop û Sarîna Têkoşîn jî bi vê baweriyê û ruhê fedayî yê Apoyî li herêma Botanê ala berxwedanê hildan, li eyaleta Wanê derbên girîng li dijmin xistin û bi vî rengî cihê xwe di nava têkoşîna serdemê de girtin. Li dijî her cûre êrişên dewleta Tirk a dagirker bi îradeyeke ji pola tevgeriyan, di bicihanîna rêbaz û taktîka gerîla serdemê de bi rola xwe rabûn.

Rêbazên gerîla yên serdema nû ku bi fedakariya bêdawî ya hevrêyên me yên şehîd ên leheng hate afirandin û derbên mezin li dijmin dixin, êdî xwe ispat kiriye û ji bo gelên cîhanê yên bindest bûye feraseteke têkoşînê ya encamgir. Berxwedana destanî ku bi sekna fedayî ya hevrêyên me bû hêviya gelan, wê ji aliyê me; hevrêyên wan ve teqez bê biserxistin.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku di têkoşîna xwe de xwedî li bîranîna wan derkevin."