HPG'ê gerîlayên li Wanê şehîd bûn bi bîr anî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, gerîlayên bi navê Arîn, Azad û Rohilat ên 21'ê Tebaxê li Wanê Şehîd bûn, bi bîr anî.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, gerîlayên bi navê Arîn, Azad û Rohilat ên 21'ê Tebaxê li Wanê Şehîd bûn, bi bîr anî.
Di daxuyaniya navendê de ev agahî hatin dayin:
21'ê Tebaxa 2017'an, artêşa TC a dagirker li herêma Nebirnavê ya ser bi navçeya Payîzava ya Wanê dest bi operasyoneke berfireh kir. Ev operasyon bi tank, top û bi hezaran leşkerî hate meşandin. Ji ber operasyonê di navbera hêzên me yên gerîla û artêşa TC a dagirker de şerekî dijwar qewimî. Artêşa TC a ku nekarî li hemberî yekîneya me ya gerîla şer bike, mîna her carê hewl da bi teknîka di destê xwe de encamê bi dest bixe. Di serî de balafirên şer ên bi tîpa F-16, bi helîkopterên êrîşê yên bi tîpa Kobra li gel balafirên keşfê demeke dirêj bombe li herêmê barand. Ji ber vê bomberdûmana giran hevalên me Arîn, Azad û Rohilat ên bi lehengî şer kirin, şehîd bûn.
Agahiyên li ser nasnameya hevalên me yên şehîd wiha ye;
Nasnav: Arîn Mîrkan |
Nasnav: Azad Tolhildan |
Nasnav: Rohilat Jiyan |
Hevalên me Arîn, Azad û Rohilat, weke şopdarên kevneşopiya berxwedana Apoyî bi saetan li dijî hêzên dagirker bi rengekî bê eman şer kirin û rê nedan dijmin. Bûn mînaka wê yekê, ku gelê Kurd ti carî teslîm nabe û di encama şerekî lehengî de şehîd bûn. Bila serê malbatên hêja yên hevalên me yên şehîd bûne û hemû gelê Kurdistanê sax be. Em soza xwe dubare dikin, ku heta bicihanîna armancên şehîdên xwe, em ê têkoşîna xwe bidomînin."