HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Mêrdînê şehîd bûn eşkere kir

HPG'ê ragihand, 15'ê Sibatê li Mêrdînê ji ber operasyona artêşa Tirk a dagirker şer derket û di encamê de gelek leşkerên Tirk hatin kuştin. Di daxuyaniyê de hat gotin, 3 gerîlayên HPG'ê di vî şerî de şehîd bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku di şer de gerîlayên HPG'ê Demhat Çekdar (Hozan Akdogan), Îskender Kandîl (Arîf Aykûrt) û Têkoşer Agir (Adem Yuksel) şehîd bûne.

Daxuyanî wiha ye:

"Artêşa Tirk a dagirker roja 15'ê sibatê li herêma Omerya ya Mêrdînê dest bi operasyonê kir. Di vê operasyonê de ku ji aliyê gelek leşker û kontra ve hate kirin, di navbera yekîneyeke me û dijmin de şer derket. Di vî şerî de gelek leşkerên dijmin hate kuştin. Hevalên me Demhat, Îskender û Têkoşer ên bi lehengî şer kirin şehîd bûn.

Nasnameya şehîdên me wiha ye:

Nasnav: Demhat Çekdar
Nav paşnav: Hozan Akdogan
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Behîce-Mûhsîn
Dem û cihê şehadetê: 15'ê Sibata 2018 / Mêrdîn

 

Nasnav: Îskender Kandîl
Nav paşnav: Arîf Aykûrt
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Atiye-Salîh
Dem û cihê şehadetê: 15'ê Sibata 2018 / Mêrdîn

 

Nasnav: Têkoşer Agir
Nav paşnav: Adem Yuksel
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Sûltanî-Abdulhamît
Dem û cihê şehadetê: 15'ê Sibata 2018 / Mêrdîn

Hevrêyên me Demhat, Têkoşer û Îskender li nava civakeke welatparêz ji dayik bûn û di emrê xwe yê ciwantiyê de têkoşîna azadiyê nas kirin.

Hevrêyê me Demhat Çekdar sala 2012'an li Wanê tevlî nava refên gerîla bû. Sala 2012'an bi rengekî çalak beşdarî pêngava şerê gel ê şoreşgerî bû û li nava refên gerîla bi ked û fedakariya xwe bû mînak. Hevrêyê me Demhat ku têkoşîn ji xwe re kir rêbazeke jiyanê, moraleke mezin dida hevrêyên xwe.

Hevrêyê me Têkoşer Agir sala 2012'an li Mêrdînê tevlî nava refên azadiyê bû. Di ciwantiya xwe de tevgera gerîla nas kir û bi dilsoziya xwe ya li jiyanê û têkoşîna xwe ji hemû hevrêyên xwe re bû çavkaniya moralê. Di demekê de ku êrîşên dijmin gelekî giran bûn, hemû erkên diketin ser milê xwe bi rengekî serkertî bi cih anî.

Hevrêyê me Îskender Kandîl ku bi eslê xwe ji Rojavayê Kurdistanê ye, li Mêrdînê ji dayik bû. Sala 2014'an tevlî nava refên têkoşînê bû û ji roja destpêkê ve bi fedakariyeke mezin tevgeriya. Hevrêyê me Îskender bi dilpakî, durustî û kedkariya xwe di nava têkoşînê de hate naskirin.

Hevrêyên me Demhat, Îskender û Têkoşer bi şiyara 'Kurdistana azad, Rêberê azad' tevlî nava refên têkoşînê bûn. Ciwanên bi ruhê lehengiyê tevlî şerê dijî dewleta TC a dagirker bûn û ji bo serketina têkoşîna azadiyê ya Kurd heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe dan.

Bi navê gerîlayên azadiya Kurdistanê em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevalen xwe yên şehîd û ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz re dixwazin û di şexsê hemû şehîdên xwe yên leheng de careke din soz didin ku em ê têkoşîna azadiyê ya Kurd bi ser bixînin."