HPG: Li Şemzînanê 17 leşker hatin kuştin, 37 birîndar bûn

HPG'ê diyar kir ku hêzên wan li Colemêrg û Şemzînanê li dijî 6 baregehên leşkerî çalakî pêk anîne. Li gorî daxuyaniyê, tenê di çalakiya Girê Silor ê gundê Bêsosinê yê Şemzînanê de 17 leşker mirine, 37 birîndar bûne û 9 jî winda ne.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev daxuyanî da:

"Hêzên me, êvara 9'ê Mijdarê û sibeha 10'ê Mijdarê saet 9'an li dijî 6 baregehên leşkerî yên dewleta Tirk û Walîtiya Şirnexê çalakî pêk anîn. Di vê çarçoveyê de li dijî Girê Silor ê navçeya Bêsosinê (Ortaklar Köyü Süngü Tepesi) ya li Şemzînanê, Tûgaya Komando ya Çiyê ya Colemêrgê, Qada Navendî ya 23. Fermandariya Tumenê ya Şirnexê, Tabûra Tankê ya Cizîrê, Qada Kombûna Leşkerî ya Hacilar a Silopiyayê û Qereqola Sînor a Şehît Mesût çalakiyên pêk hatin. Saet 09:05'an ji cihekî nêz ve li Walîtiya Şirnexê hate xistin.

ÇALAKIYA LI BÊSOSINÊ

Di vê pêngava şoreşgerî de ku bi taktîk û teknîkeke nû pêk hat, gelek kuştiyên dijmin çêbûn. Lê belê mîna her carê dewleta Tirk a faşîst hejmara kuştiyên xwe yên van çalakiyan veşartiye. Tenê nekariye kuştiyên xwe yên bûyera li Girê Silor ê Bêsosinê veşêre. Û neçar ma ku qebûl bike 7 kuştî û 25 birîndarên wan hene. Halbûkî, li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên xwe wergirtine, heta doh ber destê sibehê 17 kuştiyên artêşa Tirk di vê çalakiyê de çêbûne û 37 jî birîndar bûne. Aqûbeta 9 leşkerên winda jî nayê zanîn. Dema ku mirov bala xwe bidin ser kuştiyên artêşa Tirk ên li vê derê, hingî eşkere dibe ku li deverên din jî gelek kuştî daye.

Ev pêngava çalakiyê di şexsê hevrê Atakan Mahîr û Zekî ŞengalÎ de ji bo bîranîna hemû hevrêyên me yên dema dawî şehîd bûne, pêk hatiye."