HPG'ê 3 gerîlayên li Kerboranê şehîd bûn bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê 3 gerîlayên ku li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê di meha Mijdarê de ji ber êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker şehîd bûn, bi bîr anî.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"22'ê Mijdara 2020'î, artêşa Tirk a dagirker herêmên Gizrê û Stewrankê yên navçeya Kerboran a Mêrdînê bi balafirên şer bombe kir. Di êirşên hewayî de hevrêyên me Binevş, Arjîn û Rêber şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Binevş Zîlan
Nav paşnav: Berîvan Dogan
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Hanîmî-Arîf
Dem û cihê şehadetê: 22'ê Mijdara 2020 / Kerboran

Nasnav: Arjîn Mardîn
Nav paşnav: Meryem Çelebî
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Gulistan - Mehmet Feyzûllah
Dem û cihê şehadetê: 22'ê Mijdara 2020 / Kerboran

Nasnav: Rêber Firat
Nav paşnav: Medenî Ogûz
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Halîme-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 22'ê Mijdara 2020 / Kerboran

BINEVŞ ZÎLAN

Hevrêya me Binevş li Mêrdîn a warê berxwedanê ji dayik bû. Di temenê ciwantiyê de çavên xwe li polîtîkayên qirêj ên dijmin negirt, berpirsyariyên dîrokî da ser milê xwe û ji bo pêşengiyê ji berxwedanê re bike berê xwe da çiyayên azad. Bi hezkirin û dilsoziya xwe ya li Rêbertî û jiyana PKK'ê, ji bo bie milîtaneke fedayî ya Apoyî roj bi roj bi gavên ji xwe bawer bi pêş ve çû. Ji bo bibe kadroyeke milîtan a rêxistinî ku ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve şareza ye, gelekî hewl da, ked da. Li gel perwerdekirina xwe, perwerde da gelek hevrêyên xwe û ji bo têkoşîneke hîn xurtir amade kir. Bi tevlîbûna xwe ya fedakar û kedkar, hem di nava jiyanê de hem jî di qada perwerde û şer de timî serketin da ber xwe û berpirsyariyên xwe bi rengekî serketî bi cih anî. Di her gava xwe de deynê rexnedayinê yê li Rêbertî, Şehîdan û gelê Kurd ji dil hîs kir, ev yek veguherand ruhê tolhildanê û di meşa têkoşînê de bû fedayiyeke Apoyî. Li vê saziya fedayîtiyê, di her wezîfeyê de bi moral, zindîbûn, dilnizmî û fedakariyê tevlî bû. Sala 2018'an dema ku gav bi gav ber bi Bakurê Kurdistanê bi pêş ve çû, bi kelecan û moraleke mezin ji her alî ve xwe xemiland, ji bo armancên gelek hevrêyên şehîd li Bakur bi cih bîne ber bi Botanê ve meşiya. Hevrêya me Binevş bi daxwazeke mezin ji her alî ve bû xwedî meşeke dîrokî ya têkoşînê, xeta tevgera jinên Kurd a azad, fermandariya YJA Starê bi rengekî şareza temsîl kir.

ARJÎN MARDÎN

Hevrêya me Arjîn li Mêrdînê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Kiryarên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a mêtinger li ser gelê Kurd ferz dikir ti carî qebûl nekir, bi çanda qedîm û kevneşopiya xwe ya civakî mezin bû. Dewleta Tirk a dagirker ne tenê li Bakurê Kurdistanê ma, polîtîkayên xwe yên komkujiyê li parçeyên din ên Kurdistanê jî dewam kir û hewl da hebûna gelê Kurd ji holê rake. Hevrêya me Arjîn ku li pêşberî kiryarên qirker û komkujiyên dewleta Tirk a mêtinger bêdeng nema, rastiya wê yekê dît ku bersiva li dijî mêtingerî û dagirkeriyê tenê bi têkoşîna gerîla dibe, bi vê têkoşînê serketin bi dest dikeve û bi vî rengî tevlî nava refên gerîla bû. Di meşa azadiyê de her roj xwe ji nû ve afirand û di îdeolojiya Rêbertî de kûr bû. Ji bo li eniya herî pêş a berxwedanê têbikoşe, her tim hewl dida. Hevrêya me Arjîn weke gerîlayeke şareza piştî bi salan vegeriya xaka ku lê ji dayik bû û mezin bû. Li Mêrdînê pêşengî ji gelek çalakiyan re kir û derbên giran li dagirkeran xist. Bi hesta berpirsyarî û têgihiştina wezîfeyê, wezîfeyên xwe bi rêbaza milîtaniya fedayî ya Apoyî bi cih anî, di nava têkoşîna azadiyê de berxwedaneke dîrokî nîşan da û bû jineke Kurd a leheng ku navê xwe li dîroka lehengiyê ya Kurdistanê nivîsand.

RÊBER FIRAT

Hevrêyê me Rêber Firat jî li Mêrdînê li nava malbateke welatparêz a dilsozê çanda xwe ya neteweyî û kevneşopiya berxwedanê ya gelê me ji dayik bû. Hevrê Rêber ev taybetmendiyên malbata xwe pejirand û hezkirina xwe ya ji bo gerîla ku bi heyrantî û minetdarî lê dinerî, di dilê xwe de mezin kir. Ev yek weke deynekî ji bo gelê xwe dît û bi vî rengî tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû. Hevrêyê me Rêber di nava refên gerîla de jî timî bi pîvanên xwe yên tevlîbûnê re dilsoz bû, ev pîvanên xwe bi îdeolojiya Rêber Apo re kir yek û bû fermandarekî şareza. Hevrêyê me Rêber li nava refên têkoşînê her tim serketin danî ber xwe û bi vê taybtmendiya xwe li her cihî bi roleke erênî rabû û bû çavkaniya mirovalê ji hevrêyên xwe re. Hevrêyê me Rêber di heman demê de bi baweriyeke mezin tevlî nava projeya jinûve avakirinag erîla bû, têgihîşt ku serketina li hemberî dewleta Tirk a mêtinger tenê bi rê û rêbaza gerîlayên profesyonel dikare pêk were û ji bo vê yekê bi cih bîne berê xwe da Bakurê Kurdistanê. Hevrêyê me Rêber bi wê hişmendiyê tevgeriya ku wezîfeya herî mezin a Gegrîlayên Azadiya Kurdistanê, pêkanîna azadiya Rêber Apo û welatê me Kurdistan e, li ser vê bingehê serketina her wezîfeyê weke gavek ji bo vê armancê dît û bû xwedî tempo û rêbazeke bi vî rengî. Hevrêyê me Rêber bi van taybetmendiyên xwe meşaleya azadiyê ya Rêber Apo wergirt û piştî ku ev meşale dewrî hevrêyên xwe kir, tevlî nava karwanê şehîdan bû.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehgîd bûne em sersaxiyê ji gelê Mêrdînê yê welatparêz, ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku weke şopdarên bîranîna şehîdan em ê armancên wan bi ser bixînin."