HPG'ê li ser çalakiyan û êrîşên hewayî daxuyanî da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li Colemêrgê û êrîşên hewayî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de hêzên me li Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî kirin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan wiha ne:

ÇALAKIYÊN LI COLEMÊRGÊ

16'ê Hezîranê saet 23:30'î hêzên me li dagirkerên liser girê Xeregolê yê li navçeya Çelê xistin. Derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

17'ê Hezîranê saet 18:00, hêzên me yên YJA Starê li girekî dijmin xistin ku ewlekariya qereqola Bezelê ya navçeya Şemzînanê dikir. Ji sê baskan ve gule li çeper û stargehên dijmin hatin reşandin. Hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêtin herêmê.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker roja 16'ê Hezîranê saet 23'an derdora gundê Çemço yê herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, 17'ê Hezîranê piştî nîvro jî qada Adilbeg a herêma Avaşînê bombe kirin. Ji ber bomberdûmanê zerar li dehl û rezên gundiyên li derdora gundê Çemço bû.

Di van êrîşên berfireh de yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, hêzên me yên gerîla ti windahî nedane. Dewleta TC a dagirker timî Qendîlê di rojevê de dihêle û bi rêya medya alîgirê xwe di çarçoveya propaganda şerê taybet de îdîa dike ku gerîla windahî dane. Nûçeyên bi vî rengî ne rast in. Dagirkerên ku ji hêzên me yên gerîla her roj derbên giran dixwin, bi rêya nûçeyên derewîn hewl didin kuştiyên xwe ji civaka Tirkiyeyê veşêrin û rewşa xwe ya têkçûyî binixumînin. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku li qada şer winda dike û nagihêje armanca xwe, bi rêya propaganda şerê taybet hewl dide xwe serketî nîşan bide. Tevgera me tevgereke zelal e û hemû bûyerên li qada şer diqewimin weke xwe ji raya giştî re eşkere dike. Bila gelê me bi nûçeyên derewîn ên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê nexape."