HPG’ê li artêşa Tirk a dagirker da: 23 leşker hatin kuştin

HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku hêzên wan li Heftanîn û Xakurkê bi giştî 23 leşker kuştine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî qala çalakiyên hêzên xwe yên di du rojên dawîn de kir.

HPG’ê di daxuyaniya xwe got ku

“Di 15’ê Cotmehê saet di 06.30’an de di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê de ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê didome, hêzên me li Qada Şehîd Şêxmûs li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistine. Hêzên me ji 5 milan ve li hêzên dijmin ên li gir dane û bi qasî ku hatiye tespîtkirin 13 leşkerên dijmin hatine kuştin, gelek leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji qadê derxistine. Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistine, bi selametî vegeriyane baregehên xwe.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me yên YJA-Starê di 15’ê Cotmehê de saet di 10.00’nas de li yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker ya li derdora Girê Şehîd Axîn a Xakurkê xistine. Di vê çalakiyê de 10 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Artêşa Tirk a dagirker mirî û birîndarên xwe di heman şevê de bi helîkopteran ji qadê derxistiye. Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistiye jî bi selametî vegeriyaye baregehên xwe.

Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker saet di 12.30’an de qada Şikefta Birîndara ya Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye.

Di 16’ê Cotmehê de (îro) saet di 02.30'an de jî balefirên şer qada qada Kesta ya Mêtînayê bomberdûman kirine.

Di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzên me nehatiye.”