HPG'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

HPG'ê nasnsameya 2 gerîlayên ku şehîd bûn eşkere kir û diyar kir ku hevrêyên wan heta ku şehîd bibin bi gel û nirxên gelê Kurd re dilsoz man û bûn şervanên azadiyê.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Kurdistanê di dÎrokê de gelek caran li dijî hêzên mêtinger û qirker têkoşînên mezin meşand û di oxira azadiyê de gelek berdêl da. Gelê Kurdistanê her tim zor û zehmetî ji pêşiya xwe rakir û di dîroka têkoşînê de di nava şert û mercên nepêkan de jî têkoşîna xwe bênavber meşand. Gerîlayên azadiya Kurdistanê ev mîrateya têkoşînê dewr girtin û di nava şert û mercên zehmet de li çiyayên Kurdistanê destanên berxwedanê yên mezin nivîsandin. Di nava têkoşînê de hin caran li pêşberî şertên giran ên xwezayê li herêmên dijwar windahiyên me çêbûn. Hevrêyên me Sûdad û Şoreş jî 1'ê Sibatê li Zagrosan dema bi wezîfeya xwe radibûn ji ber bapûkê şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bûn wiha ne:

Nasnav: Sûdad Tolhildan

Nav paşnav: Hasan Alî Ahmed

Cihê jidayikbûnê: Rewanser

Dayik-Bav: Emîne-Alî

Dem û cihê şehadetê: 1'ê Sibata 2020'an / Zagros

Nasnav: Şoreş Amanos

Nav paşnav: Mahmûd Haş Hemo

Cihê jidayikbûnê: Efrîn

Dayik-Bav: Ehlam-Selahattîn

Dem û cihê şehadetê: 1'ê Sibata 2020'an / Zagros

Hevrêyên me Sûdad û Şoreş li parçeyên cuda yên Kurdistanê ji dayik bûn û di temenê ciwantiyê de ji bo azadiya Kurdistanê berpirsyarî dan ser milê xwe û tevlî nava têkoşîna gerîla bûn. Her tim hewl dan xwe bi pêş bixin û bi karkeriya xwe di nava hevalên xwe de bûn hevrêyên mînak. Her karên pratîk û perwerdeyê bi rengekî serketî kirin û pêşengî ji hevrêyên xwe re kirin. Hevrêyên me xwe di felsefeya azadiyê ya Rêber Apo de kûr û perwerde kirin. Heta kêliya ku şehîd bibin bûn şervanê azadiyê yên dilsozê nirx û gelê Kurd.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Sûdad û Şoreş em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin û soz didin ku em ê ala azadiyê ya şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin."