HPG'ê şehîdên herêma Serhedê bi bîr anî

HPG'ê gerîlayên HPG'ê Hêjar Ararat (Halîs Eroglû) û Ronî Ronahî (Halîs Erdogan) ên ku li qada Şenkaya ya Erzîromê û bejahiya Kirêkor a Îdirê şehîd bûn bi bîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê 2 gerîlayên HPG'ê yên li Erzîrom û Îdirê şehîd bûn bi bîr anî.

Daxuyanî wiha ye:

"Di 12'ê Tîrmehê de li qada Şenkaya ya Erzîromê di navbera hêzên me û dagirkeran de şer derket, di vî şerî de hevrêyê me Hêjar heta dawiyê li ber xwe da, teslîmiyet qebûl nekir û bi şerekî bi lehengî tevlî karwanê şehîdan bû.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yê şehîd bûye wiha ne:

Nasnav: Hêjar Ararat
Nav paşnav: Halîs Eroglû
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Gulnas-Suleyman
Dem û cihê şehadetê: 12'ê Tîrmeha 2020 / Erzîrom

Hevrêyê me Hêjar li Wanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Bi çanda xwezayî ya Serhedê kuk modernîte lê belav nebûye û bi çîrokên lehengiyê yên partiya me PKK'ê mezin bû. Tevî ku dibistan bi serketineke mezin qedand, ku ew dibistan ji aliyê dewleta Tirk a mêtinger qirker ve veguherîne navendên asîmîlekirina Kurdan, hevrêyê me polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê me qebûl nekir û tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Hêjar li nava refên gerîla bi kesayetiya xwe ya fedakar û bi hêrsa xwe ya li dijî dijmin her tim li pêş bû. Nêzîkatiya dewleta Tirk a faşîst ku hebûna Kurdan ti carî qebûl nake, ji bo hevrêyê me Hêjar bû hinceta têkoşîneke mezin. Li Eyaleta Serhedê li qadên herî zehmet kar kir û ji bo derbê li artêşa Tirk a dagirker bixe timî hewl da. Hevrêyê me Hêjar li dijî êrişên dewleta Tirk di kesayetiya xwe de ruhekî mezin ê êrişê ava kir û li ser bingeha pîvanên milîtaniya Apoyî xwe kûr kir, ji bo çalakiyên li eyaletê hemûyan xwe pêşniyar kir û di vê de jî israr kir. Li nava pratîka gerîla ya li Bakurê Kurdistanê şareza bû, bû fermandar û ji bo bicihanîna xeta gerîla ya serdema nû, bi biryardarî hewl da. Herî dawî li navçeya Şenkaya ya Erzîromê di dema operasyonê de derbên giran li leşkerên dijmin xist û gihîşt şehadetê. Hevrêyê me Hêjar li dijî dijminê faşîst bû sembola ruhê mezin ê êrişê yê Tevgera me ya Azadiyê û berxwedanê.

Di 19'ê Îlonê de li qada Kirêkorê ya Îdirê di navbera hêzên me û dagirkeran de şer derket û hevrêyê me Ronî bi tena serê xwe li dijî artêşa dagirker bi lehengî şer kir û tevlî karwanê şehîdan bû.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yê şehîd bûye wiha ne:

Nasnav: Ronî Ronahî
Nav paşnav: Halîs Erdogan
Cihê jidayikbûnê: Îdir
Dayik-Bav: Habîbe-Şerîf
Dem û cihê şehadetê: 19'ê Îlona 2020 / Îdir

 

Hevrêyê me Ronî li bajarê Îdirê ku warê mozaîka gelan û bajarê berxwedêr ê Serhedê ye ji dayik bû, ji ber ku malbata wî koçî metropolên Tirkiyeyê kir li metropolan mezin bû. Sala 2009'an kete bin bandora şehadetên ji nava malbata wî çê bûn û firsend dît ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê hîn ji nêz ve nas bike. Hevrêyê me Ronî sala 2014'an tevlî nava refên gerîla bû. Ji kêliya ku tevlî bû û pê ve bi tayetmendiyên xwe yên cewherî, fedakar û rûkeniya xwe di nava hevalên xwe de bû çavkaniya moralê. Hevrêyê me Ronî tevlî gelek çalakiyan bû ku dijmin lê hate têkbirin. Di serxistina Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî ya li Eyaleta Serhedê de rola xwe mezin bû. Di operasyona dijmin a 12'ê Îlonê de ya li bejahiya Îdirê, li dijî bangên teslîmiyetê yên dijmin bi sekneke bi rûmet û serbilind mîna Gilîdaxê bi fîşekê bersiv da, li ser şopa Mazlûm û Kemalan got 'Berxwedan jiyan e', destana lehengiyê nivîsand û tevlî karwanê nemiran bû.

Em hevrêyên xwe yên li qada Serhedê li ser xeta Egîd û Bêrîtanan bi berxwedêriyeke lehengî serî netewandin û gihîştin şehadetê bi rêzdarî û minet bi bîr tînin û soz didin ku li ser şopa hevrêyên xwe yên leheng em ê bîranînên wan pêk bînin. Di serî de malbatên wan em sersaxiyê ji gelê xwe yê Serhedê û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."