HPG'ê bang li malbatên êsîran kir

Fermandarê HPG'ê Mahîr Denîz: Eger malbatên êsîrên di destê me de dixwazin zarokên xwe bi saxî û selametî bibînin bila hesab ji rejîma AKP-MHP'ê bipirsin. Ji ber ku ji bilî hewldana kuştina zarokên wan tiştekî din nakin.

Ji fermandarên HPG'ê Mahîr Denîz rûniştina malbatên hêzên Tirk ên êsîr li pêşiya avahiya HDP'ê ya Amedê, her wiha nêzîkatiya hikumeta AKP-MHP'ê ya li rewşa êsîran nirxand.

DEWLETA TIRK JI NEDÎTÎ VE TÊ

Fermandar Mahîr Denîz bi bîr xist ku polîs, leşker û endamên MÎT'ê 5 sal in li gel wan girtîne û ji ber meraqa malbatên wan wan beriya niha dîmen û axaftinên wan weşandine, her wiha her sal bi wesîleya cejnê kirine ku nameyê ji malbatên xwe re bişînin. Fermandar Denîz got, "Lê belê tevî vê yekê jî dewlet û raya giştî ya Tirk mîna ku ev polîs, leşker û endamên MÎT'ê nînin tevdigerin, ji nedîtî ve tên. Kesek li wan napirse."

BI ÊRÎŞÊN HEWAYÎ DIXWAZIN WAN BIKUJIN

Fermandar Mahîr Denîz diyar kir ku rayedarên dewleta Tirk ji bo polîs, leşker û endamên MÎT'ê yên êsîr tiştekî nakin, ji bo devera ku lê ne tespît bikin dikevin nava hewldanan û dixwazin bi êrîşên hewayî wan personelên xwe bikujin. Fermandarê HPG'ê got, "Ji ber ku zanin bi operasyoneke bejahî nikare xwe bigihînin wan. Dewlet û îstîxbarata Tirk demeke di nava hewldaneke bi vî rengî de ye. Du sedemên vê hene:

* Wê van êsîrên li gel me girtîne bi êrîşên hewayî bikuje û ji raya giştî re bêje 'PKK polîs û leşkerên me înfaz kiriye'.

* Polîs û leşkerên wan bi xwe jî bin ji bo rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst qîmeta jiyana mirovan nîne.

Fermandar Denîz bi bîr xist ku di sala 2008'an de dema ku li Oremarê 8 leşkerên Tirk êsîr hatin girtin rayedarên AKP'ê yên wê demê gotibûn, 'Li şûna ku êsîr bigirin ew bikuştina baştir bû'. Denîz destnîşan kir ku rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst niha bi heman zîhniyetê hewl dide polîs, leşker û endamên MÎT'ê îmha bike.

YÊN KU BERÊ WAN DIDIN ŞER BILA XWEDÎ LÊ DERKEVIN

Dema ku me bi bihîst ku bavê leşker Muslum Altintaş ê ku li ser rêya bejahî ya Dersim-Pîlemûriyê hate girtin li pêşiya avahiya HDP'ê ya Amedê hatiye rûniştandin, ji fermandarên HPG'ê Denîz got, "Sedema girtina van hêzên dewletê tevlîbûna wan a li sûcên şer û mirovahiyê yên rejîma Erdogan e ku li dijî gelê Kurdistanê tê kirin. Aliyekî vî şerî rejîma AKP-MHP'ê ye. Lewma ya ku divê xwedî li wan girtiyan derkeve jî ev rejîm e. Ji ber ku ya ku ew ber bi vê rewşa xitimandî ve dehf dane ev rejîm e."

RÛNIŞTINA WAN LI BER AVAHIYA HDP'Ê BÊKÊR E

Fermandar Mahîr Denîz destnîşan kir ku rûniştina wan malbatên leşkeran li pêşiya avahiya HDP'ê bêkêr e û got, "Yên ku ev leşker girtin em in, aliyekî vî şerî em in, lewma mûxatab em in. Eger malbatên girtiyên di destê me de dixwazin zarokên xwe rojekê bi saxî û selametî bibînin hingî bila ji rejîma AKP-MHP'ê bipirsin, ji Erdogan bipirsin ku ji bo vegerandina zarokên wan çi dikin. Bipirsin jî wê nikaribin bersivekê werbigirin, ji ber ku tiştekî nakin. Wekeku min got, dewlet û îstîxbarata Tirk ji bo cihê  girtiyên di destê me de ne tespît bikin hewl didin ku dixwazin bikujin. Niha jî êşa malbatan bi kar tîne û ji bo berjewendiyên xwe wan bi kar tîne. Ti ji van samîmî nîne. Bila ti malbat nekevin vê xefikê, divê vê polîtîkaya Erdogan bibînin."

