HPG'ê gerîlayekî li Amedê şehîd bû bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê gerîlayekî di 30'ê Cotmehê de li Amedê şehîd bû bi bîr anî.

Daxuyaniya HPG'ê wiha ye:

"Di daxuyaniya xwe ya 30'ê Cotmehê de me ragihandibûn ku di 30'ê Cotmehê de li qada Goma Salih a li navçeya Licê ya Amedê di şerê navbera hêzên me û dagirkeran de hevalekî me şehîd bû. Agahiyên der barê hevalê me yê şehîd bûye wiha ye:

Nasnav: Adil Nûda

Nav paşnav: Ramazan Toprak

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Havva-Felemez

Dem û cihê şehadetê: 30'ê Cotmeha 2019'an / Amed

Hevalê me Adil di sala 1994'an de li bajarê hesretan li keleha berxwedanê Amedê ji dayik bû. Di nava malbateke welatparêz de bi cewher û zimanê xwe mezin bû, hevrêtiya nava PKK'ê û jiyana Rêbertî lêkolîn kir û mîna her ciwanekî KUrd hevalê Adil jî di temenekî biçûk de bi mêtingerî û zexta dijmin hesiya û bi hêrs û daxwaza tolhildanê gav avêt. Di temenê ciwantiyê de biryar wergirt ku bibe şopdarê Adilan. Bi eşqa Rêbertî di sala 2013'an de tevlî nava refên gerîla bû û di jiyana xwe ya têkoşînê de ji bo bibe fedayiyê Rêbertî hevrêtiya bi Mazlûm, Xeyrî û Kemalan ji xwe re kir esas. Her tim û li her deverê ji wezîfeyên rêxistinê re amade bû û ji bo serketinê her tim ked û moraleke mezin nîşan da. Hevalê Adil bi daxwaza hildana tola Rêbertî û şehîdan di her gavê de xwe rexne dikir û bi sekna xwe ya rêxistinî kir ku her kes pê piştrast be. Di sala 2016'an de berê xwe da keleha berxwedanê Amedê. Di her kêliyê de hewl da derbê li dijmin bixe û bi vê rol û mîsyonê tevlî pêvajoyê bû. Li çiyayên Kurdistanê rêbaza şerê fedayî ji xwe re tim kir esas û bi wêrekî û çalak tevlî pêvajoyê bû. Hevrêyê me Adil ku hezkiriyê Amedê bû heta kêliya dawî bi ruhê fedayî bû sembol.

Em ê jî bi sekna wî ya fedayî li vê jiyanê bibin xwedî û vî şerî bi ser bixînin. Ji ber şehadeta wî em sersaxiyê ji malbata wî ya hêja û tevahiya gelê xwe yê welatparêz dixwazin."