HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên hewayî daxuyanî da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiya gerîlayên YJA Starê ya li Colemêrgê û bomberdûmana balafirên şer a li Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya ku li ser malpera HPG'ê hate weşandin, wiha ye:

YJA STARÊ LI COLEMÊRGÊ LI HÊZÊN DAGIRKER XIST

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên me yên YJA Starê roja 10'ê Tîrmehê saet 9'an, li dijî qereqola Girê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeper û stargehên li nava qereqolê hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin.

Hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşgerî de êvara heman rojê saet 18:30'î li artêşa TC a dagirker a li ser girê Lêlîkan ê li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê xistin. Di çalakiya sekvanî de leşkerekî dijmin hate kuştin.

LI ŞEMZÎNANÊ OPERASYON

9'ê Tîrmehê, artêşa TC a dagirker tevî cerdevanên gundên Dê û Harûna li herêma navbera qadên Radyolog a navçeya Geverê û gundê Harûna yê navçeya Şemzînanê dest bi operasyonê kir. Operasyon heman rojê bi rengekî bêencam qediya.

BOMBERDÛMANA BI BALAFIRÊN ŞER

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Agahiyên berfireh ên li ser bomberdûmanê wiha ne:

Balafirên şer 10'ê Tîrmehê saet navbera 20:00-22:00 derdora gundên Girava, Kortek, Orta Alan, Bolê, quntarên girê Hîva û herêmên Gundê Silê yên Qendîlê, Dola Konferansê û qada Werxelê yên herêma Avaşînê, qadên Çemço, Kunişka û Gundê Filleha yên herêma Zapê, Dola Kêstê ya herêma Metîna, qadên Şehîd Bêrîtan, geliyê Aşutê û Kelaşîn ên herêma Xakurkê bombe kirin.

9'ê Tîrmehê saet 19:30'î bombe li qadên Dola Nêrgê û Alantus ên herêma Zapê barandin.

Ev demeke li gundên li herêma Kirk Merdîven a navçeya Pulur a Dersimê, komek ji kontra bi kincên gerîlayên me digere û zextê li gel dike. Divê gelê me yê li herêmê hay ji karê kontra vê komê hebe."