ÇIMA DIXWAZIN BIKUJIN, BILA JI WAN BIPIRSIN

Fermandarê HPG'ê got, "Em bi rengekî eşkere dibêjin: Eger tiştek bi serê girtiyan bê berpirsyar rejîma Erdogan, AKP-MHP'ê ye. Ew malbat divê beriya her tiştî ji AKP-MHP'ê, ji Erdogan re bêjin, 'hûn çima dixwazin zarokên me bikujin, hûn çima dixwazin wan bikujin'. Ji ber ku ev rejîm hewl dide wan bikuje."

BI VÎ RENGÎ NIKARIN XWE BIGIHÎNIN ZAROKÊN XWE

Fermandarê HPG'ê Mahîr Denîz ji bo malbatên ku îdîa dikin zarokên wan li çiyê ne û bi hewldana MÎT û Emniyetê li pêşiya avahiya HDP'ê hatine rûniştandin jî got, "Qaşo Erdogan îdîa dike ku ew ê ji bo gihîştina dayikên gerîla li zarokên xwe bibe şopdarê mijarê. Gelo yê ku ji bo îmhakirina gerîla hemû derfetên Tirkiyeyê ji bo şer bi kar tîne kî ye? Ne ev dewlet e ku ji bo îmhakirina gerîlayekî hemû teknîkê û bi milyaran lîreyî bi kar tîne? Ev dewleta ku li pey kuştina leşker, polîs û endamên xwe yên îstîxbaratê ye, gelo wê li malbatên gerîla bifikire? Eşkere ye ku ti derdekî Erdogan û dewleta Tirk a bi vî rengî nîne. Yên ku îdîa dikin ku malbatên gerîla ne, divê vê rastiyê bibînin, rûyê rast ê vê dewletê bibînin û nekevin xefika şerê taybet. Bi vî rengî nikarin xwe bigihînin zarokên xwe. Mîna ku Fermandarê me yê biryargeha navendî got, li wê deverê ne deh rojan deh salan jî rûnên wê neyên."

LEŞKER, POLÎS Û ENDAMÊN MÎT'Ê

Ji MÎT'ê Serokê Karên Cihêkariya Etnîkî ya li derveyî welat Erhan Pekçetîn û Rêveberê Çavkaniyên Mirovan ê MÎT'ê Aydin Gunel di 4'ê Tebaxa 2017'an de li bajarokê Dokanê yê Silêmaniyeyê bi operasyoneke taybet hatibûn girtin. Ji bilî wan hîn jî 9 polîs û leşker di destê PKK'ê de êsîr in.

Sedat Sorgûn: Ji Erzîromê ye. Li Girtîgeha Tîpa F a Wanê leşkerî dikir û 5 sal in êsîr e.

Umît Gicir: Ji Balikesîrê ye. Ji bo Jendermeyên Navçeya Çûkûrcayê hatibû tayînkirin û sê sal in êsîr e.

Semîh Ozbey: Ji Meletiyê ye. Dema ku ji Dersimê diçû Meletiyê ji bo destûrê hate girtin û çar sal in êsîr e.

Adîl Kabakli: Ji Osmaniyeyê ye. Li Etîmesgût a Enqereyê perwerdeya xwe bi dawî kir û dema diçû Dersimê di rê de hate girtin û çar sal in êsîr e.

Mulsum Altintaş: Ji Rihayê ye, beriya çar salan li Dersimê ku leşkerî dikir bû êsîr.

Mevlût Kahvecî: Ji Eskîşehîrê ye. Dema ku ji Çelê diçû Colemêrgê sê sal beriya niha êsîr hate girtin.

Sedat Yabalak: Ji Mersînê ye. Li Rihayê polîs bû. Dema ku ji Erzîromê diçû Rihayê di rêya Amed-Licê de bû êsîr û çar sal in êsîr e.

Suleyamn Sûngûr: Ji Sêrtê ye. Li Çewlikê leşkerî dikir. Di rêya Amed-Licê de berî çare salan bû êsîr.

Huseyîn Sari: Ji Mereşê ye. Li Sarikamişê çawişê pispor bû. Dema diçû Mereşê beriya çar salan bû êsîr.